• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Zeydan: Guh nedin van gotinên beredayî

Mûş / AW

23 SIBAT 2026 - 17:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, di civîna gel a li Mûşê de li dijî propagandaya reş a der barê pêvajoyê de axivî û got: “Guh nedin van gotinên beredayî. Em têkoşîneke pir mezintir dimeşînin. Em ê girîngiya gavên ku Birêz Ocalan avêtine, di salên pêş de fêm bikin.”

Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê, di çarçoveya civînên “Aştî û Civaka Demokratîk” de bi gelê Mûşê re hat cem hev. Civîn bi beşdariya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku qayim li şûna wî hatibû tayînkirin, li Navenda Ciwanan a Bursa-Mûşê pêk hat. Tevî pêkhateyên platformê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên demokratîk û gelek welatî beşdarî civînê bûn.

‘Helwesta Ocalan û gel komplo vala derxist’

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi axaftinan berdewam kir. Abdullah Zeydan di axaftina xwe de hêvî kir ku cejn û Newroz ji bo Kurdan bibe destpêkeke nû. Zeydan destnîşan kir ku gel bi têkoşîna xwe li her qadê xwedî li Tevgera Azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye û wiha got: “Wekî hûn dizanin meha Sibatê ji bo me meheke girîng e. Rojên borî salvegera komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê bû. Armanca vê komployê ji ya ku xuya dike pir berfirahtir bû. Dixwestin siyaseta Kurd û têkoşîna wê biqedînin; dixwestin di navbera Kurd û Tirkan de şerekî mezin derxin. Lê bi helwesta Birêz Ocalan û gel, ev armanc hat pûçkirin.”

‘Hemû destkeftiyên me bi saya têkoşîna me ne’

Zeydan diyar kir ku ji ber polîtîkayên zextê, Kurd anîne wê astê ku civakbûn û kultura xwe winda bikin, lê bi têkoşînê re Kurdan careke din hebûna xwe keşf kiriye. Zeydan wiha berdewam kir: “Vê tevgerê rê li ber windabûna civakbûn û kevneşopiya Kurdan girt. Kurdan di dirêjahiya dîrokê de tevî zexta desthilatdariyê, li dijî îxanetê jî têkoşîn da. Ger hişmendiya eşîrtî û malbatparêziyê berdewam bikira, ev têkoşîn nedihat meşandin. Yên ku digotin ‘hêza 4 kesan nemaye ku werin cem hev’, îro dibînin ku gel xwedî li rêberê xwe derdikeve. Me çi kiribe, bi berdêl û têkoşîna xwe kiriye.”

‘Divê nasnameya Kurdan di qanûn de bê nasîn’

Zeydan destnîşan kir ku tifaqa Kurd û Tirkan ji bo her du gelan û gelê Ereb rizgarî ye. Zeydan di der barê pêvajoyê de ev xal rêz kirin: “Em ê di pêvajoya li pêş me de bibînin ku bi gaveke Birêz Ocalan rê li ber çi tê girtin û deriyên çi vedibin. Em ê bandora vê li Bakur, Rojava û heta li Rojhilat jî bibînin. Divê rê li ber sepana qeyûman bê girtin û nasnameya Kurdan bi qanûnî bê qebûlkirin. Hevalên me di zindanan de ne, girtiyên nexweş hene. Divê ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê gav bên avêtin.”

Banga yekîtiya Kurdan û bersiva li dijî propagandaya reş

Zeydan li dijî îdîayên ku dibêjin “hûn ji bo Ereban têkoşînê didin” bertek nîşan da û got: “Bê guman em ê berê mafê xwe, piştre jî mafê gelê Ereb biparêzin. Cudahiya me ji faşîstan ev e.” Her wiha Zeydan bal kişand ser hewildanên reşkirinê yên li ser navê Selahattin Demirtaş û Mazlum Ebdî û ev tişt gotin: “Dixwazin bi navê Selahattin Demirtaş an Mazlum Ebdî, Birêz Ocalan bikin hedef. Lê helwesta Birêz Ocalan û ya Demirtaş ev lîstik xera kirin. Dibêjin Mazlum Ebdî li dijî Ocalan e; ev derew e. Guh nedin van gotinên serserî, em têkoşîneke pir mezintir dimeşînin.”

Giringiya têkoşîna jinê

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zekîye İlbasan jî bal kişand ser xeta azadiya jinê û got: “Rêyekê werê hûnandin ku kes nikaribe dest dirêjî por û bedena jinên Kurd û zarokên Kurd bike. Divê her hevalek bi hişmendiya parastina paradîgmayê, derdora xwe ronî bike û vê têkoşînê mezin bike.”

 

Etîket: Abdullah ZeydancivînMûşpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026

Bîranînên Serhedê bi dawî bûn: Ew dê hertim rêya me ronî bikin

11 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne