• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo Kaytan û Altun lênûska bîranînê

19 GULAN 2025 - 08:24
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Saziyên Civakî û partiyên siyasî li avahiya DEM Partiyê ya Amedê ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altun bernameya bîranînê pêk anîn. Kesên ku tev li bîranînê bûn hestên xwe li lênûska bîranînê nivîsandin û diyar kirin ku ew ê şopdarên heqîqetê bin.

Partiya Karkerên Kurdistanê di 12ê Gulanê de encamnameya kongreya xwe ya 12mîn eşkere kir. Di kongreyê de şehadeta 2 pêşeng û damezrînerên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihand. Kongre diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn kirin. Piştî daxuyaniya PKKê, pêşeng û sazumankarê PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li Enqere, Dêrsim, Wan, Amed, gelek bajarên Kurdistan, Tirkiye û ewropayê bi girseyî hatin bibîranîn. Di bîranînan de ji bo wan lênûsk hatin vekirin. Kesên beşdarî bîraninan bûn li lênûskên ji bo wan hatin vekirin hest û ramanên xwe nivîsandin. Kesên hest û ramanên xwe nivîsandin, girêdana xwe ya bi fikr û felsefeya wan re anîn ziman.

Li Amedê jî saziyên civakî û partiyên siyasî ji bo her du pêşengan bernameya bîranîn li dar xistin. Ji 7 salî heta 70 salî tev li bîranînê bûn. Kesên tev li bîranîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altun bûn, li lênûska bîranînê hestên xwe nivîsandin. Zarokê 8 salî K.T, di lênûska bîranîna de hestê xwe bi gotina “Ez gelek hes ji we dikim. Em ê aştî û rojên xweş wekî ku we şanî me kiriye em ê avabikin.” anî ziman.

Xebatakarên Sînemaya azad û şoreşger jî bi nîşeya “Em deyndarên we, têkoşîna û keda we ne. Em ê her şopdarên rêya we ya heqîqêtê bin.”

Endamekî Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di lênûskê de hestê xwe wiha nivîsand: “Yê ku gotiyê Bengisu tu yî û ez li te digerim, bi rêzdarî.”

Endamê Qada Kedê ya Şirnexê jî hestê xwe wiha nivîsand: “Yê ku di berxwedana azadiya Kurdistanê de bûne sembole rastiyê heqîqet û jiyanêke bi rûmet em wan bibîr tînin. Di şexsê hevreyên Rêbertî Şehîd Alî Haydar Kaytan û Riza Altun de em tevahiya şehîden xwe bi bîr tînin û wan ji bîr nakin. Em soz dinin ku em ê xeyalên wan zindî bikin. Em tu carî wan ji bîr nakin.”

Welatiya bi navê M. jî nîşeya “Hemû jin, zarok, mêr, dar û daristanên li Kurdîstanê bi keda ku we daye li rastiya xwe vegeriyan. Wateya ku we li Kurdsitanê pêş xist, dê li hemû Rojhilata Navîn û cihanê belav bibe. Wek jinên ku li ser keda we daye, bi rastiya xwe hesiyanê, dê ji bo pêkanîna xeyalên we tim têbikoşin.”

Welatiya bi navê M.Y jî “Şehîden azadiyê û heqîqêtê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun bi dil û can bi bîr tînim. Rêya we rêya me ye. Berxwedana we berxwedana me ye. Ev lênûsk têra hestên mi nakin. Em we ji bîr nakin.” nivîsand.

 

Etîket: alî haydar kaytanBîranînhestLênûskRiza Altûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

12 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne