• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kişanak: Divê êdî birêz Ocalan weke mîmarê aştiyê tevkariyê bike

Amed / AW

8 ADAR 2025 - 13:28
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Aktivîsta TJAyê Gultan Kişanak bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Divê êdî tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Birêz Abdullah Ocalan weke mîmarê aştiyê tevkariyê bike.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi tevlibûna hezaran jinan bi dirûşma “Em li dijî qirqirina jinan serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin” li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê mitîngek li dar xist. Rêyên ber bi qada mitîngê ve diçin bi barîkatên polîsan hatin girtin û polîsan du noxteyên lêgerînê danîn. Jinên ku ber bi qada mitîngê ve meşiyan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” ketin qadê.

Qad bi taybetî mor bi alên kesk û sor û zer û spî hatin xemilandin. Jinên ku cilên kurdî li xwe kiribûn pankartên “Jin jiyan azadî”, “Em vîna ji pola silav dikin. Civaka demokratîk ava dikin”, “Li hemberî qirkirina jinê em ê serî rakin. Em ê azadiyê ava bikin”, “Sedsala jinê wê bibe şoreşa zimanê Kurdî” û “Ne tirse hevala min em bi hev re ne” hilgirtin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Jin jiyan azadî, azadiya Rêbertî” , “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Gelek saziyên sivîl ên civakî, endam û rêveberên partiyên siyasî, hevşaredar, parlamenterên DEM Partiyê û bi hezaran jin tev li mitîngê bûn. Mitîng bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Ewilî hevşaredarên navend û navçeyên Amedê yên jin û siyasetmedarên kurd gazî ser dikê hatin kirin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak a ewilî axivî girse silav kir. Serra Bûcak a bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Em jin ji bo ku vê peyamê veguherînin aştiyê li vir in. EM ê bi hev re vê banga aştiyê biqîrin û dest ji mafê xwe bernadin. Li dijî şer em ê aştiyeke bi rûmet biparêzin.

Dayikên Aştiyê kevok firandin

Piştî axaftina Serra Bûcak, Dayikên Aştiyê aştiyê vexwendin ser dikê dayikan kevok firandin.

Dayikê Kûdret Eryilmaz ser navê Dayikên Aştiyê axivî û wiha got: “Em vê rojê temamê dayikê dilşewat, girtiyên li hefs û zindana pîroz dikin. Hêvî dikin ev roj bibe wesîleya aştiyê û hêsirên çavên dayikan bisekinin.”

‘Divê êdî aştî bê rakirin û azadî pêk were’

Aktîvîsta TJAyê Gultan Kişanak jî diyar kir ku piştî 8 salan dîsa li qadan e û wiha got: “Me di nava çar dîwaran de kêliyekê jî dest ji hêviya azadiyê berneda. Bila herkes vê bibine ku têkoşîna azadiyê ya jinan di dile wan de ye. Wê jî çar dîwar nikarin hefs bikin. Di kesayeta Leyla Guven, Ayşe Gokkan û Fîgen Yuksekdag de hemû jinan silav dikim. Heke em bi hev re bin ew deriyên hesin hemû dê vebin û em ê li vê qadê bi hev re govenda azadiyê bigerînin.”
Gulten Kişanak bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Birêz Ocalan li dij3ı polîtîkayên şer ên tên ferzkirin, li wir di her kêliyê de li ser aştiyê fikirî û banga aştî û civaka demokratik kir. Em ji vir wê bangê silav dikin. Hûn amade ne ku pira aştiyê ava bikin. Ev bang ji me hemûyan re hatiye kirin. Li desthilatê, siyaseta demokratik, kurdan, tirkan, gelên rojhilata navîn, me jinan hate kirin. Divê em hemû tişta dikeve ser mile me bikin. Bi tene li bende mayînê nabe. Divê em kêlî bi kêlî aştiyê ava bikin. Em ji Amedê weke jinan di mijara aştî û civaka demokratik soz didin ev berpirsyartî û peywîra me ye. Em ji vir bang li Enqereyê jî dikin. Divê êdî tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Birêz Abdullah Ocalan dê weke mîmarê aştiyê tevkariyê bike. Bila kes xwe nexapîne. Rakirina tecrîda li Îmraliyê vekirina deriye aştiyê ya li Rojhilata Navîn e. Ji bo ku em civaka demokratik ava bikin divê em jinan bikin vîn em sekna xwe ya azadî û aştiyê mezin bikin. Civakeke demokratik a vîna jinê qebûl neke nikare bê avakirin. Ciwanên rêzdar, weke jinên ciwan hûn bibin pêşeng em jî li pişt we bin û bi hev re bimeşin. Divê jinên ciwan vîna xwe deynin holê. Bimeşin jinên ciwan bimeşin, ber bi azadiyê, wekheviyê û aştiyê ve bimeşin ku em jî bi we re bimeşin.”

Pişt re peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji jinan re şandiye, hate xwendin.

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a CîhanêAbdullah OcalanGultan KişanakTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

20 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Berîvan Meryem Uzkaş bi girseyî hat bîranîn

16 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Sonay Mengutay piştî 30 salan azad e: Ji destê me çi were em ê bikin

Sonay Mengutay piştî 30 salan azad e: Ji destê me çi were em ê bikin

13 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne