• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kedkarên tenduristiyê astengiyên Iraqê yên li ser Şengalê şermezar kirin

Navenda Nûçeyan / AW

27 GULAN 2025 - 21:26
Kategorî: ROJANE, TENDURISTÎ
A A
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ber astengkirina şandeya bijîşkên Îtalî dewleta Iraqê şermezar kir û xwest pêşî li şandeyên xêrxwaz û alîkariyê were vekirin.

Şandeyeke bijîşk û xêrxwazên Îtalî xwestin di  24ê gulanê serdana Şengalê bikin. Lê şande li Telaferê ji aliyê hêzên Iraqê ve hate astengkirin. Şande tevî astengiyan jî xwe gihandin Şengalê lê, ji Şengalê hatin derxistin. Şande ku berê jî sardana Şengalê kiribû, xwedî projeyên civakî û tenduristiyê bû, xwest hem çavdêriya wan projeyan bike hem jî projeyên nû pêş bixe.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê astengkirina hempîşeyên xwe û şandeya Îtalî ya bi armanca xizmetkirina ji gelên Şengalên re serdan kiribû, şermezar kir. Di daxuyaniya Desteyê de banga helwesta li saziyên mafê mirovan kir.

Bijîşk û kedkarên Desteya Tenduristiyê li Nexweşxaneya ‘Şehîdên Xanesorê’ têkildarî astengiyê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê Endamê Desteya Tenduristiyê Dr. Şêx Nûrî ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate xwestin, saziyên alîkariyê û xêrxwaz bê astengî bikarin bikevin Şengalê û banga helwestê jî li saziyên navnetewî yên parastina mafê mirovan dikin, hate kiri.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Em, weke Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser li Şengalê, didin diyar kirin ku em saziyek rêxistinkirî ne û xizmetên tenduristiyê bêberamber ji xelkê herêmî re bê cudahî pêşkêş dikin. Ev yek piştî komkujiya Şengalê di sala 2014’an de û wêrankirina binesazî û navendên tenduristiyê pêk hat.

Roleke mezin a vê rêxistinê di xizmetkirina ji Şengalê re heye

Em helwesta hêzên girêdayî Iraqê ya li navçeya Şengal û Telaferê ya li hember şandeya Îtalî, şermezar dikin. Rêxistina (IL Kurdistan) xwedî roleke mezin e di xizmetkirina welatiyên herêmê û kesên ji kampên koçberiyê vegeriyayî de, bi pêkanîna projeyên xizmetguzarî di warên perwerde û tenduristiyê de.

Ev rêxistin berê jî gelek caran serdana Şengalê kiriye

Tê zanîn ku ev rêxistin berê jî gelek caran û bi awayekî fermî serdanên xwe ji bo şopandina rewşa mirovî û xizmetguzarî li Şengalê kiribû û dixwest ku xizmetên xwe yên bingehîn di warên perwerde, tenduristî û şaredariyan de bidomîne. Lê belê, hêzên Iraqê li navçeyên Telafer û Şengalê, endamên heyetê ji ketina herêmê û şopandina projeyên wan asteng kirin û ew neçar kirin ku ji herêmê derkevin.

Divê saziyên mafê mirovan li dijî van kiryarên Iraqê derbikevin

Ji ber vê yekê, em bang li hemî kesayetiyên ku di warê mirovî û xizmetguzarî û mafên mirovan de dixebitin, û saziyên civaka sivîl yên herêmî û navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin ji bo rawestandina van kiryar û helwestên Hikûmeta Iraqê yên li hember rêxistin û komeleyên xêrxwaziyê, yên ku bi dilpakî hewl didin xizmetên bingehîn û girîng ji welatiyan re peyda bikin û di piştgirî û avakirina herêma Şengalê de bibin alîkar.”

Etîket: daxuyanîIraqSengaltendurstî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

26 ÎLON 2026
Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

22 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne