• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinên li Îzmîrê li dijî pakêta darazê meşiyan: Em dest ji nafakayê bernadin!

Îzmîr / AW

9 HEZÎRAN 2026 - 20:24
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Rêxistinên jinan û femînîstên li Îzmîrê, li dijî Pakêta Darazê ya 12an a ku mafê nafakayê dike hedef meşiyan û diyar kirin ku nafaka ne lûtif e, bedela keda wan a bi salan e.

Femînîst û nûnerên rêxistinên jinan ên li Îzmîrê, ji bo şermezarkirina hewldanên betalkirina mafê nafakayê û xalên di Pakêta Darazê ya 12an de, çalakiyek li dar xistin. Jinên ku li pêşiya Avahiya Navenda Pivan, Bijartin û Bicîhkirinê (OSYM) ya li Alsancakê civiyan, di bin dorpêça polîsan de ber bi Navenda Çandê ya Turkan Saylan ve meşiyan. Di meşê de pankartên “Nafaka maf e” û “Hebûna LGBT+an nayên astengkirin” hatin hilgirtin. Jinan di dema meşê de gelek caran dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî têkoşîna me ya jinan” berz kirin. Li ser navê jinan daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hacer Yeşîlçay ve hat xwendin.

‘Armanc bêmaf hiştina jinan e’

Hacer Yeşîlçay destnîşan kir ku êrîşên li ser mafê nafakayê, qedexeyên li ser medyaya dîjîtal û gotinên nefretê yên li dijî LGBTÎ+yan, hemû encama heman hişmendiya siyasî ne û got: “Armanca bingehîn a van rêziknameyan ew e ku jinan, zarokan û mûxalifên civakî bixin bin kontrola desthilatdariyê û îtaetkar bikin. Hişmendiya heyî hiqûqê ne ji bo parastina mafan, lê ji bo sêwirandina civakê li gorî îdeolojiya xwe bi kar tîne.”

‘Nafaka ne lûtif e, bedela keda jinan e’

Di berdewamiya daxuyaniyê Hacer Yeşîlçay bal kişand ser nîqaşên li ser “nafakaya heta hetayê” û got: “Ev îddîa rastiyê nîşan nadin. Nafakaya xizaniyê bi şert û mercan ve girêdayî ye û gava şert biguherin diqede, lê desthilatdarî bi zanebûn xizaniya jinan vedişêre. Nafaka ne lûtfek e. Nafaka encam û bedela keda nexuya ya malê, xizmeta zarok, kal û pîran e ku jinan bi salan bê sîgorta û bêpere hiştiye”

‘Zextên li ser medyayê û zarokan nayên qebûlkirin’

 Hacer Yeşîlçay bal kişand ser xalên pakêtê yên derbarê zarokan û qadên dîjîtal de jî û diyar kir ku nêzîkatiyên cezakirinê yên li bendeva zarokan fikarên wan mezin dikin û got: “Em li vir careke din radigihînin; em dest ji mafê xwe yê nafakayê bernadin. Em li dijî polîtîkayên ku mafên LGBTÎ+an dikin hedef bêdeng namînin. Ji ber ku em dizanin me mafên xwe bi têkoşînê bi dest xistine. Em dest ji jiyana xwe, ji hevdu û ji têkoşîna xwe bernadin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: daxuynaîfemînîstİzmirpakêta darazêrêxistinên jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

3 ÎLON 2026
ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

22 TEBAX 2026
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne