• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jin ji bo Gulîzar Yildiz meşiyan 

Şirnex / AW 

25 HEZÎRAN 2025 - 19:52
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
Li navçeya Silopiya Şirnexê ji bo şermezarkirina kuştina jina ciwan Gulîzar Yildiz meşeke girseyî hat lidarxistin. 

Parlamenterên DEM Partiyê Berîtan Guneş û George Aslan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, endamên TJAyê yên Mêrdîn, Sêrt û Şirnexê, rêveberên DEM Partî û DBPê yên Botanê, dayikên aştiyê, hilbijartiyên herêma Botanê, endamên ÎHDê, Baroya Şirnexê, KESK, DÎSK, bi sedan welatî û malbata Yildiz tevlî meşa ji aliyê TJAyê ve hatiye organîzekirin bûn. Girseya ku li kolana hunerê kom bûn bi pankarta, “Qetlîama li ser jinê polîtîk e’ heya kuçeya 2yemîn meşiyan.

Piştî meşê Hevseroka ÎHDê ya Şirnexê Esîn Yilmaz  daxuyanî xwend û got ku Gulîzar Yildiz ne ya yekemîn e, vaye bi salan e li Şirnexê ji aliyê dewlet û mêran ve jin tên qetilkirin û wiha berdewam kir: “Ji sala 2016an ve hem ji aliyê hêzên dewletê ve hem jî ji aliyê mêran ve jin tên qetilkirin. Pakîze, Sêvê û Fatma ji aliyê leşkerên dewletê ve, Sakîne Kulter ji aliyê serokê saziyek a dewletê ve Taybet Înan ji aliyê polîsên tirk ve û îro jî Gulîzar Yildiz ji aliyê zihniyeta mêr ve hate kuştin.”

Yilmaz di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku êdî kêr gihîştiye hestî û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Em hemû êşa ew kêra li bedena Gulîzar ketiye dikêşin. Me bi dehan caran got Hevpeymana Stenbolê ji meriyetê ranekin lê çavan nedît û guhan nebihîst. Ev bûyerên tên jiyîn bingeha xwe ji wir digirin. Ji bo jiyana jinan were parastin divê cezayê herî giran li kujerên jinan were birin. Em hemû Gulîzar in.”

Piştre endama TJAyê Adalet Fîdan jî ev tişt anî ziman: “Mixabin îro jî em ji bo tundiyek li ser jinê, ji bo kuştina jinekî meşiyan. Şêwaza qetilkirina Gulîzar şêwazek DAIŞî bû, em vê şêwazê şermezar dikin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş anî ziman ku îro êşa wan Gulîzar e û ev tişt bi lêv kir: “Îro êşa me Gulîzar e, sedema kuştina jinan ji ber berxwedana jina azad e. Roj tuneye ku li herêmê tundiya li ser jinê pêk neyê. Her roj jinek li hundirê mala xwe, li kolanê, li kar rastî êrîşî tên. Ji bo pêşîgirtina vê tundiyê êdî dema raperîna jinan e. Çawa li Rojava me pêşberî rastiya DAIŞê li ber xwe da îro em ê li vir jî li ber xwe bidin. Pêkanîna tundiya li ser jinê tiştek pergalî û ev yek bi destê dewletî jî pêk tê. Heya ku em li vir bin em ê li hember kuştina jinan li ber xwe bidin.”

Di dawiya axaftinan de dayik û xwişka Gulîzar Yildiz jî axaftin kirin û gotin ku ji bo kuker cezayê herî zêde wergire ew ê heya dawiyê li pey şopa doza Gulîzar bin.

Piştî axaftinê girse bi dirûşmeya, ‘Jin jiyan azadî’ belav bû.

          

Etîket: GulîzarJinmesŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026
Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

28 TEBAX 2026
Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

27 TEBAX 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne