• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê HATE NÛKIRIN

Navenda Nûçeyan / AW

19 ADAR 2026 - 11:43
Kategorî: CIVAK, ROJANE
A A
KNK, DEM Partî û KCDK-E bi boneya Cejna Remezanê peyamên pîrozbahiyê parve kirin. Di peyaman de hat xwestin ku Cejna Remezanê bibe wesîleya jiyaneke hevpar, azad, aştiyane û aramiyê.

 

DEM Partî

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, bi boneya Cejna Remezanê, bi Kurmancî, Kirmanckî, Tirkî û Erebî peyama pîrozbahiyê weşandin.

Di peyamê de wiha hate gotin: “Di van rojên cejnê de ku cejnên Remezanê û Newrozê li hev rast hatin, em hêvîdar in ku ji bo welatê me û herêma me bibe hêviya rojên aştiyê, ne yên şer.” Hevserokên DEM Partiyê destnîşan kir ku rêya vê yekê jî ji bo Tirkiyeyê Komara Demokratîk e, ji bo herêmê jî Rojhilata Navîn a demokratîk e û cejna Remezanê bi hêviya aştî, wekhevî û azadiyê li 86 milyon mirovî pîroz kirin.

‘Bila cejn li welat û herêmê bibe wesîleya aştiyê’

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî bi wesîleya Cejna Remezanê û Cejna Newrozê peyamek weşand. Peyam bi vî rengî ye: “Sibe cejn e, cejna Remzanê ye. Em cejna Remezanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku cejna Remezanê li welatê me û li hemî cîhanê, bibe wesîleya aştî û aramiyê.”

KNK

‘Kurdistan û Rojhilata Navîn di demek xeternak de derbas dibe’

Di peyama KNKê de Cejna Newrozê jî hate pîrozkirin û ev tişt hatin gotin: “Em niha di destpêka biharê de ne. Em di hefteya Newrozê de ne, em ê cejna Remezanê û cejna Newrozê bi hev re pîroz bikin. Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn di demeke hesas û hestyar da derbas dibe. Şerê Emerîka – Îsraîl û Îranê bi hemû germahiya xwe ve berdewame. Li Rojhilatê Kurdistanê rewşeke nû heye û hingî diçe ev parçe dibe rojeveke sereke.”

‘Herên ber bi guhertinê ve diçe’

Di peyamê de pêşketinên li çar perçeyên Kurdistanê û êrişên li dijî gelê Kurd hatin bi bîr xistin û wiha hate gotin: “Li Rojhilata Navîn statukoya Sykes – Pîcot û Lozanê xira bûye, lê şûna wê nêhatiye dagirtin û nexşeya Rojhilata Navîn ber bi guhertinekî ve diçe. Em cejna Remezanê û cejna Newrozê di vê rewşê da pêşwazî dikin. Kurdistan û herêma me bi giştî ber bi guhertinekî ve diçe. Her çiqas em ne terefê şer bin jî, lê şerê ku li vê herêmê berdewam dike welatê me jî dixe navxwe.”

‘Gelê me dê cejnan li ser axa azad pîroz bike’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ligel hemû zehmetiyan bi bawerin ku gelê Kurd dê li ser axa azad cejnan pîroz bike û ev nirxandin hate kirin: “Di van şert û mercan de jî be, em bi hêvî û xwedî wê baweriyê ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em careke din cejna Remezanê, li hemû girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîroz dikin.”

KCDK-E

Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Remazê li gelê Kurd û hemû gelên bindest pîroz kir. KCDK-E diyar kir ku ew hêvî dikin Cejna Remezanê di serî de ji bo gelê Kurd û hemû mirovahiyên bindest, bibe wesîleya azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê.

Desthilat ol, exlaq û qanûnan nas nakin

KCDK-E di peyama xwe de, diyar kir ku gelê Kurd bi salan e bi zilm û êrîşên dagirkeran re rû bi rû ye. KCDK-Eyê, destnîşan kir ku şer û pevçûn li Rojhilata Navîn zêde dibin û êrîş heta di cejnan de jî berdewam dikin û got, “Desthilatdarên ku ol, exlaq û qanûnan nas nakin û van hemûyan jî ji bo sûdwergirtina baweriyê bi kar tînin, li her çar parçeyên Kurdistanê li pêşiya aştiya di navbera gelan de astengiya herî mezin e.”

 

 

Etîket: Cejna RemezanêDEM PartîKCDK-EKNKNewrozTulay HatimogullariTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

27 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne