• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Ermenistan û Almanyayê banga Kurdan: Dijmin ji hêza me ditirs e

Navenda Nûçeyan / AW

31 ÇILE 2026 - 18:09
Kategorî: ROJANE
A A
Êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê li Ermenîstanê hatin protestokirin. Li Almanya jî Êzidî ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê meşiyan û konê alîkariyê vedan.

Kurdên li Ermenistanê bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê li herêma Almavirê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û Kurdistaniyê bi navê Mîlo Kelaşyan axivîn. Silo Dirboyan balkişand ser êrişan û wiha got: “Carek din gelê me dikin qurbanê polîtîkayên xwe yên qirêj û dixwazin bê Kurdan, Rojhilata Navîn dîzayn bikin. Em wek gelê Kurd bang li hêzên navnetewî dikin ku êdî komploya li ser gelê me bi dawî bikin. Rojava bi tenê nîne, em hemû li pişta berxwedan û têkoşîna Rojava ne.”

Mîlo Kelaşyan jî diyar kir ku Kurd yekin û wiha axivî: “Em Kurd hemû yek in, dijmin ji hêz û hebûna me ditirse. Bi sedan sal in hemû rêbazên dermirovî li hemberî me bi kar anîn lê bi ser neketin.” Daxuyanî bi diruşmên, “Yek yek gelê Kurd yek”, “Bijî berxwedan Rojava”, “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

‘Êzidî li rex Rojava ne’

Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê di pêşengtiya Meclîsa Êzidiyan (NAV-YEK) û SMJÊyê de bi armanca piştgiriya ji Rojava meşek hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî meşê bûn. Hevseroka NAV-YEKê Sosin Kartal diyar kir ku gelê Êzidî li rex Rojava ye û dê çalakiyên xwe bênavber bidomînin. Meşê, li pêşiya Bielefeld Hauptbahnhofê dest pê kir û li Kobanêplatzê bi dawî bû. Li ser navê girseyê melayê Mizgefta Şêx Saîd a li herêmê Mele Abdulloyê Rojavayî êriş şermezarkirin û wiha axivî: “Em ji bo ku xwîn neyê rijandin têdikoşin, em alîgirên aşitiyê ne. Em şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin û piştevaniya Rojava dikin.’’ Çalakî bi slogan, çepik û sirûda neteweyî bi dawî bû.

Ji bo Rojava konê alîkariyê hat vedan

Li bajarê Bielefeld a Elmanya, Înîsiyatîfa Aştî û Hêvî (Initiative Frieden und Hoffnung) ji ber êrîş û dorpêça li ser Rojava kampanyayeke alîkariya mirovî ya lezgîn da destpêkirin. Konê alîkariyê yê li navenda bajêr hatibû danîn, rastî eleqeyek mezin a welatiyan hat. Înîsiyatîfê, ragihand ku alîkariya berhevkirî dê radestî saziyên herêmî yên li Rojava were kirin. Di daxuyaniyê de, hate diyar kirin ku sivîl, zarok û malbatên koçber bi taybetî di şert û mercên zivistanê de bi pirsgirêkên mirovî yên cidî re rû bi rû ne.

Hat diyarkirin ku kampanyaya ku her sal di çarçoveya 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî de tê lidarxistin, îsal ji ber êrîşên berdewam hatiye dirêjkirin û veguheriye seferberiyeke alîkariyê ya berfireh ji bo piştgiriya Rojava.

Etîket: AlmanyaErmenîstanÊzidîKon vedanRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Li Almanyayê rastgirên tundiraw dengên xwe zêde kir

Li Almanyayê rastgirên tundiraw dengên xwe zêde kir

7 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne