• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji Şeredariya Amedê komxebata têkoşîna li dijî tundiyê: Em ê rê nedin tundiyê

Amed / AW

29 MIJDAR 2025 - 11:03
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Serokatiya Daîreya Xizmêtên Jinan û Malbatê ya Şeredariya Bajarê Mezin a Amedê, Komxebata, “Çareserî û Astengiyên Binyatî ku di Têkoşîna Bi Tundiya Arasteyî Jinan de Tên Dîtin” ku wê 2 rojan bi dome li dar dixe. Di komxebatê de li ser rêbaza têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş tên kirin.

Serokatiya Daîreya Xizmêtên Jinan û Malbatê ya Şeredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çerçoveya bernameyên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinan a Navneteweyî de li eywana Şeredariya Bajarê Mezin a Amedê Komxebata, “Çareserî û Astengiyên Binyatî ku di Têkoşîna Bi Tundiya Arasteyî Jinan de Tên Dîtin” ku wê du rojan bidome li dar xist. Hevşaredara Amedê Serra Bucak, Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, hevşeredarên navçeyên Amedê yên DEM Partiyê, saziyên jinan û gelek jin tev li konferansê bûn. Komxebatê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

‘Em ê mekanîzmayên li dijî tundiyê zêdetir bikin’

Piştî rêzgirtinê Hevşeredara Bajarê Mezin a Amedê Sera Bucak ewilî axivî û bi lêv kir ku tundiya li dijî jinan her ku diçe zêdetir dibe û wiha got: “Tevî têkoşîn û xebata jinan jî tundiya li dijî jinan nehatiye rawestandin. Ev tundî ji polîtîkayên dewletê qut nîn in. Dewlet bi darazê faîlan û kujeran diparêze û ji ber polîtîkayên necezakirinê pêşî li tundiya li dijî jinan nayê girtin. Lê em ê tevî vê pergalê jî ji bo rêbazên xwe yên têkoşîna li dijî jinan ji nû ve bigirin dest û li ser serpehatiyên xwe yên têkoşînê rawestin. Me hewceyî bi komxebateke bi vî rengî dît. Di vê komxebatê de jî em ê li ser vê yekê nîqaşan bikin. Em ê bi hev re ji bo rêbazên têkoşîna hevpar gotûbêj û nîqaşan bikin. Bi vê komxebata du rojan em beşdarên hêja dê li ser rêbaza têkoşînê nîqaşan bikin. Em ê têkoşîna tundiya li dijî jinan bi berfirehî bigirin dest. Ez bi bawerim ku em ê bi hev re mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê zêdetir bikin. Em ê bi hev re tundiyê rawestînin.”

‘Pêwîstî bi komxebatê hebû’

Pişti Serra Bucak, Seroka Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê Ozden Sumer Gurbuz jî diyar kir ku komxebata wan dê du rojan bidome û got: “Li ser rêbaza têkoşîna li dijî tundiyê hewceyî bi guherînekê heye. Ji bo wê jî me xwest em komxebateke bi vî rengî bidin destpêkirin. Di vê komxebatê de em ê li ser têkoşîna tundiya li dijî jinan dikarin çi bikin, nîqaşan bikin.”

Bernameya komxebatê

Piştî axaftinan komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Di komxebata ku dê du rojan bidome de dê li ser mijarên wek, “Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de pirsigrêkên rû bi rû mayînê”, “Pirsgirêkên ku saziyên jinan pê re rû bi rû dimînin û sedem û encamên wê” û “Di têkoşîna li dijî tundiyê de pêşniyarên çareseriyê” nîqaş bên kirin.

Etîket: 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser JinêSaredariya Bajare Mezin a AmedeSerokatiya Daîreya Xizmêtên Jinan û Malbatê ya Şeredariya Bajarê Mezin a AmedêSerra BucakTundiya li ser jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Dewlet bi polîtîkaya bêcezahiştinê mêran diparêze’

‘Dewlet bi polîtîkaya bêcezahiştinê mêran diparêze’

20 MIJDAR 2026
‘Li cihê ku jin ne azad be li wir aştî pêk nayê’

‘Li cihê ku jin ne azad be li wir aştî pêk nayê’

13 MIJDAR 2026
Ji KJKê banga ji bo 25ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye

Ji KJKê banga ji bo 25ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye

6 MIJDAR 2026
Di nav mehekê de li Îranê 23 jin û 5 zarok hatin kuştin

Di nav mehekê de li Îranê 23 jin û 5 zarok hatin kuştin

27 COTMEH 2026
Hevşaredarê Amedê: Divê wezaret serlêdana ji bo ziman zû erê bike

Hevşaredarê Amedê: Divê wezaret serlêdana ji bo ziman zû erê bike

27 COTMEH 2026
Şehrîban Ertaş: Kuştina jinan encama pirsgirêkeke civakî û pergalî ye

Şehrîban Ertaş: Kuştina jinan encama pirsgirêkeke civakî û pergalî ye

16 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne