• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Ji bo ku gelê Başûr karibe biçe Rojava deriyê Sêmalka vekin’

Navenda Nûçeyan / AW

18 ÇILE 2026 - 18:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nûnerê PYDê Cawîdan Kemal ji Silêmaniyê bang li serokatiya Herêma Kurdistanê kir ku deriyê sinor yê Sêmalka li pêş gel veke da ku ji bo piştgiriya Rojava derbas bibin û bang li gelê Başûr kir ku ji bo parastinê derbasî Rojava bibin.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Başûr ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê bê kirin li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê daxuyanî da. Nûnerê PYDê yê Başûr Cawîdan Kemal, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Başûr Mihemed Ala, Nûnera Kongreya Star li Silêmaniyê Necme Eloş di daxuyaniyê de amade bûn. Di civîna çapemeniyê de bi zimanê Kurdî û Erebî daxuyanî hatin dayîn.

Nûnerê PYD’ê yê Başûr Cawîdan Kemal axivî û got: “Em bang li gelê Kurd dikin ku piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin. Em ji gelê xwe re piştrast dikin ku wê HSD şerê man û nemanê bike. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe parastinê li Kurdistanê bikin.”

Cawîdan Kemal da zanîn ku dijminê sereke yê Kurdan dewleta Tirk e û ev plana êrişê ya li dijî gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin û piştgiriya HTŞê dikin.

Di dewama daxuyaniyê de Cawîdan Kemal bang kir û got: “Em li Başûrê Kurdistanê bang li gelê xwe dikin ku hem li navxwe hem jî li derveyî welat piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin. Ji ber ku gelê me niha bi komkujiya çeteyên Colanî re rûbirû ye. Yek armanca van çeteyan heye ew jî tinekirina gelê me ye.”

Nûnerê PYDê Cawîdan Kemal bang li serokatiya Herêma Kurdistanê kir ku deriyê sinor yê Sêmalka li pêş gel veke da ku ji bo piştgiriya Rojava derbas bibin. Cawîdan bang li gelê Başûr jî kir ku ji bo parastina deskeftiyên Kurdan derbasî Rojava bibin.

Nûnerê PYD yê başûrê Kurdistanê ev bang li hêz û gelê başûrê Kurdistanê kir: “Em bang li Serokê PDKê Mesûd Barzanî, Serokê YNKê Bafil Talabanî û Tevgera Azadiya Kurdistanê dikin ku hêzên pêşmerge û gerîla ji bo piştgiriya Rojava bişînin. Ji ber ku gelê me niha şerê man û nemanê dike. Her wiha em bang li gelê xwe yê başûrê Kurdistanê dikin ku di vê dema zehmet de dakeve ser cadeyan, li ber balyozxane û nûnertiyên welatên cîhanê kom bibe. Da ku ji hemû cîhanê re rabigihîne ku metirsiyeke mezin li ser gelê me heye.”

Di dawiyê de jî Cawîdan Kemal got: “Xwesteka dijminên Kurdan tinekirina doza Kurd e, lê em li vir radigihînin ku em ê şerê man û nemanê bikin û em piştrast dikin ku serkeftin ya me ye.”

Etîket: BaşarderîRojavaSêmalka
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

1 HEZÎRAN 2026
Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

25 GULAN 2026
Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

12 GULAN 2026
Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

10 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne