• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Keziyên jinan dê HTŞê jî têk bibe

Wan /AW

29 ÇILE 2026 - 15:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî êrişên qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tevlibûna hezaran kesan meşek li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir ku piştî meşê axivî, diyar kir ku çawa keziyên jinan DAIŞ têk bir, dê HTŞê jî têk bibe.

Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê ji bo balê bikşîne ser êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên girêdayî Tirkiyeyê, ji Wan AVMê bi pankartên “Em rê nadin dagirkeran, bijî berxwedana Rojava” û “Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye” dest bi meşê kir û girse heta Parka Aştiyê ya Mûsa Anter meşiya. Bi hezaran welatiyên Wanî ku li ber AVMê hatine cem hev, bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” nerazîbûnên xwe anîn ziman. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlementerên DEM Partiyê yên Wanê, hevşaredarên bajarê mezin û navçeyan, rêveber û endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, Dayikên Aştiyê, TJA û bi hezaran welatî di meşê de cih digirin.

Meş li pêşiya Wan AVMê dest pê kir û li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter qediya. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt axivî û bal kişand ser têkoşîna gelê Rojava û hemû Kurdistanê. Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, axivî û diyar kir ku ew dê rê nedin êrişên li ser destkeftiyên Kurdan.

‘Em ê bêdeng nemînin’

Herî dawî Keskîn Bayindir mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku Rojava ne tenê xelkê wir, lê hemû Kurdistanê eleqedar dike û ev tişt got: “Bawer bikin, em ê zîhniyeta HTŞê têk bibin. Çawa ku keziyên jinan DAIŞ têk bir, ew ê HTŞê û zîhniyeta ku piştgiriyê dide wê jî têk bibe. Bila cîhan bizanibe ku em dixwazin vê pirsgirêkê bi aştî û azadiyê çareser bikin. Lê yên ku dixwazin Kurdan bê statû bihêlin, bila bizanin ku em li vir in û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Wan Kurdistan û Kurd parçe kirin, lê Rojava Kurd anî cem hev û ew kirin yek. Niha hemû Kurd ji bo Rojava şer dikin. HTŞ kuklaya ku ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye tayînkirin e û xwedî zîhniyeta DAIŞê ye. Her roj, hêz didin wan û li ser televîzyonê pişta wan digirin. Kurdan dikujin, porê jinan dibirin, ji avahiyan diavêjin. Ciwanan dikujin. Ji me re dibêjin bêdeng bin. Em ê tu carî bêdeng nemînin.”

‘Biryar li Enqereyê tê dayîn’

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku ew dixwazin Kurdên li Rojava ji holê rakin û wiha dawî kir: “Biryara qirkirinê li dijî Kurdan li Enqerê tê dayîn, ne li Şamê. Her roj dibêjin ‘Kurd birayên me ne’. Ger hûn ê her roj vê yekê li birayên xwe bikin, em vê biratiya we ya bêexlaq qebûl nakin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ku rizgariya Kurdan di têkoşîn û yekîtiyê de ye. Wî her wiha hişyarî da Tirkiyeyê û ji wan xwest ku piştgiriyê nedin HTŞê. Birêz Ocalan bang kir ku pirsgirêkên li Sûriyeyê bi awayekî aştiyane werin çareserkirin. Ocalan got ku Colanî DAIŞ e û nikare Sûriyeyê birêve bibe. Rojava dê xweser bimîne û em ê heta dawiyê ji bo vê yekê şer bikin.”

 

Etîket: Gulşen KurtKeskîn BayindirNeslîhan ŞedalPlatforma Saziyên Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

‘Divê em li dijî şerê taybet bi rêxistinî tevbigerin’

1 COTMEH 2026
Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

3 ÎLON 2026
Keskîn Bayindir: Deşt û çiya şahidê têkoşîna şehîdan in

Keskîn Bayindir: Deşt û çiya şahidê têkoşîna şehîdan in

26 TEBAX 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Bernameya DBPê ya Rihayê bi civînên Bêrecûk û Pirsûsê bi dawî bû

Bernameya DBPê ya Rihayê bi civînên Bêrecûk û Pirsûsê bi dawî bû

4 TÎRMEH 2026
Keskîn Bayindir: Ji bo aştiyê divê em têkoşînê mezin bikin

Keskîn Bayindir: Ji bo aştiyê divê em têkoşînê mezin bikin

4 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne