• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kedkarên Amedê ji bo 1ê Gulanê bang kirin: Ji bo aştî û azadiyê em li qadê bin

Amed / AW

30 NÎSAN 2026 - 17:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
default

default

Kedkarên Amedê beriya mîtînga 1ê Gulanê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bernameyeke pîrozbahiyê li dar xistin. Kedkaran bang kirin ku ji bo jiyaneke wekhev û aştiyeke mayînde, sibe her kes tev li mitînga ku sibê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin bibe.

Li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovan û Perwerdeyê, TUM BEL-SEN, TMMOB û DÎSK Genel-İşê bi boneya 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê bernameyeke pîrozbahiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de ruhê ked û piştevanî derket pêş û gelek xebatkarên şaredariyê û nûnerên sendîkayan beşdar bûn.

Kedkaran dirûşma “Bijî berxwedana karkeran” berz kirin û bi gerandina govendê 1ê Gulanê piroz kirin. Di bernameyê de li gorî wate û girîngiya 1ê Gulanê peyamên yekîtiyê hatin dayîn. Kedkarên ku li ber avahiyê kom bûn, li ber dahol û zirneyê govend gerandin. Karkeren ku tev li bernameyê bûn têkildarî 1ê Gulanê ji ajansa me re axivîn.

‘Karker, jin û ciwan werin em rêxistina xwe mezin bikin’

Kedkar Muzeyyen Sevîm, bal kişand ser taybetmendiya têkoşîna li Kurdistanê û wiha got: “Li hemû cîhanê roja têkoşîna karkeran e, lê li Kurdistanê her roja me roja têkoşînê ye. Di pêşengiya karkeran de li hemberî zilmê û sermayeyê têkoşînek heye. Di vî şerê ku li Rojhilata Navîn dimeşe de, karker herî zêde di bin zilmê de dimînin; ji ber ku heqê keda wan tev diçe wî şerî. Dewlet temamê pereyê keda me dide şer. Em bang dikin; karker, jin û ciwan werin em rêxistina xwe mezin bikin û li dijî vê zilmê bêjin ‘na’. Bila keda me û jiyana me wekhev be.”

‘Heta ev şer neqede, em ê ji aliyê aborî, tenduristî û hiqûqî ve her tim pirsgirêkan bikişînin’

Karker û Endamê Komîteya Amadekar ê mitîngê Mehmet Candar jî di axaftina xwe de bi bîr xist ku heta pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin, gelê Tirkiyeyê û Kurdistanê dê ji aliyê aboriyê ve her tim di tengasiyê de bin. Mehmet Candar bal kişand ser krîza aborî û mûçeyên ku têra debara jiyanê nakin û wiha got: “Li Tirkiyeyê ev şere 50 sal in berdewam dike û her dem dibe sedema pirsgirêkên aborî. Îro li Amedê du maaş jî têra te nakin. Çimkî kirêya malan bûne 50-60 hezar lîre. Ev pirsgirêka herî mezin a şer e. Heta ev şer neqede, em ê ji aliyê aborî, tenduristî û hiqûqî ve her tim pirsgirêkan bibînin. Piştî ev pirsgirêka gelê Kurd û civakê çareser bû, ev tişt jî dê çareser bibin.”

‘Ji bo aliyê aborî, aştî, azadiya Birêz Ocalan, em sibe li wir bin.’

Mehmet Candar di dawiya axaftina xwe de girîngiya azadiya fizikî û rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di çareseriyê de jî anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêviya me ya azadiyê heye. Birêz Ocalan berê banga kombûna girseyên mezin kiribû ji bo çareseriyê. Ji bo ku ev pirsgirêka gelê Kurd û Tirkiyeyê çareser bibe, em dengê xwe bilind dikin. Bangawaziya me ev e; ji bo aştî, azadî û mafê hêviyê yê birêz Ocalan, em ê sibe li wir bin. Em bang li gelê xwe dikin; sibê saet di 12:00an de li Qada Istasyonê werin gelhev.”

Çalakî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana karkeran” bi dawî bû.

Etîket: 1ê GulaneMehmet CandarMuzeyyen SevîmRoja Karker û Kedkaran a CîhanêSaredariya Bajare Mezin a Amede
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026
Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

7 TEBAX 2026
Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

1 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokan bi hunerê re tîne cem hev

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokan bi hunerê re tîne cem hev

25 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne