• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kampanyaya ‘Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin’ hat destpêkirin

Wan / AW

15 ÎLON 2025 - 18:55
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Rêxistinên Saziyên Civakî (STK) yên Wanê, li dijî zêdebûna kuştina jinan a gumanbar û parastina mafên jinan kampanyaya “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” dan destpêkirin û dan zanîn ku ew ê ji bo ronîkirina mirinên biguman têbikoşin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a STAR, Komeleya Mafên Mirovan a Medyayê (ÎHAMED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Komîsyona Koçberiyê ya Baroya Wanê, Meclîsa Jinan a Rêveberiyên Herêmkî ya Wanê, Kooperatîfa Jinan a Evîn, Komîsyona Jinan a Odeya Endezyarên Çandiniyê ya TMMOB a Şaxa Wanê û Meclîsa Jinan a KESKê ya Şaxa Wanê li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê li dijî zêdebûna kuştina jinan û parastina mafên wan kampanyaya “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” dan destpêkirin.

‘Polîtîkayên şerên taybet mirina gumanbar a jinan gur dike’

Rêvebera Komeleya Jinan a Star Meryema Aslan metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku hejmara zêde ya kuştinên jinan ên gumanbar li herêma Kurdistanê bi taybetî li Wanê diyar e. Meryema Aslan diyar kir ku ev zêdebûn beşek polîtîkayên şerê taybet e û got: “Di demên dawî de, bandora çeteyên tiryak û fihûşê li herêmê zêde bûye û ev rêxistin bûne gefek rasterast li ser mafê jiyanê yê jinan. Wekî stratejiyek sîstematîk ku tevna civakî hedef digire, polîtîkayên şerê taybet bûne amûrek ku tundûtûjiya li dijî jinan û mirinên gumanbar ên jinan gur dike. Li hember vê rewşa dijwar, me wekî rêxistinên sivîl ên li Wanê, çalakî pêk anîn. Em weke Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a STAR, Komeleya Mafên Mirovan a Medyayê (ÎHAMED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Komîsyona Koçberiyê ya Baroya Wanê, Meclîsa Jinan a Rêveberiyên Herêmkî ya Wanê, Kooperatîfa Jinan a Evîn, Komîsyona Jinan a Odeya Endezyarên Çandiniyê ya TMMOB a Şaxa Wanê û Meclîsa Jinan a KESKê ya Şaxa Wanê hatine cem hev. Em ji raya giştî re radigihînin ku me komîteya kampanyayê bi “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” ava kiriye da ku mafê jiyanê yê jinan biparêzin û têkoşîna rêxistinkirî li dijî mirinên gumanbar ên jinan berfireh bikin.”

‘Ev kampanya dê bibe têkoşînek domdar û sîstematîk’

Meryema Aslan, anî ziman ku ev kampanyaya ku ew îro radigihînin ne tenê bersivek e ji bo zêdebûna hejmara mirinên gumanbar ên jinan, ew di heman demê de têkoşînek domdar û sîstematîk e. Meryema Aslan, bal kişand ser armanca kampanyayê û wiha berdewam kir: “Armanca me parastina mafê jiyanê yê jinan, li dijî polîtîkayên ku sûcdaran diparêzin, pêşxistina hevgirtinê, bidawîanîna bêcezatiyê û misogerkirina ku her doz bi bandor û zelal were lêkolîn kirin e. Kampanyaya me armanc dike ku xeteke têkoşînê ya daîmî ava bike, ne bertek nîşan bide. Îro li vir, em bi fermî kampanyaya xwe dest pê dikin. Bi vê kampanyayê re, Qanûna Hejmar 6284, pênaseyên tundûtûjiyê û mekanîzmayên çaresê dê li parêzgeh, navçe û taxan werin ragihandin û gihîştina jinan ji bo agahdariya mafan dê were xurt kirin. Hişyariya raya giştî dê bi rêya civînên taxan, civînên rûbirû û xebata meydanî were bilind kirin. Torên hevkariyê dê bi rêveberiyên herêmî, saziyên hiqûqî, rêxistinên tenduristiyê û medyayê re werin damezrandin. Xeta têkoşînê dê li dijî polîtîkayên ku sûcdaran vedişêrin, tundûtûjiyê normalîze dikin û bêcezatiyê çêdikin, were saz kirin. Kampanya dê bi rêya medyaya civakî, poster, vîdyoyan, çalakiyên kolanan, belavok û panoyên reklamê were xuyakirin. Mekanîzmayên pêşîlêgirtinê dê werin xurt kirin û lêgerîna jinan a edaletê dê were piştgirîkirin.”

‘Em ê navê Rojîn li her derê biqîrin’

Meryema Aslan, bal kişand ser mirina gumanbar a Rojîn Kabaîş jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her gaveke ku em di vê kampanyayê de bavêjin dê dengê Rojîn Kabaiş be. Ew ê bîranîna wê zindî bihêle. Em ê li her kolan û rêyê navê Rojîn biqîrin, ji bo ronîkirina dozê têbikoşin. Em xwe rêxistin dikin da ku dawî li etîketkirina mirina jinan wekî “gumanbar” bînin da ku piştrast bikin ku her doz bi bandor û zelal tê lêkolîn kirin û mafê jiyanê yê jinan garantî bikin. Mirina jinan ne çarenûs e, ew encama pergala serdest a mêran e. Ji bo guhertina vê encamê, em ê êdî bi awayekî ferdî, lê bi awayekî rêxistinkirî û bi hevgirtina civakî têbikoşin.”

 

Etîket: kampanyarêxistinsazîWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

25 TEBAX 2026
Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

23 TEBAX 2026
Kampanyaya paqijiyê: Armanc hişmendiya berpirsyar pêşxistin e

Kampanyaya paqijiyê: Armanc hişmendiya berpirsyar pêşxistin e

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne