• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinan li Enqereyê astengî nasnekirin û meşiyan

Enqere / AW

25 MIJDAR 2025 - 20:36
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Jin bi mabesta 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya li Ser Jinan a Navneteweyî çalakiya meşê li dar xist. Girseya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî di nav de astengiya polîsan nasnekirin û bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan.

Platforma Jinan a Enqereyê bi mabesta 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya li Ser Jinan a Navneteweyî, li ber peykerê Mafê Mirovan a navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li avahiya xwe heta cihê daxuyaniyê meşiya. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî bi girseyê re meşiya. Girse heta cihê daxuyaniyê bi dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Jin şer nexwazin aştiyê dixwazin” berz kirin.

Jin li ber Peykarê Mafê Mirovan ji aliyê bi sedan jinan ve hatin pêşwazî kirin. Jinên ji ber astengiya polîsan nekarîn bimeşin, bi dirûşme û gotinan bertek nîşanî astengiya polîsan dan. Her wiha girsê pankarta li ser, “Em ji bo jiyaneke azad û ewle li qadan in” dinivisî hilgirtin. Jinên dovîz û wêneyên jinên hatine qetilkirin di destê wan de bû demekê dirêj bertek nîşanî astengiya polîsan dan. Li ser berxwedana jinan polîs neçar man ku rê vebikin. Jinên bariqata polîsan hilweşandin li ser rê bi dirûşmeyan heta Rya Sakaryayê meşiyan.

‘Em ê hesap bipirsin’

Li Rêya Sakaryayê daxuyanî hat dayin. Metna Kurdî ya daxuyaniyê ji aliyê endama Platforma Jinên Enqrreyê Nebahat Çalpan ve hat xwendin. Nebahat Çalpan bi lêv kir ku jin li dijî kuştin û tundiyê li qadan in û jinên hatine qetilkirin bi bîr anî. Nebahat Çalpan destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan heza xwe ji polîtikayên dewletê digire û wiha got: “Di budçeya îsal de jî para jinan tune ye. Lê budçe ji Diyanet û tarîqatan re tê veqetandin. Kuştina jinan her ku diçe zêde dibe. Em li dijî kuştina jinan li qadanin û em ê hesap bipirsin. Ji bo hemû bindestan li dijî pergala serdestiya zilam em ê xwedî li aştiyê derbikevin. Keda me, nasnameya me û laşê me ya me ye. Em bi hev re bi hez in û bi hev re azad bibin.”

Piştî daxuyaniyê li ser navê saziyên jinan jî kesên tevlî bûnê bi dorê mafê axaftin kirin û bal kişandin ser tundî û kuştina jinan û gotin ew ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

   

Etîket: daxuyanîEnqereJinmes
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne