• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Komeleya Ekolojiyê ya Wanê kongreya xwe li dar xist

Wan / AW

7 SIBAT 2026 - 15:27
Kategorî: ROJANE
A A
Komeleya Ekolojiyê ya Wanê kongreya xwe ya yekemîn a awarte pêk anî. Di kongreyê de hevserok Perîhan Sogûkbûlak axivî û got : “Em ji bo avên xwe, zozanên xwe û dar û berên xwe li ber xwe bidin.”

Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Kongreya xwe ya 1emîn ya Awarte li avahiya xwe ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê pêk anî. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, endam û rêveberên MEBYA-DER, TUHAY-DERê, endamên TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, KURDÎGEH, DBP û DEM Partiyê yên Wanê û navçeyan tev li kongreyê bûn. Kongreyê bi deqeyekî rêzgirtinê dest pê kir. Piştre axaftina destpêkê hat kirin.
Dû re dîwana kongreyê hat hilbijartin. Piştre rapora darayî û kar û barên hatiye kirin hat xwendin.

‘Li ser xwezaya Kurdistanê qirkirin heye’

Di kongreyê de destpêkê hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt axivî. Gulşen Kûrt bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî xwezaya Kurdistanê û got: “Mixabin bi salan e dewletê li ser xwezaya Kurdistanê talan û texrîbatên mezin pêk anîne. Şerê ku bi salan li Kurdistanê tê meşandin xwezaya me talan dike. Li ser xwezaya Kurdistanê qirkirin heye. Li dijî van talanan gere em li paradîgmaya xwe ya ekolojîk xwedî derkevin. Têkoşîna me roj bi roj li dijî van polîtîkayan xurtir dibe. Ez di têkoşîna we de serkeftinê dixwazim.”

‘Ekolijî lingekî paradîgmaya me ye’

Paşê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan axivî. Zeydan da zanîn ku talana ekolojiyê polîtîkaya modernîteya kapîtalîst e û wiha axivî: “Li welatê me jî ev polîtîka li dijî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Ekolojî lingekî bingehîn yê paradîgmaya me ye, divê em hemû li gor wê nêz bibin. Îro bi heman hişmendiyê li Rojavayê Kurdistanê jî êrişî gelê Kurd dikin. Lê li her derê gelê Kurd li dijî van êrişan li paradîgmaya xwe xwedî derdikeve. Em ê yekitiya xwe jî xwîşk û biratiya gelan jî xurt bikin.”

Zeydan bal kişand ser polîtîkayên qeyiman jî û got: “Qeyim gelek projêyên ji bo bajarê Wanê betal kirin, ji ber van polîtîkayan îro ava qirêj a bajêr hemû diçe Behra Wanê. Ev qetlîameke mezin e li ser Behra Wanê.”

Hevseroka Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Perîhan Sogûkbûlakê jî bi xêrhatina beşdaran kir û got: “Em ji bo avên xwe, zozanên xwe û dar û berên xwe li ber xwe bidin.”

Piştî axaftinan hilbijartin hat kirin. Erdogan Oduk û Perîhan Sogûkbûlak wek hevserokên Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hatin bijartin.

Etîket: Abdullah ZeydanKomeleya Ekolojiyê ya Wanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

16 TEBAX 2026
Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

9 HEZÎRAN 2026
Gelê Agiriyê bi dilsozî Newroz pîroz kir: Kurd azadiya rêber û zimanê xwe dixwazin  

Gelê Agiriyê bi dilsozî Newroz pîroz kir: Kurd azadiya rêber û zimanê xwe dixwazin  

24 ADAR 2026
Li navçeyên Ebex û Bêgiriyê yên Wanê agirê Newrozê hat pêxistin

Li navçeyên Ebex û Bêgiriyê yên Wanê agirê Newrozê hat pêxistin

11 ADAR 2026
Abdullah Zeydan: Guh nedin van gotinên beredayî

Abdullah Zeydan: Guh nedin van gotinên beredayî

23 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne