• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kedkarên Amedê: Divê em li dijî neheqiyê bibin yek û têbikoşin

Amed / AW

2 GULAN 2026 - 11:29
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Kedkarên ku bi boneya 1ê Gulanê li Qada Îstasyonê ya Amedê kom bûn, diyar kirin ku li dijî neheqî û pergala kapîtalîst tenê rêyek heye; ew jî yekitî û têkoşîna hevpar e.

Bi pêşengtiya KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê, bi hezaran kesan li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê mitîngek hate lidarxistin. Di mitîngê de bi dirûşm, dowîz û pankartan têkildarî mafên karker û kedkaran, pêvajoya heyî û krîza aboriyê peyam hatin dayîn û axaftin hatin kirin. Karker û Kedkarên tev li mitîngê bûn ji ajansa me re axivîn.

‘Hêviya me jî gelek mezin e’

Vehbî Guzel bal kişand ser zehmetiyên debara jiyanê û astengiyên li pêşiya kedkaran û wiha got: “Li her derê armanca me ew e ku em 1ê Gulanê bi bîr bînin, em bejna xwe li ber şehîdên 1ê Gulanê ditewînin. Neheqiyek heye. Mesele hevalên me mûçeya herî kêm dixwazin, ji bo nan keda xwe têdikoşin. Lê belê li her derê li pêşiya wan astengî heye. Em karker hemû dê bibin yek, em ê destê xwe bidin hevdû, bi yek dengî em ê dengê xwe bilind bikin û piranî mafê xwe em ê bi dest bixin. Hêviya me jî gelek mezin e.”

‘Pêşeroja zarokên xwe em ronahî bikin’

Servet Pala jî destnîşan kir ku têkoşîna wan ji bo nifşên nû ye û wiha pê de çû: “Taybet ji bo mafê karkeran em bi dest bixin, em her dem li qadan e, em dengê xwe bilind dikin. Lê em ji vê desthilat û pergalê daxwaza mafê hemû karker û karkerên din jî dikin. Îro ji bo demokrasiyê ev çalakiyên me ji bo me hemûyan girîng e. Em li ser vî ne, em ê serê xwe netewînin. Heyanî dawiyê çi mafê me hebe em ê bînin cih. Çi ser milê me bikeve, yanî pêşeroja zarokên xwe em ronahî bikin. Ev ji bo me hemûyan lazim e.”

‘Ji bo azadiyê em ê her dem li qadan bin’

Sînan Ok jî bal kişand ser girîngiya qadên siyasî û demokratîk û wiha axivî: “Têkoşîna ji bo wekhevî û demokrasiyê bi biryardarî dimeşe. Roja 1ê Gulanê, roja karker û kedkaran e. Têkoşîna siyasî û demokrasiyê her dem herî pêş de ye. Sîyaset û demokrasî ji bo me girîng e, ji bo azadiyê em her dem li qadan bin û daxwaza mafê kedkaran bikin.”

‘Em ê têkoşîna xwe ya ji bo wekheviyê berdewam bikin.’

Yasemîn Kaçiran jî li ser navê jinên kedkar banga berxwedanê kir û wiha domand: “Ez dixwazim roja 1ê Gulanê li hemû karkeran pîroz bikim. Îro karker û kedkar hemû li qadan in. Her çendî astengî hebin jî, em dixwazin keda me neyê xwarin. Wekî jin û wekî kedkar, em dibêjin 1ê Gulanê pîroz be. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo wekheviyê berdewam bikin. Mafê me yê karkeriyê heye, em ê heta dawiyê li ser vî mafî bin.”

‘Heyanî niha çi mafê me hebe, em ê bînin cih.’

Mustafa Alphan jî li dijî pergala kedxwariyê helwesta xwe wiha diyar kir: “Têkoşîna ji bo aştiyê û demokrasiyê bi biryardarî dimeşe. Roja 1ê Gulanê pîroz be. Têkoşîna siyasî û demokrasiyê her dem herî pêş de ye. Em ê li dijî vê sîstema kapîtalîst her dem serê xwe hildin û mafê kedkaran biparêzin. Heyanî niha çi mafê me hebe, em ê bînin cih.”

‘Em ê dev ji daxwazên xwe bernedin’

Recep Demîr jî di axaftina xwe de daxwaza edaletê wiha anî ziman: “Heq, hiqûq, edalet. Ji bo her kesî pêwîst e ku îro li vê qadê be. Ji bo aştiyê, ji bo kedkaran, ji bo azadiyê. Ez dibêjim em ê her sal dengê xwe derxin, em ê her sal li vir bin û em ê dev ji daxwazên xwe bernedin. Ked ne heram e, ked helal e.”

Etîket: 1ê GulaneKarkerkedkar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

90 karker ji kar hatin derxistin: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

90 karker ji kar hatin derxistin: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

30 ÎLON 2026
Karkerên di Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin dest bi grevê kirin

Karkerên di Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin dest bi grevê kirin

29 ÎLON 2026
Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

25 TEBAX 2026
‘Ger çareserî pêk neyê em ê ber bi Serokkomariyê ve bimeşin’

‘Ger çareserî pêk neyê em ê ber bi Serokkomariyê ve bimeşin’

25 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
‘Tişta ku wezaret û Holdînga Yildizê li me dikin bê wijdanî ye”

‘Tişta ku wezaret û Holdînga Yildizê li me dikin bê wijdanî ye”

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne