• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji NYê re name şandin: Divê NY mudaxileyî êriş û komkujiyan bike

Êlih / AW

16 ÇILE 2026 - 15:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û taxên Helebê daxuyanî da û got: “Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi lezgînî mudaxileyî êriş û komkujiyên ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Artêşa Sûriyeyê ve tên kirin, bike.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ku ji gelek saziyan pêk tê bi boneya şermezarkirina êrişên li ser taxên Şêxmexsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê hatin kirin û êrişên li Rojava pêk tên, li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de nûner û rêveberên DEM Partiyê, DBPê, TJAyê MEBYA-DER, Egîtîm Sen, ÎHD, OHD, ARÎ-DER, Navenda Çanda Biharê û gelek endamên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de parkarta “Bila komkujî bên rawestandin û hiqûqa navneteweyî pêk bê” hat hilgirtin. Girseyê diruşmeya “Bijî berxwedana Rojava” berz kir. Metna daxuyaniyê jî ji aliyê Hevserokê ÎHDa Êlihê Ahmet Şîray ve hate xwendin.

‘Sûcê şer li Helebê pêk hat’

Ahmet Şîray di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî ji bo pêşîlêgirtina şer û êrişên li ser Rojava divê bikeve nava tevgerê û got: “Mixabin li herêmên ku şer û pevçûn lê belav bûne, em dibînin ku hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo aştiyê têrê nakin. Wekî parêzvanên mafên mirovan, em êrişên şermezar dikin û naxwazin mafên mirovan werin binpêkirin. Em êrişên çekdarên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Artêşa Sûriyeyê wekî sûcê şer pênase dikin. Li dijî taxên Kurdan ên Helebê û kêmneteweyên li Sûriyeyê êrişên li dijî mirovahiyê têne kirin. Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Qanûnên Şer ji aliyê Dewleta Sûriyeyê ve bi eşkereyî tê binpêkirin. Di van şer û pevçûnan de bi taybetî sivîlan hedef digirin. Êrişên vê dawiyê yên li dijî sivîlan û nexweşxaneyên li Helebê bi eşkereyî binpêkirina mafên mirovan raxistin ber çavan û sûcên giran li dijî mirovahiyê pêk anîn. Ji ber vê yekê em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi lezgînî mudaxileyî êriş û komkujiyên ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Artêşa Sûriyeyê ve tên kirin bike. Divê Neteweyên Yekbûyî bi awayekî wekhev nêzî hemû şer û pevçûnên li herêmê tê kirin bibe û li dijî hemû êriş û şeran dengê xwe bilind bike. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku erka xwe ya sereke bicih bîne û daxwaza aştiyê ya ku tê kirin bibihîze.”

Piştî daxuyaniyê pêkhateyên Platformê çûn PTTê û nameyên ku 30 saziyan di nava xwe de amade kiribûn ji Neteweyên Yekbûyî re şandin.

Etîket: EşrefiyeHelebNeteweyên YekbûyîPlatforma Ked û Demokrasiyê ya ÊlihêŞêxmeqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji 46 welatan banga rawestandina darvekirinan

Ji 46 welatan banga rawestandina darvekirinan

2 COTMEH 2026
Di şerê Ûkraynayê de zêdetir hezar bûyerên tundiya zayendî hat tespîtkirin

Di şerê Ûkraynayê de zêdetir hezar bûyerên tundiya zayendî hat tespîtkirin

24 ÎLON 2026
Rapora NYê xetereya darvekirina jinan eşkere kir

Rapora NYê xetereya darvekirina jinan eşkere kir

22 ÎLON 2026
Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres li Şamê ye

Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres li Şamê ye

25 TÎRMEH 2026
Krîza perwerdeyê ya cîhanî bandorê li 258 milyon zarokan dike

Krîza perwerdeyê ya cîhanî bandorê li 258 milyon zarokan dike

24 HEZÎRAN 2026
Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne