• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Karwanê ‘azadiyê’ li Amarayê bang kir: Meşa me wê rêzdar Ocalan azad bike

3 COTMEH 2025 - 13:20
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Meşa TJAyê di roja sêyemîn de gihişt gundê Amarayê. Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş a li vir axivî û destnîşan kir ku dê jin bi sekna xwe encama vê pêvajoyê diyar bikin û got: “Ev meşa me dîrokî ye dê encamê diyar bike û rêzdar Ocalan azad bike.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” di 1ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin. Meş, di roja sêyemîn de li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê berdewam dike. Jinên ku hatin ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Xelfetiyê kom bûn li vir stran gotin û dirûşmên “Jin jiyan azadî, azad bikin Rêbertî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Jin dû re ji vir ber bi gundê Amarayê ve ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye bi rê ketin. Jin bi coş û kelecana xwe û berzkirina dirûşman gihîştin gundê Amarayê. Jin li gund bi dirûşm û çepikan hatin pêşwazîkirin. Jinên ku bi dirûşman ketin baxçeyê mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê birayê wî Mehmet Ocalan û xizmên wî ve hatin pêşwazîkirin. Li baxçeyê xanî posterê mezin ê Abdullah Ocalan û pankarta TJAyê ya li ser “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” û “Jin jiyan azadî” hatin daliqandin. Jinan li ber malê bênavber dirûşmên dilsoziya bi Abdullah Ocalan re berz kirin.

‘Têkoşîna we pîroz e’

Mehmet Ocalan ewilî axivî spasiya jinan kir û got: “Hûn hemû bi xêr hatin. Têkoşîna hûn didin pîroz e. Her tişt bi ked û têkoşînê bi dest dikeve. Em spas dikin rêya we vekirîbe serkeftin ji we re.”

Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş axivî.

‘Îro daxwaza azadiya rêzdar Ocalan ji heft parzemînan derbas bûye’

Berîtan Guneş bal kişand ser hevdîtina îro li Îmraliyê pêk tê û got ew silavên xwe ji Abdullah Ocalan re dişînin. Berîtan Guneş diyar kir ku wateya Amarayê ji bo gelê Kurd gelek mezin e û wiha got: “Em şehîdên Amarayê bi bîr tînin. Em saya wan li vir in.” Berîtan Guneş ji jinên enternasyonalîst re jî silav şandin û wiha domand: “Tevahiya jinên enternasyonalîst ku azadiya birêz Ocalan dixwazin silav dikin. Îro daxwaza azadiya rêzdar Ocalan ji heft parzemînan derbas bûye. Azadiya rêzdar Ocalan pêwendiyeke jiyanî û gelan e.”

‘Ev meşa me ya dîrokî ye dê encamê diyar bike’

Berîtan Guneş destnîşan kir ku daxwaza wan a sereke azadiya fizîkî ya Ocalan e û wiha pê de çû: “Êdî em azadiya fizikî ya rêzdar Ocalan dixwazin. Hêj jî mafê hêviyê dikin mijara niqaşê divê hûn pêk bînin. Jin dê bi sekna xwe encama vê pêvajoyê diyar bikin. Ev meşa me dîrokî ye dê encamê diyar bike û rêzdar Ocalan azad bike.”

Perspektîfa Abdullah Ocalan hate xwendin

Axaftina Berîtan Guneş “Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî” bi dawî bû. Paşê jî aktîvîsta TJAyê Fatma Ablay beşeke perspektîfa “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend.

Piştre jinan bi komî wêne kişandin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Jin dê ji Amarayê ber bi navçeya Bêrecûkê ve bimeşin û paşê derbasî Dîlokê bibin.

Etîket: Abdullah OcalanBêrîtan Guneşmeşa “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin”TJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne