• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Koçer li dijî modernîteya kapîtalîst çanda civakî diparêzin

Mahmût Altintaş /AW

27 MIJDAR 2024 - 08:10
Kategorî: MANŞET
A A
Şirnex – Koçerî ku li Kurdistanê xwedî dîrokeke kevnar e, li dijî modernîteya kapîtalîst çanda dîrokî ya civakî diparêzin. Koçerên Hezexê ku bi hatina demsala payîzê re ji zozanan vêgeriyan deştê bi lêv kirin ku ji ber qedexeyên zozanan gelek zahmetiyan dijîn û lêşkerî sîxurtiyê li ser wan ferz dike.

Li Kurdistanê koçerî xwedî dîrokeke kevnar e. Li dijî modernîteya kapîtalîzme koçer, çanda dîrokî ya komînal diparêzin. Koçerî jiyaneke komînal e. Koçer hemû karî bi hev re dikin û jiyana parvekirinê esas digrin. Bi modernîteya kapîtalîst ve takekesî pêşketiyê Lê koçerî berovajî vê yekê li dûrî modernîte jiyaneke bi hev re û parvekirinê esas digrin. Zivistanî konên xwe li deştan vêdigirin û heta demsala biharê li deştan zivistanê derbas dikin. Bi demsala biharê re barê wan li ser mile wan ê û dadikevin çiya û zozanan. Heta demsala payîzê jî li zozanan dimînin. Debara wan jî li ser xwedîkirina sewalan e.

Helbet zor û zahmetiyên koçeriyê jî hene. Her demsalekê li warekî ne. Mala wan her li ser milê wan e. Rêya wan dûr û dijwar e. Bi hincetên “Ewlehiyê” dewletê gelek zozanên Kurdistanê qedexê kirinê. Ew qedexê jî herî zêde li ser koçeran bandor dike. Dema koçer diçin zozanan rastî astengiya lêşkeran tên. Her wiha zexta lêşkeriyê hertim li ser wan e. Sixurtiyê li ser wan ferz dikin û dema ew li dijî vê yekê tên neçar dimînin ku koçber bibin û cihe xwe biguherînin. Dema zivistan tê vêdigerin deştê jî vê carê rastî zextên gundî û welatiyên bi cih bû ne tên. Ji bo bikarin li cihekî konên xwe vêgrin û zivistanê li wir derbas bikin pereyekî zede didin gundiyan. Koçer hem rastî zext û astengiyên dewletê tên, hem jî rastî astengiya gundiyan tên. Di nav vê zahmetiyê de ew jî hewl didin jiyana xwe bidomînin.

Li Şirnexê koçerên ku di demsala biharê de diçin zozanên Kato Jîrkî, Kato Marînos, Feraşîn û Kela Memê bi demsala payîzê re vêgeriyan deştê û ji bo derbas kirina zivistanê konên xwe vêgirtinê.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî koçerên ku li zozanên Kato Jîrkî, Kato Marînos,Feraşîn û Kela Memê bûn bi hatina demsala payîzê re vêgeriyan deştê. Koçerên ku li gundê Arbo ya Hezexê di bin kontarê çiyayê Bagoke de konên xwe vêgirtinê dê demsala zivistanê li vir derbas bikin. Koçer ji bo heta biharê bikarin li wir bi cih bibin pereyekî zêde gundiyan. Ji bo em jiyana koçeran û zor û zahmetiyên ku ew dijîn fêr bibin û bidin xuyakirin, em çûn kontarê çiyayê Bagokê. Em bûn mêvanên wan û me guhê xwe da wan.

Bi demsala payîze re koçer vêgeriyan deştê

Em derbasî konê reş dibin û ji koçeran Ayşe  Sora ya ku li hundirê kon li ber sobeyê rûniştiye em pêşwazî kirin. Ayşe Sora ku jiyana wê bi koçeriye derbas bû, heta vî temenê xwe gelek zor û zahmetî dîtiye. Ayşe Sora li ser zor û zahmetiyê koçeriyê van agahiyan dide me: “Li Şirnexê koçerên ku di demsala biharê de diçin zozanên Kato Jîrkî, Kato Marînos, Feraşîn û Kela Memê bi demsala payîzê re vêgeriyan deştê. Ji bo demsala zivistanê li vir derbas bikin kon vedane. Li Şirnexê koçerên ku di demsala biharê de diçin zozanên Kato Jîrkî, Kato Marînos, Feraşîn û Kela Memê bi demsala payîzê re vêgeriyan deştê û ji bo zivistanê li vir derbas bikin konên xwe vêgirtinê. “Koçeri pir zahmet e. Em gelek zahmetiyan dikşînin. Lê koçerî parçeyekî jiyana me ye. Ji zarokiya xwe ve em koçerim. Em di meha mijdarê de tên li gundê Arbo ya Hezexê ku di bin kontarê çiyayê Bagokê Li Şirnexê koçerên ku di demsala biharê de diçin zozanên Kato Jîrkî, Kato Marînos, Feraşîn û Kela Memê bi demsala payîzê re vêgeriyan deştê û ji bo zivistanê li vir derbas bikin konên xwe vêgirtinê. Heta meha nîsanê li vir in. Di meha nîsanê de jî em diçin Şirnexê û li wir diçin Feraşîn heta meha mijdarê. Ji ber qedexê bûna zozanan ji me re zahmetiyan jî derdixînin. Ji berê ew zahmetî tune bûn lêod niha zahmetiya zozanan jî hene. An ji me re dibêjin neçi an jî nahelin em biçin. Lê dîsa jî em diçin. Gelek koçer bê cih ma ne gundî jî nahêlin em bi cih bibin. Li Şirnexê koçerên ku di demsala biharê de diçin zozanên Kato Jîrkî, Kato Marînos, Feraşîn û Kela Memê bi demsala payîzê re vêgeriyan deştê û ji bo demsala zivistanê konên xwe vêgirtine. Divê ew qedexeya li ser zozanan rabê ku em jî bikarin bi rihetî biçin zozanên xwe.”

