Dêrsim – Jinên koçer ên ku berê xwe dane zozanên Dêrsimê behsa jiyana zozana kirin û anîn ziman ku gelek zehmetiyan dikişînin lê jiyana li zozanan li ber jiyana li bajaran jiyaneke paqijtir û xweştir e.
Kevneşopiya zozanan ya ku bi sedsalan e berdewam dike, îro bi zehmetiyên nû yên ku modernîzm û şert û mercên avhewayê anîne re rû bi rû ye. Ev rêwîtiya zehmet a ku ji navçeya Sêwregê ya Rihaya dest pê dike û heta zozanên Dêrsim û Erzînganê dirêj dibe, ne tenê çêrandina ajalan e; di heman demê de têkoşîna jiyanê ye ku li ser milê malbatan, zarokan û herî pir jî li ser milê jinan tê kirin. Jin, di konên zozanan de karên malê dikin, zarokan mezin dikin û di heman demê de yekser tev li hilberîna ajaldariyê dibin. Halîme Karamanlî û Halîse Karamanli ku ji Sêwregê berê xwe dane zozanên Dêrsimê li ser kar û barên zozanan ji ajansa me re axivîn.
‘Zehmetiyên em dikişînin hene’
Halîme Karamanli anî ziman ku ew ji Sêwregê ji bo xwedîkirina ajalan hatine zozanan. Halîme Karamanlı diyar kir ku pir zehmetî dikişînin, zarokên wan jî bi astengiya re rû bi rû dimînin û wiha got: “Jiyana me jî wiha diçe, em koçeriyê dikin. Em ajalên xwe diçêrînin em bi zarokê xwe ve diçin zozanan. Bi rastî ji me re tu rehetî tune ye, barê me pir e û giran e, em gelek caran di konan de nikarin razên. Bi şevan tenê dikarin rûnên. Dem bi deman em jiyana zarokên xwe û jiyana xwe bi ewle nabînin.”
‘Jiyana li zozanan xweş e’
Halîse Karamanli jî destnîşan kir ku pir zehmetiyan dikişînin lê xweşiya wan li ber zêdetir e, li zozanan hewa paqij e û jiyana li zozanan xweştir e û wiha axivî: “Lê zehmete em tên li van deran zarokên me bi me re ne. Ev çar sal in bi kurê meta xwe re zewicîme û têm zozanan. Xweşiya vî karî ew e ku tu têyî mirovên xwe dibînî, tu mirovî cuda dibînî. Zehmetiyên wê jî hene, tu bi kamyonan tê yî ajalên te dikevin xetereyê, canê me dikeve xetereyê. Lê heger pirsgirêk dernekevin ajalên me digihîjin rehetiyê, ev der ji bo wan rehettir e. Dikarin têr çêrê bixwin. Karê me zehmete lê belê dîsa jî xweş e. Paqijiya li kon pir zehmete her tim qirêj dibe, zarokên me bandor dibin hinek cara em nikarin derfetan ji wan re ava bikin ji ber ku rê tune ye. Baran û şilî jî li vê derê pir tê. Em sê sal li Erzînganê bûn, Erzîngan ne wek li vir bû, rehettir bû. Car carna zarokên me ji tirsan re nikarin razên. Zehmetî hebin jî em dîsa neçar in bixebitin.”
















