• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kerboranê silav da Rojava: Em ê ji bo Rojava her dem li ser pêyan bin

Mêrdîn / AW

25 ÇILE 2026 - 15:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî êrişên li dijî Rojava li navçeya Kerboranê meşek li dar xist. Parlamenter Salîha Aydenîz axivî û destnîşan kir ku heta êrişên li ser Rojava berdewam bikin, dê li ser pêyan bin û got: “Bila dewletên navneteweyî helwesta gelê Kurd û dostên wan baş bibînin.”

Platforma Saziyên Demokratîk li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Rojava li navçeya Kerboran a Mêrdînê meşek li dar xist. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes tev li meşê bûn. Girseya ku zêdetirî wan ciwan bû li ber avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Kerboranê kom bû pankartên li ser “Rojava berxwedan e, azadî ye, wijdan e, nikare teslîm bê girtin. Xwedîderketina li Rojava Xwedîderketina li Mirovahiyê ye” û “Her xeleka porên me berxwedana me bihêz dike” dinivîsî û kezî li ser hilgirtin û dowîzên “Jin jiyan azadî”, “Bimre Koledar Bijî Kurdistan”, “Keziyên me tirsa we ye”, “Heke em nebin yek em ê herin yek bi yek” , “Berxwedan jiyan e”, “Rojava rûmeta me ye” û “Kobanê neket wê nekeve” rakirin. Girseya ku dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” , “Jin jiyan Azadî”, “Rojava rojhilat e, Kurdistan yek welat e” berz kir, bi fîrfîrokan jî deng derxist. Girseya ku ji Cadeya Mîdyadê dest bi meşê kir bi berzkirina dirûşman heta Qada Miradê Kinê meşiya.

‘Bila dewletên navneteweyî helwesta gelê Kurd baş bibînin’

Piştî ku girse gihişt Qada Miradê Kinê parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê li vir axivî. Saliha Aydenîz bi bîr xist ku bi rojane Kurd li çar aliyê Kurdistan û cîhanê ji bo Rojava li ser piyan e û wiha got: “Heta ku êriş berdewam bikin, em ê li ser piyan bin, em ê bimeşin û em ê bi ser bikevin. Ji ber ku helwesta me helwesteke bi rûmet e. Em hemû gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê yên berxwedêr silav dikin. Li seranserê cîhanê, gelê Kurd ji bo Rojava bûye yek deng, yek bêhn. Bila dewletên navneteweyî helwesta gelê Kurd û dostên wan baş bibîbin.”

‘Gelê Kurd tu car serî natewîne’

Saliha Aydenîz berxwedana Kobanê bi bîr xist û wiha domand: “Çawa ku em xwedî li Kobanê derketin, em ê bi heman awayî xwedî li Rojava jî derbikevin. Ji ber ku em zanin Rojava berxwedaneke demokratîk dide. Kesên ku dixwazin kurdan tune bikin, bila dîrokê binêrin. Kurdan ne li hember Îskender û ne jî li hember Tîmûr serî netewandin û niha jî serî natewînin.”

‘Kesên ku bêdeng in hevkarên vê komkûjiyê ne’

Saliha Aydenîz anî ziman ku DAIŞ û HTŞ xwedî heman zihniyetê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Rojava xwîn tê rijandin. Kesên ku li hemberî vê bêdeng dimînin hevkarê vê komkûjiyê ne. Dixwazin Kobanê bixin. Ji ber vê yekê hemû çavkaniyên jiyanê yên Rojava birîn. Duh 5 zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Kesên bêdeng in hevkarê vê komkûjiyê ne. Bila baş zanibin ku gelê Kurd her tim li ser piyan e û dê li ser piyan bimîne jî.”

‘Hûn ê Mazlûm Ebdî jî pêşwazî bikin’

Saliha Aydenîz bal kişand ser banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birêz Ocalan banga aştî û civaka demokratîk kir. Li Enqereyê aştiyê diaxivin û li aliyê din êrîşî Rojava dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Herî zêde em xwedî vê pêvajoyê derdikevin. Li gelek bajaran em gelek baş dizanin ku DAÎŞê çi kir, hûn jî vê yekê gelek baş dizanin. Lê ligel vê yekê jî piştgiriya wan dikin. Çawa ku hûn Colanî pêşwazî dikin, hûnê bi heman awayî Mazlûm Ebdî jî Îlham Ehmed jî pêşwazî bikin.”

Welatiyek porê xwe birî

Piştre welatiyek li dijî jêkirina keziyê şervaneke YPJê, weke bertek porê xwe birî û êrişên li dijî Rojava û helwesta çeteyên HTŞê şermezar kir.

Dûre girse ji Qada Miradê Kinê heta avahiya DEM Partiyê ya Kerboranê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Yek e yek e gelê Kurd yek e” meşiya û çalakiya xwe li vir bi dawî kir.

 

 

Etîket: Berxwedana RojavaÇeteyên HTŞ SMO û TirkiyeyêKerboranRojavaseferberiya li Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne