• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jin têkildarî kampanya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan

Stenbol / AW

20 ÇILE 2025 - 15:22
Kategorî: JIN, MANŞET
A A

Jin di çarçoveya kampanya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” ya HDKê daye destpêkirin li hev civiyan. Di civînê de êrişên li ser Bendava Tişrînê û kuştina sivîlan hat şermezarkirin û hat gotin ku têkoşîna wan ji bo jiyanek azad e.

Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di çarçoveya kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” li Navenda Giştî ya HDKê ya li Beyoglûyê civiya. Li salonê pankarta “Ji bo aştiyê milyonek îmze” hat daliqandin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, siyasetmedar Sebahat Tuncel, parlamenterên DEM Partiyê Çîçek Otlu û Kezîban Konukçu, Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) Fîdan Ataselîm, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), SYKP, Partiya Kedê, Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) û gelek jin tev li civînê bûn.

Beştaş: Divê dest ji polîtîkayên mêtîngeriyê bê berdan

Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş axaftina destpêkê kir. Meral Daniş Beştaş ku di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li ser Rojava û kuştina sivîlan û wiha got: “Ez dibêjim ev êrişên li dijî sivîlan binpêkirin e û em wan şermezar dikin. Weke jinên ku nîvê civakê pêk tînin em ê nebin temaşevan. Em hemû dizanin ku jin di şer de têkoşîna xwe ya aştiyê didomînin. Em jin dê ji bo jiyana azad têbikoşin. Têkoşîna me ya ji bo mafên jinan û jiyanê ev demeke dirêj e didome. Ya girîng ew e ku dev ji polîtîkayên mêtînger berde. Îro dema em behsa pêvajoya aştiyê dikin, em ê bi destên xwe pêvajoya aştiyê ava bikin. Em ê di vê pêvajoya muzakere û aştiyê de rola xwe rabin. Em dixwazin li vir vê yekê bînin ziman. Pêvajoyên aştiyê ji jinan cuda pêş nakevin. Em ê jî bibin parçeyek ji vê pêvajoya aştiyê. Em di vê pêvajoyê de ji bo bidestxistina aştiyê têdikoşin.”

‘Sivîlan bombebaran dikin û dikujin’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ji di axaftina xwe de bal kişand ser hewcedariya aştiyeke bi rûmet û wiha axivî: “Bi bîr xist ku kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ hatiye destpêkirin. Em diyar dikin ku çima ewqasî hewcedariya wan bi aştiyê heye û ev kampanya çawa dikare xizmetê ji aştiyê re bike.

Dema em li vir daxwaza aştiyê dikin û ji jinên delal û gelên Tirkiyeyê ji bo aştiyê îmzeyan dixwazin, mixabin li erdnîgariya li kêleka me Sûriyeyê şer û pevçûn berdewam dikin. Îro ji 8ê Çileyê ve bêhejmar bomberdûman li dijî sivîlên li bendava Tişrînê tên kirin. Sivîl jiyana xwe ji dest didin. Hunermendê şanoyê yê hêja Bavê Teyar hat kuştin. Çima hat kuştin? Ji ber ku dema li wir nobetê girtin û daxwaza aştiyê dikirin hatin kuştin, gotin em weke sivîl daxwaza aştiyê dikin. Her wiha hevseroka Qamişlo Menîce Haco Heyder jî hat kuştin. Ji ber ku aştî xwestin hatin kuştin. Ev pêvajo weke bombeyek li şanoyê, li ser dikê ket û xwîn li ser dikê herikî, tê vegotin. Bi rastî jî kuştina Bavê Teyar nîşanî me dide ku çawa xwîn diherike nava dîmen û hunerê. Lê belê ev kes ji bo daxwaza aştiyê çûn wir. Ji bo nobeta aştiyê çûn.

Mixabin di dîrokê de destavêtina sîstematîk a li ser jinê weke amûreke şer hatiye bikaranîn. Qebûlkirina vê ne mimkûn e. Di şer û pevçûnên îroyîn de jî, tacîz, tecawiz û îstismara li ser bedena jinan weke amûra şer dibînin. Em di sedsala 21an de ne. Heke di sedsala 21an de ev yek were dîtin, ne mimkûn e ku em vê qebûl bikin û em ê li dijî vê bi awayekî herî xurt têkoşîna xwe bidomînin.

Ger îro li vî welatî aştî pêk were û şer û pevçûnên li ser pirsgirêka Kurd ku ev nêzî 50 sal in li vî welatî didomin bi dawî bibin, Tirkiye dê çi şiyar bibe? Heke tecrîda ku îro li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin bi tevahî were rakirin, nêzîkatiya ji 7 xalan a birêz Ocalan were pêşxistin, wê çi were serê gelên Tirkiyeyê. Ji bo ku birêz Ocalan li ser aştiyê bixebite hemû şert û merc pêk tên? Em aştiyê dixwazin ku kes nemire, em aştiyê dixwazin ku kes neyê kuştin.”

‘Divê tecrîd bi temamî bê rakirin’

Siyasetmedar Sebahat Tuncer jî di civînê de axivî û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Li vî welatî 2 rojnameger hatin kuştin. Cenazeyên wan jî nedan malbatan. Xebatkarên Çapemeniya Azad îro jî girtî ne. Îro xebatkarên çapemeniyê ji ber ku li dijî van tevlian derdikevin tên binçavkirin û girtin û dişînin girtîgehê. Êrişên li dijî Bendava Tişrînê berdewam dikin. Mirovên li wir bûne mertalên zindî. Gel li ber xwe dide. Li hemberî vê yekê jî li ber xwe didin. Em nikarin tevliên li dijî vî mafê jiyanê qebûl bikin. Di rewşeke wiha de em nikarin behsa aştiyê bikin. Ev rewşên nayên qebûlkirin in. Ger aştî pêk were, wê li Rojhilata Navîn jî aştî pêk were. Ger ku aştî pêk were divê aştî ji bo hemû Kurdan pêk were. Pêdiviya hemû gelên Rojhilata Navîn bi aştiyê heye. Em weke jin têkoşîna aştiyê didomînin. Em heta îro li dijî şer û qetlîamên jinan rawestiyane. Em weke jin bi awayekî stratejîk nêzî têkoşîna aştiyê dibin. Ji bo aştiyeke bi rûmet a li Tirkiyeyê hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re girîng in. Divê tecrîd bi temamî bê rakirin. Em dixwazin aştî pêk were. Pêdiviya gelê Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Civakbûna aştiyê jî ji bo me derfetek e. Weke jin hêza me heye ku em şer rawestînin û aştiyê pêş bixin.”

Civîn piştî îmzeyan bi dawî bû.

Etîket: aştîAzadibavê teyarDEM PartîHDK.Meral Daniş BeştaşTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026
Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

13 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
MYKa DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî civiya

MYKa DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî civiya

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne