• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Divê gelê me bi ruhê seferberiyê têbikoşe

Êlih / AW

28 ÇILE 2026 - 16:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk li Êlihê têkildarî êrişên çeteyên HTŞê, DAIŞê û yên girêdayî Tirkiyeyê meşeke girseyî pêk anî. Hevserokê DBPê Keskîn Başindir bang li gelê kurd kir ku bi ruhê seferberiyê têbikoşin.

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ên Êlihê têkildarî êrişên çeteyên HTŞê, DAIŞ û komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan li ber deriyê AVMya WORDMARê kom bûn û heta parka 8ê Adarê ya jinan meşiyan. Di çalakiyê Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, parlamenterên Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş û nûnerên gelek rêxistinên saziyên ên bajêr amade bûn. Girseyê di çalakiyê de pankarta “Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye” vekir û meşiya. Girseya ku beşdarî çalakiyê bûn diruşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “HSD gel e gel li vir e”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Kürdistan Kurdistan gora faşîst an” berzkirin. Dîsa dowîzên “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye” û “Rojava rûmeta mirovahiyê ye” rakirin.

‘Ev çi wijdan e? Ev çi mirovahî ye?’

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di meşe de bertek nîşanî medyayên ku piştgiriyê didin HTŞê û got: “Serê zarokên Kurd jê dikin û jinan ji avahiyan diavêjin. Piştre li Enqerê dibêjin ‘Em bira ne.’ Em biratiyek wisa şermezar dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Her roj daxuyaniyên piştgiriya HTŞê tên dayîn. Hey mirovên bêdil hey mirovên bêexlaq, hûn wan kesên ku cenazeyên ciwanên Kurd dişewitînin, zarokan dişewitînin û jinan dikujin pîroz dikin. Ev çi wijdan e? Ev çi mirovahî ye?”

‘Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin’

Di berdewamê de Keskîn Bayindir silavên gelê Rojava ji gele Êlihê re got û wiha axivî: “Ew dixwazin bi hemû hêza xwe li kêleka HTŞê bin. Bi zimanê qirêj her tim êrîş dikin. Ez çûm Qamîşloyê ji me re gotin, ‘Em şer, mirin û komkujiyan naxwazin. Rojava gelek komkujî dîtiye. Heta ku derfet hebin em aştiyê dixwazin. Lê bila bê zanîn Tirkiye û dewletên din bizanin ku em ê axa xwe nedin tu kesî. Encam çi dibe bila bibe, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.’ Kobanî di bin dorpêçê de ye, ne elektrîk û ne jî av heye. Em dixwazin deriyê Pirsûsê were vekirin. Lê ew me ber bi deriyên ku ji hêla HTŞê ve têne kontrol kirin ve dibin. Em şer naxwazin. Lê ew di şer de israr dikin. Ew Kurdek bê statu, bê nasname û bê ziman dixwazin. Em vê yekê qebûl nakin. Em ji tu derê narevin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

‘Hezar silav ji bo ruhê berxwedanê yê li Rojava’

Keskîn Bayindir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hemû cîhan bala xwe daye Rojava. Gel ji bo Rojava li ber xwe didin. Bi milyonan Kurd dibin yek û tev li têkoşînê dibin. Her têkoşîneke ku em li vir dikin moralek mezin dide Rojava. HTŞ û DAIŞ wan ev yek bi kiryarên xwe nîşan daye. Hûn dixwazin bibin cîranên gelê Kurd ê bi rûmet an DAIŞa bêrûmet? Vê biryarê bidin. Kurd radibin ser piyan, Kurd li ber xwe didin. Em di rojên pir girîng re derbas dibin. Divê hemû gelê me bi ruhekî seferberiyê şer bike. Hezar silav ji bo ruhê berxwedanê yê li Rojava. Em ê heta dawiyê bi wan re bin.”

Çalakî bi dirûşmeya “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e” bi dawî bû.

 

Etîket: DAIŞHTSKeskîn BayindirRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne