• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Jiyana me girêdayî zozanan e’

Omer Demîr /AW

16 TÎRMEH 2025 - 08:38
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Amed – Koçerên zozanên Hesendîkê her demsalên havînê pezê xwe tînin li vir diçêrînin û debara xwe bi sewalkariyê dikin. Koçer Yunus diyar kir ku ew demsala havînê tên zozên û heta demsala payizê li vir in û got: “Zozanê me dewlemend e. Ev zozan çavkaniya debara me ye.

Xwezaya Kurdistanê gelek dewlemend e. Di demsalên bihar û havînan de koçer berê xwe didin zozanan. Zozan parçeyekî çanda Kurdan e. Koçer li zozanan pezê xwe diçêrînin û li vir amadekariya zivistanê dikin. Hem mast, penêr çortan, rûn û gelek berhemên şîr hildiberînin. Bi qasî pêdiviyên xwe ji bo xwe cuda dikin. Yên din jî difiroşin. Koçer li vir hem sewalên xwe diçêrînin û hem jî bi berhemên şîrê pez, debara xwe dikin. Li navçeya Pasûra Amedê Zozanên Hesendînê yek ji wan zozanên herî dewlemend e. Bilindbûna zozan zêdetirî 3 hezar metre ye. Di aliyê av, giya û ajalan de pir dewlemend e. Koçer Yunus Altun ku her sal tê li zozanê Hesendînê sewalan xwedî dike li ser jiyana Zozanê Hesendînê ji ajansa me re axivî.

‘Debara me li ser vî zozanî ye’

Yunus Altûn diyar kir ku 6 gund û gelek gundik debara xwe li ser Zozanê Hesendîne dikin û got: “Bi salan e em tên vî zozanî. Em li gel sewalên xwe tên li vî zozanî jiyana xwe berdewam dikin. Em her sal demsala havînê tên li Zozanên Hesendînê dijîn. Ji aliyê avê ve pir dewlemend e. Em serê havînê tên vir û heta payîzê em li vir dijîn. Debara me li ser vî zozanî ye. Îro ji ber kanên madanê jiyana me di xeterê de ye. Zozan çavaniya me ya jiyanê ye. Ku jiyan li zozanan tune bibe, em ê koçî bajaran bikin. Jiyana me girêdayî vî zozanî ye. Welat her dem pir xweş e.”

‘Jiyana li vir di bin xeterê de ye’

Yunus Altûn destnîşan kir ku av ji bo wan gelek girîng e û ew tişt anî ziman: “Îro ava zozanê gelek kêm bûye. Ji ber ku li vir lêgerîna madanê dest pê kiriye. Em vê madanê naxwazin. Hem jiyana me hem jî jiyana ajalan di bin xeterê de ye. Nezî 400 mih û bizinê min hene. Dewar hene. Bi hezaran ajal li vir dijîn. Derdora me tev giha ye. Ajalên me tev li vir diçêrin. Em mast û penêrê xwe ji şîrê pez çêdikin. Em hemû amûr û alavên xwe li ser pişta hêstiran tînin vir. Welatê me gelek xweş e. Li vir gihayê Çatrî, gezgezik, kereng û sîr heye. Hemû ji bo nexweşiyan derman e. Xweza di aliyê giya û pinçar de gelek dewlemend e û dermanê tenduristiyê ye.”

Etîket: debarJiyanKoçerPasûrpezZozanên Hesendînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

6 ÎLON 2026
Ji Sêwregê heta zozanên Dêrsimê: Jinên koçer

Ji Sêwregê heta zozanên Dêrsimê: Jinên koçer

29 TEBAX 2026
Jiyana bi êş û têkoşînê hatiye honandin: Rewşan Doner

Jiyana bi êş û têkoşînê hatiye honandin: Rewşan Doner

13 TÎRMEH 2026
Karê giran ê metropolan li ser milê Kurdan e

Karê giran ê metropolan li ser milê Kurdan e

10 TÎRMEH 2026
‘Heya pergal negûhere rewşa teqawîtan baş nabe’

‘Heya pergal negûhere rewşa teqawîtan baş nabe’

3 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne