• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komeleya MED-DERê dest bi atolyeyên axaftinê dike

Abdullah Esen / AW

22 TÎRMEH 2025 - 12:02
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A

Amed – Rêveberê Komeleya MED-DERê Mazhar Aktaş diyar kir ku wan ji bo atolyeyên axaftinê dest bi xebatan kiriye û got: “Serlêdanên qeyda atolyeyên me yên axaftinê hêj berdewam dikin, dê heta sê çar rojan bidomin. Pişt re em ê dest bi atoleyeyan bikin.”

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) li Amedê ji 2017yan heta niha bênevber dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî dide. Komeleyê ji bo atolyeyên axaftinê jî li avahiya komeleyê dest bi qeydan kir. Atolyeyên ku wê li saziyê bên lidarsixtin, tenê dê ji bo kesên axaftina wan qels e were lidarxistin. Heta niha ji bo dersê nêzîkî 15-16 kesan serlêdan kirine. Dê ev atolyeya axaftinê 45 rojan bidome. Kesên ku serlêdan kirine, piraniya wan şagirtên zanîngehê ne. Herwiha ev atolye bi tenê ji zaravayê Kurmancî pêk tê. Rêveberê Komeleyê Mazhar Aktaş, di derheqê agahiyên derbarê qeydên atolyeya axaftinê de, ji Ajansa Welat re axivî.

Mazhar Aktaş, diyar kir ku armanca wan li her derê axaftina Kurdî ye û wiha got: “Qeydên atolyeyên me yên axaftinê hêj berdewam dikin û dê sê çar rojan bidomin. Piştre em ê dest bi atolyeyê bikin. Dê ev atolye hefteyê rojekê be û dê 45 hefteyan berdewam bikin. Di vê qadê de ev tişteke nû ye. Lewre zimanê me ji hemû kodên xwe ve hetiye guhertin û di bin bandora zimanê serdest de maye. Hemû kesên bi zimanê Kurdî re eleqedar dibin dîsa di bin bandora zimanê serdest de dimînin. Em dixwazin reseniya vî zimanî derxin holê. Ji ber vê yekê me pêwîstî bi atolyeyê dît. Serlêdan jî hene. Di gelek beşên civakê de siyasetmedar, bijîşk, parêzer û xwendekar in, dixwazin zimanê xwe li pêş bixin, pratîze bikin, û di bin bandora zimanê serdest derxin. Reseniya vî zimanî em diparêzin.”

‘Bi dildarî vî karî dikin’

Mazhar Aktaş anî zîman ku ew jî bo ziman bi dildarî xebatên xwe didin meşandin û wiha berdewam kir: “Em ne ji bo berjewendiyê li saziyê ne. Heta ji me bê, em ê xizmeta zimanê Kurdî bikin. Di vê atolyeyê de bi tenê zaravayê Kurmancî heye. Heta niha nêzikî 15-16 kesan ji bo atolyeyê serî li me daye. Hinek kes jî agahî dane û ji bo serlêdanê hê jî nehatine. Em dibêjin dê hejmara şagirtan derkeve ser 20an jî. Bi tenê 15 kes bin jî em ê dîsa dersa xwe bidin. Weke ku me plansaziya xwe kiriye, em ê atolyeya xwe bidomînin.”

‘Peyvên şaş dikevin nava ziman’

Mazhar Aktaş di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kêmasiyên rastnivîsa çapemeniyê û wiha axivî: “Bangewaziya me bi taybet ji bo çapemeniyê ye, carna gelek peyvên şaş dikevin nava ziman û ev peyvên şaş weke rast têne belavkirin. Ev me diêşîne û pêşiya wan neyê girtin. Dema ku şaşî bê belavkirin, rastkirina wê gelek zehmet e. Pêşiyê mirov karibe şaşiyên xwe sererast bike, dê gelek baş be. Em bi vî awayî bang dikin û bi taybet jî xebatkarên çapemeniyê beşdar bibin, em ê bêhtir pê keyfxweş bibin.”

Etîket: KurdîMazhar Aktasziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

18 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne