• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
14 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

    Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

    Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

    Malbatên Şehîdan: Şehîd ji bo paşeroja me dibin ronahî

    Malbatên Şehîdan: Şehîd ji bo paşeroja me dibin ronahî

    Sînan Şahîn: Jiyana komînal tekane rêya rizgariya ji ferdperestî û kapîtalîzmê ye

    Sînan Şahîn: Jiyana komînal tekane rêya rizgariya ji ferdperestî û kapîtalîzmê ye

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    ROJEVA 14ê ÎLONA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kovara Ozgur Halkê bi dosya û nivîsên balkêş derçû

Navenda Nûçeyan / AW

9 ÎLON 2026 - 12:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hejmara 8emîn a Kovara Ozgur Halkê bi manşeta, “Jin Jiyan Azadî: Heta Heqîqeta Jinê Nayê Famkirin Heqîqeta Civakê Nayê Famkirin” derket. Di kovarê de gelek nivîsên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, jiyana komînal û perspektîfên têkoşîna pêşerojê didin cih digirin. Di kovarê de nivîsên Endamê Zanista Civakî Duran Kalkan, nivîskar Dilzar Dîlok, Besê Erczîncan, Xebat Andok û gelek nivîskarên din ên girîng cih digirin.

Kovara Ozgur Halkê di hejmara 8emîn a meha Îlona 2026an de bi diruşme û mijara navendî ya “Jin Jiyan Azadî: Heta Heqîqeta Jinan Nayê Famkirin Heqîqeta Civakê Nayê Famkirin” derket pêşberî xwênerên xwe. Ligel nivîsa Besê Erzincan, nivîsa Duran Kalkan a bi sernavê, “Di Jiyan û Xebatê de Komînalbûyîn”, nivîsa Dilzar Dîrok a bi sernava, “Gelo Wijdana Zayend û Edaletê Heye?”, nivîsa Sînan Şahîn a bi sernavê, “Çima Komîn û Komînalîte?”, nivîsa Mahîr Dogan a bi sernavê, “Ji Sêdarê Ber bi Maseya Mizakereyê ve”, nivîsa Xebat Andok a bi sernavê, “Li Welatê Hevpar Sosyalîzma Neteweya Demokratîk û Aqilê Kurd ê Azad Dibe”, nivîsa Erdal Engîzek a bi sernavê, “Çiqas Zanîna Îdeolojîk Ewqas Xebata Pratîk, nivîsa Xebat Dîcle a bi sernavê, “Ciwan bi Xeyalên Xwe Hene” di kovarê de cih digirin.

Erzîncan: Şoreşa Kurdistanê bi şoreşa jinê pêkan e

Besê Erzîncan di gotara xwe ya bi navê “Jin Jiyan Azadî: Heta Heqîqeta Jinê Nayê Famkirin Heqîqeta Civakê Nayê Famkirin” de balê dikişîne ser girîngiya avakirina kesayetiya şoreşger û têgeha “xwebûn”ê di nav têkoşîna azadiya jinê de. Erzincan tîne ziman ku şoreşa Kurdistanê tenê bi hevparî û pêşengiya şoreşa jinê re dikare pêş bikeve.

Dîlok etîk, teorî û felsefeya wijdana civakî dinirxîne

Bi heman rengî, Dilzar Dîlok di nivîsa xwe ya “Gelo Wijdana Zayend û Edaletê Heye?” de mijara dadperwerî û wijdana civakî ji hêla teorî, etîk û felsefeyê ve dinirxîne. Dilok radixe ber çavan ku di bin serdestiya pergala kapîtalîst û hişmendiya mêr de dadweriyeke rastîn çênabe û balê dikişîne ser rola avaker a nirxên jinê.

Kalkan nêzîkatiyên li hemberî komînê pirsiyar dike

Duran Kalkan di nivîsa xwe ya “Di Jiyan û Xebatê de Komînalbûyîn” de xebat û jiyana komînal di çarçoveya paradîgmaya civaka demokratîk de digire dest. Kalkan, rexneyan li nêzîkatiyên dogmatîk û kêmfemkirina komûnê digire û cewherê hilberîn, manewiyat û demokrasiya rasterast ronî dike. Di heman xetê de, Sînan Şahîn di gotara “Çima Komîn û Jiyana Komînal” de sedemên civakî û îdeolojîk ên pêdiviya bi jiyana komînal şirove dike.

Andok li ser esasê neteweya demokratîk de aqilê Kurd vedibêje

Nivîskar Mahîr Dogan di gotara xwe ya bi navê “Ji Sêdarê Ber bi Maseya Mizakereyê ve” de pêvajoyên dîrokî û siyasî yên têkoşînê û veguhêzên stratejîk dinirxîne. Xebat Andok di nivîsa “Li Welatê Hevpar Sosyalîzma Neteweya Demokratîk û Aqilê Kurd ê Azad Dibe” de têgeha neteweya demokratîk, sosyalîzm û hişmendiya azad a Kurd di çarçoveya nûjeniyê de rave dike.

Girîngiya hişmendiya îdeolojîk û xeyalên ciwanan

Erdal Engîzek di gotara “Çiqaq Hişmendiya Îdeolojîk Ewqas Pratîk” de peywendiya rasterast a di navbera hişmendiya îdeolojîk û serkeftina pratîkî de radixe ber çavan. Di dawiyê de, Xebat Dicle di nivîsa xwe ya bi navê “Çiwan bi Xeyalên Xwe Hene” de balê dikişîne ser rola dînamîk a ciwanan, xeyalên wan û rola wan a pêşengiyê di nav têkoşîna civakî de.

Etîket: analîzbîrdozîdosyeHejmara 8emînnivîsOzgur Halk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sînan Şahîn: Jiyana komînal tekane rêya rizgariya ji ferdperestî û kapîtalîzmê ye

Sînan Şahîn: Jiyana komînal tekane rêya rizgariya ji ferdperestî û kapîtalîzmê ye

14 ÎLON 2026
Dilzar Dîlok: Wijdana civakî û dadperweriya rasteqîn tenê bi nirxên jinê ava dibe

Dilzar Dîlok: Wijdana civakî û dadperweriya rasteqîn tenê bi nirxên jinê ava dibe

13 ÎLON 2026
Besê Erzincan: Şoreşa Kurdistanê tenê bi şoreşa azadiya jinê re dikare serbikeve!

Besê Erzincan: Şoreşa Kurdistanê tenê bi şoreşa azadiya jinê re dikare serbikeve!

12 ÎLON 2026
Ozgur Halk bi sernavê ‘Ji Vejînê Ber bi Azadiyê ve’ derçû

Ozgur Halk bi sernavê ‘Ji Vejînê Ber bi Azadiyê ve’ derçû

6 TEBAX 2026
Li ser pira nêzî kersaxa Rahmî Koç dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’

Li ser pira nêzî kersaxa Rahmî Koç dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’

7 HEZÎRAN 2026
Arkeologan nivîsa Elamî ya zêdetirî 4 hezar sal e deşîfe kirin

Arkeologan nivîsa Elamî ya zêdetirî 4 hezar sal e deşîfe kirin

1 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran roja yekem a bîranînên şehîdan bi dawî bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Selçûk Mizrakli: Divê Ocalan, Demîrtaş û hemû girtî bên berdan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne