Neteweyên Yekbûyî (NY) di şerê Ûkraynayê de ku bi êrîşa berfireh a Rûsyayê dest pê kir, hezar û 4 bûyerên tundiya zayendî piştrast kir. Li gorî NYê yek ji van bûyeran bi serê zarokek 4 salî hat.
Tê gotin ku di şerê Ûkraynayê de tundiya zayendî weke amûreke zordarî, tepisandin û îşkenceya li hemberî dîlgirtiyên şer û sivîlan tê bikaranîn.
Li gorî rapora Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ku 18ê Îlonê weşand, di navbera 24ê Sibata 2022 û 31ê Tîrmeha 2026an de hezar û 4 bûyerên tundiya zayendî ya ji ber şer hatin piştrastkirin. Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku ji sedî 89 ê van bûyeran ji aliyê hêzên ser bi meqamên Rûs, ji sedî 11 jî ji aliyê hêzên ser bi meqamên Ûkraynayê ve hatine kirin.
Di raporê de hate ragihandin ku li gorî hin daneyan tundiya zayendî bi taybetî li herêmên di bin kontrola Rûsyayê de û li navendên binçavkirinê bi rêk û pêk hatiye bikaranîn. NYyê diyar kir ku li gel jin û zarokan her wiha gelek dîlgirtiyên şer ên mêr jî mexdûrê bûyerên tundiya zayendî ye.
Bûyerên tundiya zayendî ya di dema şer de li dijî zarokan tê kirin, bûn mijara lêpirsînên navneteweyî. Lêkolînerên NYyê diyar dikin ku bûyerên mexdûriyetê hene ku heta digihêje zarokên 4 salî.
Neteweyên Yekbûyî her wiha hişyariyê dide ku hezar û 4 bûyerên hatine piştrastkirin, ne temamiya tundiya zayendî ya di dema şer de ye û dibe ku hejmara rastî zêdetir be.