‘Zozanên me qedexe dikin’

Yek ji koçeran Sofî Ozdemir e. Sofî Ozdedemîr jî balê dikişine ser qedexekirina zozanan û van agahiyan dide me: “Jiyana me bi koçeriyê derbas bû. Bav û kalên me jî koçer bûn û em jî koçer in. Em bi xwedîkirina pêz debara xwe dikin. Jiyana me hemû bi zor û zahmetiyan derbas dibe. Zozanên me tên qedexêkirin. Her tim li ser me koçeran zext hene. Dema em tên deşte heqê 3-4 mehan pereyan ji me distînin. Dema qedexê tune bûn pir xweş bû. Em bi aramî diçûn zozanên xwe. Lê niha ne wisayê. Daxwaza me ew ê ku qedexeya li ser zozanan rabe û em jî bi rihetî bikarin biçin zozanên xwe.”

‘Lêşkerî sîxurtiyê li me ferz dike’

Ji koçeran Zehra Ertan di temenê xwe yê civantiyê de berpirsiyariyeke mezin girtiyê ser milen xwe. Tevî temenê xwe ye biçûk jî gelek zor, zahmetî û êş kişandiyê. Lê tevî zor û zahmetiyan jî Zehra Ertan ji jiyana koçeriyê kêfxweşê. Zehra Ertan jî tekildarî qedexeya li ser zozanan diyar dike ku leşker sîxurtiyê li ser wan ferz dikin û wiha dibêje: “Em di çûn û hatina zozanan de pir zahmetiyan dikşînin. Em edî nikarinê debara xwe bikin. Em gelek pere didin heqê cih. Gundî pir pereyan ji me dixwazin. Em salê 2 caran cihe xwe diguherînin. Biharî em ji vir diçin zozanên Kato Jîrka, Kato Marînos, Feraşîn û Kela Memê. Zozanan li me qedexe dikin. Gelek astengiyan derdixînin. Lê em astengiyên wan nasnakin. Diçin zozanan. Li me sîxurtiyê ferz dikin. Em jî qebûl nakin. Dema cih qedexe dikin û zextê li ser me dikin em cihe xwe diguherînin. Di demsala payîzê jî tên deştê û heta biharê li deştê dimînin. Daxwaza me ew ê ku qedexeya li ser welatê me û zozanên me rabin.”

‘Me ji xeynî koçeriyê tu kar nekiriye’

Ji koçeran Resul Ertan jî ji aliyekî ve depoyê xwe ye avê ku kun bûye pîne dike û ji aliyekî ve jî ji me re qala koçeriyê dike. Resûl Ertan wiha serpêhatiyên xwe bi mere parve dike: “Em bi jiyana koçeriyê kêfxweş in Karê me koçerî ye. Em ji xeynî karê koçeriyê tu karên din nakin. Em bi xwedîkirina pez debara xwe dikin. Zahmetiyên koçeriyê pir in. Heta em li zozanekî an jî gundekî bi cih dibin em gelek zor û zahmetyan dijîn. Gundî heqê cih pir pereyan ji me dixwazin. Ji ber qedexeya zozanan em nikarin tev bigerin. Êdî xwedîkirina pez pir zahmet e. Şivanî jî zor bûye. Zivistanî kon gelek zar in. Em hewl didin bi sobeyan xwe germ bikin.”

 

 

Etîket: FeraşinHezexKato JîrkîKoçerMarînosResûl ErtanŞirnexSofî OzdemîrZehra ErtanZozan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Sêwregê heta zozanên Dêrsimê: Jinên koçer

Ji Sêwregê heta zozanên Dêrsimê: Jinên koçer

29 TEBAX 2026
Li Şirnexê agir bi daristanê ket

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

1 TEBAX 2026
Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

24 TÎRMEH 2026
Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

21 TÎRMEH 2026
ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

17 TÎRMEH 2026
Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

15 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne