• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Wanê bang kirin: Em azadiya Ocalan weke azadiya xwe dibînin

Wan / AW

17 ÎLON 2025 - 19:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo balê bikşînin ser “mafê hêviyê” yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist û got: “Em Azadiya Birêz Ocalan weke azadiya xwe dibînin û daxwaza me zelal e, divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan were misogerkirin.”
Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo balê bikşînin ser “mafê hêviyê” yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Em ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşin” meşek li dar xist. Bi hezaran kes ji pêşiya Wan AVMê heta Qada Bajêr (Kent Meydani) meşiyan û di meşê de flama û posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Bi hezaran welatî tev li meşê bûn.
‘Bi milyonan li dû Rêber Apo ne’
Di meşa bi pêşengiya Dayikên Aştiyê destpêkir de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan na be” û “Bê Serok aştî bi rê ve naçe” hatin berzkirin. Meşa ku ji her temenî beşdar bû, bi çepik, nîşanên
serketinê û qorneyên wesayîtan gihişt Qada Bajêr. Hevserokê DBP’ê yê Wanê Cemal Demîr ku li vir axivî, da zanîn ku tevî provakasyonan jî wan meşa xwe li dar xist û bertek nîşanî êrîşa provakasyona
polîsan da. Cemal Demîr, anî ziman ku tevî êrîş û provokasyonan jî ew dê di aştiyê de bibiryar bin û got “Dewlet ji bo aştiyê çû ber pêyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Rêber Ocalan ev pêvajo bi vî rengî da destpêkirin. Em jî niha bi milyonan li dû Rêber Apo û pêvajoya nû ne.”
‘Em azadiya Ocalan weke ya xwe dibînin’
Dûre Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û diyar kir ku ew bi sedsalan e li ser axa xwe bi azadî najîn. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, anî ziman ku 52 salên dawî yên têkoşînê nîşan dide ku divê li ser van axan aştiyek bi rûmet were avakirin û got: “Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de banga xwe bi tevahiya cîhanê re parve kir. Birêz Ocalan gelek caran gotiye ku ev şer dikare biqede, lê divê şert û mercên guncaw ji bo vê yekê werin afirandin. Ji bo cara yekem e ku gelê Kurd evqas nêzîkî aştî û azadiyê ye. Biryara DMMEyê hîn jî nayê bicîhanîn. Em dixwazin aştiyê bînin ser rastiyê. Ji bo ku ev pêk were, divê Birêz Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe. Birêz Ocalan qet azadiya xwe ya şexsî nexwestiye. Lê em azadiya wî wekî ya xwe dibînin. Divê mafê hêviyê ji bo hemû girtiyan, bi taybetî jî ji bo Birêz Abdullah Ocalan were sepandin. Li ser banga Birêz Ocalan komîsyonek hat avakirin, lê hîn jî bi aktorê sereke yê aştiyê re hevdîtin nekiriye. Divê komîsyon di zûtirîn dem de bi Birêz Ocalan re hevdîtin bike. Me li van axan ji bo aştî, azadî, edalet û wekheviyê şer kiriye û em ê berdewam bikin, lê daxwaza me ya îro zelal e, divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan were misogerkirin.”

   

Etîket: AzadigirsemesWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026
Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

28 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne