• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê û banga navnetewî

Navenda Nûçeyan / AW

16 KANÛN 2024 - 11:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji bo diyalogê û avakirina Suriyeyê beyanameyeke ji 10 xalan pêk tê, belav kir. Di beyanameyê de bang li tevahiya hêzên Suriye, navnetewî û welatên Ereban hat kirin.

 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo diyaloga derbarê avakirina Suriyeyê de, beyannameyek belav kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) beyanname li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê ji aliyê Hevserokên Meclisa Rêveber Evîn Siwêd û Hisên Osman ve bi zimanên Kurdî û Erebî hat xwendin.

Beyanname wiha ye:

“Bi ketina rejîma Baas a despotîk re, Sûriye derbasî pêvajoyeke nû bû. Bi armanca ku em bikarin bi serketî derbasî pêvajoya derbasbûnê bibin, divê em hevgirtî bin. Divê em ji bo xêzkirina nexşerêyeke hevbeş bibin yek û bi hev re kar bikin. Divê siyaseta dûrxistin û paşguhkirinê ku Sûriye wêran kiriye, bi dawî bibe. Divê hemû hêzên siyasî di pêvajoya derbasbûnê de cihê xwe di avakirina Sûriyeya nû de bigirin. Li ser vê yekê em bang li hemû aliyên sûriyeyî dikin ku nêzîkatiyên xwe yên li beramberî hev, di ber çavan re derbas bikin û berjewendiyên nîştimanî yên hevpar di ser her tiştî re bigirin.

Li ser vê bingehê, em dibînin ku tevkariya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rêveberiya siyasî ya li Şamê de dê li gorî berjewendiyên tevahî sûriyeyiyan be. Ev tevkarî dê bibe destek ku em bi serketî ji vê pêvajoya zehmet derkevin.

Wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em berpirsyariyên xwe li hember gelê Sûriyeyê bi tevahî pêkhateyên wê, dizanin. Ji bo bicihanîna erkên li hember gelê me, em ji bo avakirina Sûriyeya nû beyannameya diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî pêşkêş dikin.

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rola erênî ya dewletên Ereban, dostên ku piştgiriyê didin tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê erênî dinirxînin. Divê ev piştevanî ji bo avakirina Sûriyeya nû dewam bike da ku mafên hemû pêkhateyan li gorî bingehên demokratîk mîsoger bike da ku zemîneke guncaw a destpêkirina diyaloga nîştimanî ya sûriyeyî ya giştî ku her kes tê de beşdar bibe, peyda bike.

Ji bo avêtina van gavan ku em wek çarenûsî di vê pêvajoyê de dibînin, em bang li tevahî hêzên Sûriyeyê dikin ku bi hev re li ser van xalan kar bikin:

– Parastina yekitî û serdestiya xaka Sûriyeyê û parastina wê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.

– Divê li seranserî xaka Sûriyeyê çalakiyên leşkerî werin rawestandin û diyaloga nîştimanî ya giştî ya avakirinê dest pê bike.

– Helwesta hezkirinê bigirin û ji xîtaba nefret û xiyanetê ya di navbera sûriyeyan de dûr bikevin. Sûriye bi hemû pêkhate û rengên xwe dewlemend e, divê ev pirrengî û dewlemendî li ser esasê demokrasiya adilane were parastin.

– Ji bo yekkirina nêrînan der barê pêvajoya derbasbûnê de divê civîneke awarte bi beşdariya tevahî hêzên siyasî yên sûriyeyî li Şamê were lidarxistin.

– Divê beşdariya jinan di pêvajoya siyasî de çalak be.

– Serwet û çavkaniyên aborî milkê tevahî gelê Sûriyeyê ne, divê bi awayekî adilane li tevahî herêmên Sûriyeyê were belavkirin.

– Divê garantiya vegera niştecihên resen û koçberên ku bi darê zorê koçber bûne, were dayîn. Divê mîrasa wan a çandî were parastin û siyasetên guhertina demografiyê werin bidawîkirin.

– Li gel geşedanên li Sûriyeyê rû didin, em teqez dikin ku em ê şerê li dijî terorê bidomînin da ku rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst venegere. Ev yek jî dê bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî be.

– Divê dagirkerî bi dawî bibe, biryara diyarkirina siberoja xwe di destê gelê Sûriyeyê de be. Divê rêbaza cîrantiya baş were pêkanîn.

– Em rola avakar a dewletên Ereban, Neteweyên Yekbûyî, Koalîsyona Navneteweyî û tevahî hêzên navneteweyî yên çalak ên li Sûriyeyê pêşwazî dikin. Em bang li wan dikin ku roleke erênî û aktîf di pêşkêşkirina şêwiran, piştevaniya gelê Sûriyeyê, nêzîkirina nêrînên pêkhateyan de pêk bînin. Divê ev rol ji bo parastina ewlehî û rêgirtina li ber destwerdanên derve di kar û barên Sûriyeyê de be.”

Etîket: Bakur û Rojhilatê SûriyêbeyannameReqaRêveberiya XweserSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

12 ÎLON 2026
Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026
Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026
Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin

Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin

29 TÎRMEH 2026
Piştî 17 salan Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres dê serdana Sûriyeyê bike

Piştî 17 salan Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres dê serdana Sûriyeyê bike

22 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne