• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Divê ku dewlet bersiv bide banga rêzdar Ocalan

Wan / AW

19 ADAR 2025 - 15:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir diyar kir ku divê Abdullah Ocalan êdî bi awayekî fîzîkî ve azad bibe û got: “Divê bersiv ji banga birêz Ocalan re were dayîn.”

Pîrozbahiya Newroza Wanê li ber Keleha Wanê hat lidarxistin. Bi coşeke mezin berdewam pêk hat. Di pîrozbahiyê de stranbêj Arhat û Rojda derketin ser dikê û coşa gel derxistin asta herî jor.

Siyasetmedar derketin ser dikê û peyamên girîng dan.

Endama Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamentera Wanê Pervîn Bûldan di Newroza Wanê de axivî û diyar kir ku Newroz têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e û wiha got: “Em vê Newrozê bi mizgîniyekê pîroz dikin. Me ev mizgînî ji Îmraliyê ji birêz Ocalan re anî. Di demeke ku tevahiya Rojhilata Navîn veguheriye qada şer de, birêz Ocalan rêyeke nû vekiriye. Îro ji Wanê heta Edîrneyê her kes li vê pêvajo xwedî derdikeve. Heta ev pêvajo bigihe aştiyê em dê li cem birêz Ocalan bin. Hezar silav ji Birêz Ocalan re. Banga Civaka Demokratîk wê li vî welatî gelek tiştan biguherîne. Birêz Ocalan ev 30 sal in vê pêvajoyê bi hev re dihûne. Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye.

Hişyariya sabotaj û provokasyonan

Em dibêjin maf, edalet, hiqûq, nasname û zimanê gelê Kurd. Yên ku hewl didin van hemûyan sabote bikin, divê firsend neyê dayîn. Em ji kesên ku vî welatî bi rê ve dibin re dibêjin; bila vê firsendê ji dest bernedin. Em dizanin ku yên hewl didin vê pêvajoyê bixetimînin hene. Operasyon tên kirin û tayînkirina qeyûman heye. Ev hemû sabotaj û provokasyon e. Em hesasiyetên hev bibînin ji ber ku ev bihar wê bibe bihareke din.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî derket ser dikê û axivî. Hatimgoûllari bang li deh hezaran kesên li qadê kir û binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû şermezar kir.

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Dema em vê dikin, wan li Stenbolê operasyon kir. Operasyona ewil li dijî Lihevkirina Bajar kirin. Anku li dijî HDKê kirin. Dibêjin ku Kurdên li Stenbolê dijîn nikarin tev li rêveberiya bajar bibin. Tevî we jî dê her Kurdê li Stenbolê dijî tev li rêveberiyê bibe.

Banga Ocalan banga rizgariyê ye

Em xwedî li banga birêz Ocalan derdikevin. Ev bang, banga aştiyê ya Kurd û Tirkan e. Silav ji Kawayan re, ji Mazlum Dogan, Denîz Gezmîş û Mahîr Çayanan re. Ev banga banga wergirtina mafên gelê Kurd e. Banga pêkvajiyana li ser zemîna hemwelatiya wekhev e. Banga kedkar û karkeran e. Banga vekirina qada azadiyê ya jinan e û banga ‘jin, jiyan, azadî’ ye. Divê herî zêde jin xwedî lê derkevin. Birêxistinkirina civaka demokratîk, peywira me jin û ciwanan e. Ev bang, banga rizgariya 85 milyon welatiyan e.

Divê dewlet wezîfeya xwe bi cih bîne

Em spasiya xelkê Wanê dikin ku her 14 şaredarî jî bi dest xist. Lê îradeya we hate xespkirin. Hevşaredarên me serfiraziya gel û me tevan e. Birêz Ocalan di banga xse de her wiha bal kişand ser gelên Rojhilata Navîn. Niha jî li Sûriyeyê Elewî û Durzî tên qetilkirin. Tekane rêya rizgariyê ya Sûriyeyê komara demokratîk e. Em bang li îktîdar û aqilê dewletê dikin, ji her çar aliyên bo banga birêz Ocalan piştgirî hte dayin. Divê dewlet peywira xwe bicih bîne û gavan biavêje. Em dibêjin bila xwîn bisekine û aştî bibe. Xwezî bi wan ên hewl didin aştiyê bînin vî welatî.”

‘Em nêzî statu û azadiya xwe ne’

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî axivî û wiha got: “Gelê Kurd bi berxwedana xwe dîrokê dinivîse. Em şahidiya Newrozeke dîrokî dikin. Li vê qadê posterên birêz Ocalan hene lê em dixwazin ku birêz Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin. Berxwedana gelê Kurd û têkoşîna birêz Ocalan dewreke nû dide destpêkirin. Gelê Kurd êdî zilmê qebûl nake û ev yek ragihand. Bi banga Rêberê Gelê Kurd re êdî dewr bû dewrê gelê Kurd. Zalim û serdest dixwazin dîsa vê pêvajoyê têk bibin. Bila bizanin ku êdî ji tîr ji kevaneyê derketiye û kes nikare pêşî lê bigire. Dê hesabên wan têk biçin. Li vê meydanê binêrin, ma ev meydan qet paşve gavê diavêje? Divê bersiva banga Ocalan were dayin. Birêz Ocalan berpirsyartiyeke mezin li xwe girt lê berpirsyartiyeke mezin li ser milên gel jî ye. Em bihêvî ne. Em nêzî statu û azadiya xwe ne. Heke aştiyek bibe, zemîna vê statu ye. Em ji birêz Ocalan bihêvî ne. Dê azadî û aştiya vî welatî pêk bîne.”

Piştî axaftinan stranbêj Rojda derket ser dikê û bi hezaran welatî li ber stran û muzîkê coşand û pîrozbahî bi coşa di asta jor de bi dawî bû.

Etîket: Baroya WanêDBPDEM PartîKeskîn BayindirNewrozNewroza 2025anPervîn BuldanRêbertiya Azad Civaka DemokratîkTJATulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

20 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Pervîn Buldan ji bo dîtina kujerên Buldan, Yildirim û Karay serî li Wezareta Dadê da

Pervîn Buldan ji bo dîtina kujerên Buldan, Yildirim û Karay serî li Wezareta Dadê da

17 TEBAX 2026
‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

16 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Berîvan Meryem Uzkaş bi girseyî hat bîranîn

16 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne