Endama Lijneya Rêveberiyê ya ÎHDê Eren Keskîn li ser geşedanên derbarê Mustafa Sarigul de got ku dema Rojnameya Ozgur Ulke hatî bombekirin di heman avahiya de kargeha wî jî hebûye û divê têkiliya wî ya bi bombekirinê re were lêkolînkirin.
Di 16î cotmehê de ji aliyê Serdozgeriya Stenbolê ve derbarê Parlamenterê Erzînganê Mustafa Sarigul û malbata wî de lêpirsîn hat vekirin. Di dozê de heya niha li gel 2 kurên Mustafa Sarigul û hevjîna wî ya berê Aylîn Kotîl 22 kes hatine girtin. Piştî lêpirsînê kirinên Mustafa Sarigul ên di salên 1990î de carek din hatin rojevê.
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn derbarê mijarê de agahî dan Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Ceylan Şahînlî.
‘Me xwest lê Sarigul nehat darizandin’

Eren Keskîn doza bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê bi bîr xist û wiha got: “Sarigul ji ber ku xwediyê firoşgeha otomobîlan û servîsa wesayîtan a li qata jêrê bû, hatibû rojevê. Ev mijar jixwe di dosyayan de jî heye. Me ev mijar berê jî anîbû ziman. Kargeha Mustafa Sarigul ji bo cihkirina bombeyê di avahiyê de, devera herî guncav bû ji ber ku kargeha wî li qata jêrê bû. Ji ber vê yekê wê demê jî me ev mijar anî rojevê lê Mustafa Sarigul tu carî nehat lêpirsîn.”
‘Her tim têkiliya Sarigul a bi dewleta kûr dihat axaftin’

Eren Keskin diyar kir ku serokwezîra wê demê Tansu Çîller ev komkujî eşkere kirine û bal kişand ser bûyerên kuştina karsazên Kurd û bombekirina Ozgur Ulkeyê û ev tişt anîn ziman: “Yek pir zelal bû. Mustafa Sarigul ji salên 1990î û vir ve di nav raya giştî de wekî kesekî ku têkiliyên wî bi dewleta kûr re hene dihat naskirin. Bi taybetî di dema Şaredariya Şîşliyê de derbarê wî de gelek îdiayên gendeliyê hatin rojevê lê tevî vê yekê jî tu miamele bi Sarigul re nehat kirin. Niha şirîkatiya kurê Mustafa Sarigul, Emîr Sarigul û kurê Mehmet Agar, Tolga Agar derketiya holê. Ev şirîkatî ji bavên wan derbasî wan bû. Dibe ku ev şirîkatiya bavên wan jî hîn berdewam dike. Lê belê ev hemû tu carî di vê erdnîgariyê de nehatin lêpirsîn. Ez difikirim ku îro ji ber ku Mustafa Sarigul ketiye nav pevçûneke berjewendiyan an jî ji bo ser meseleya xapandina fonan bê girtin, ji ber ku derbasî YENÎ Partiyê bûye, bi mebesta ku zirarê bidin wî ev bûyer anîne rojevê. Bi îhtimaleke mezin rewşeke wiha heye.”













