• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kongreya 22yemîn a ÎHDê: Ji bo mafên mirovan divê qanûn bên guhertin

Enqere / AW

15 MIJDAR 2025 - 13:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
ÎHDê kongreya xwe ya asayî ya 22emîn ku wê 2 rojan bidome li dar dixe. Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan di kongreyê de axivî û anî ziman ku bi berxwedan û piştgiriyê ew ê pêşî li zext û binpêkirina mafên mirovan bigrin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Kongreya xwe ya 22emîn a Asayî li Eywana Yilmaz Guney a Şeredariya Çankayayê li dar dixe. Kongre dê du rojan berdewam bike. Kongreyê îro bi axaftinan dest pê kir.

Hevserokên Giştî yên ÎHD Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê yê Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, endam û rêveberên ÎHDê û gelek kes tev li kongreyê bûn. Her wiha endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî beşdar bûn. Kongreyê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna mafên mirovan û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Piştre sînevîzyona ku qala têkoşîn û cangoriyên mafên mirovan û têkoşîna ÎHDê dikir hate nîşandan.

‘Dewlet naxwaze binpêkirina mafan biqede’ 

Ewilî Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn axivî. Eren Keskîn bi bîranîna Seyîd Riza û qurbaniyên komkujiya Dêrsimê dest bi axaftina xwe kir û bi lêv kir ku li dijî gelan komkujî pêk hatin û li ser van komkujiyan komarek ava bû. Eren Keskîn destnîşan kir ku di bingeha pirsgirêkên niha diqewimin de jî qîrkirina gelan heye û wiha axivî: “Em di pêvajoyeke nû re derbas dibin. Divê em sedema pirsgirêke rast pênase bikin. Sedema pirsgirêkan Kurdistan e. Kurdistan di nav çar dewletan de hatiyê parçekirin. Em mafdar in. Dewlet naxwaze ev pêvajo civakî bibe û ji bo wê jî dev ji zextên xwe bernade. Divê em jî li her qadê daxwazên xwe bînin ziman.”

‘Divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’

Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban jî bi lêv kir wan bi sedan hevalên xwe di têkoşîna mafên mirovan de ji dest dane û got: “Ji roja komeleya me ava bûye vir ve li dijî yekperestiyê têkoşiya ye. Ji bo gelên Ermenî, Kurd, Suryanî û hemû gelan têkoşîn da. Pêvajoyek dest pê kiriye. Li Meclîsê komîsyonek hatiye avakirin. Me jî di komîsyonê de got; Divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Ji bo endamên rêxistinê ku çekên xwe şewitandine qanûn bên amadekirin. Ji bo berdana girtiyên siyasî qanûn bên amadekirin. Lê heta niha ev pêk nehatine. Hê jî komîsyon wê biçe Îmraliyê an neçe tê nîqaşkirin.”

Piştre jî li ser navê Mirovên Şemiyê/Dayikên Şemiyê Jiyan Tosûn axivî. Jiyan Tosûn bi bîranîna bavê rojnamger Ferhat Tepe, Îshak Tepe ku çend roj berê jiyana xwe ji dest dabû dest bi axaftina xwe kir û got ku ew hemû têkoşerên mafên mirovan bi bîr tîne û piştre jî metna vê hefteyê ya çalakiya Mirovên Şemiyê xwend.

‘Bi berxwedan û piştgiriyê em dikarin pêşî li zextan bigirin’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî axivî û anî ziman ku ÎHDê tevî bedelên giranbiha jî bi awayekî xurt li ser pêyan ma û wihaa axivî: “ÎHDê weke ku Apê Musa jî dibêje, hem şahid e û hem jî tanixê têkoşîna mafên mirovan e. Niha li Tirkiyeyê em qala pêvajoyeke dikin. Ev pêvajo hê ne pêvajoyeke aştiyeyê lê pêvajoyeke nîqaş û hevdîtinan e. Hemû saziyên sivîl jî weke ÎHDê li qadan têkoşîna aştiyê bidomînin em dikarin vê pêvajoyê derbasî merhaleyeke pêvajoya aştiyê bikin. ÎHDê di vê pêvajoyê de jî wê roleke girîng bigre ser milê xwe. Hê jî hevserokên me yên berê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û girtiyên siyasî nehatine berdan. Têkoşîna me hê jî didome. Di van 40 salan de me dît ku bi berxwedan û piştgiriyê em dikarin pêşî li zextan û binpêkirina mafên mirovan bigirin.”

Parlamenterê CHPê Okan Konuralp jî peyama ku Ozgur Ozel ji kongreyê şandibû xwend û cangoriyên têkoşîna mafên mirovan bi bîr anî.

Têkoşîna hevpar dê mafên mirovan biparêze

Cigira Hevseroka Giştî ya EMEPê Selma Gurkan jî diyar kir ku ew di pêvajoyeke girîng de derbas dibin û ev tişt anîn ziman: “Desthilat sepanên xwe yên zext û binpêkirinên mafên mirovan de bi israr e. Em welatekî demokratîk dikarin bi têkoşînê, bi hev re ava bikin.”

Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz jî anî ziman ku ÎHD li dijî zextan û binpêkirina mafên mirovan têdikoşe û xwest ji bo pêvajoyê dewlet tavilê gavan biavêje û heta gav neyên avêtin dê mafên mirovan werin binpêkirin.

Sererastkirinên qanûnî

Serokê Rûmetê yê ÎHDê Akin Birdal jî qala girîngiya têkoşîna mafên mirovan kir û got ku ji bo binpêkirinên mafên mirovan û pêkanînên dijhiqûqî bi dawî bibin divê qanûn bên amadekirin û sererastkirinên hiqûqî bên kirin.

Piştre jî beşdarên kongreyê bi dorê axivîn û qala têkoşîn û keda ÎHDê kirin û kongreyê li her kesî pîroz kirin.

Îro dê axaftin û nîqaş û pêşniyarî bên kirin û sibê jî dê hevserok û rêveberiya nû werin hilbijartin.

 

Etîket: Eren KeskînHevserokê DEM Partiyê Tuncer BakirhanHuseyîn KuçukbalabanÎHDKomeleya Mafên Mirovan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rûniştina Fyê: Nexweşê penceşêrê Hamdullah Aydemîr berdin

Rûniştina Fyê: Nexweşê penceşêrê Hamdullah Aydemîr berdin

8 TEBAX 2026
Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

1 TEBAX 2026
Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

29 TÎRMEH 2026
Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

27 TÎRMEH 2026
ÎHDya Îzmîrê: Demildest Kazim Avci berdin

ÎHDya Îzmîrê: Demildest Kazim Avci berdin

25 TÎRMEH 2026
Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

24 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne