• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo aştî pêk were divê êrişên li ser Rojava rawestin’

Mahmût Altintaş / AW

20 ÇILE 2025 - 08:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Welatiyên tev li çalakiya nobedê ya li dijî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tê lidarxistin bûn bertek nîşanî êrişan û qetilkirina welatiyên sivîl dan û gotin: “Bi êrişên li dijî Rojava aştî pêk nayê. Ji bo aştî pêk bê divê êrişên li ser Rojava rawestin.”

 

Êrişên dewleta Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê didomin. Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD), Yekiniyên Parastina Jinan (YPJ) û Yekiniyên Parastina Gel (YPG) li dijî êrişan herême diparêzin. Êrişên dewleta Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li ser Bendava Tişrînê jî didomin. Gelên li herêmê li dijî êrişên Tirkiyeyê 13 roj in xwe kirine mertalên zindî û nobedê digrin. Dewleta Tirk bi SÎHA û ÎHAyan welatiyên di nobedê de ne hedef digire û zarok, jin, kal û pîr di nav de welatiyên sivîl qetil dike.

Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê li bakurê Kurdistanê jî çalakiyên cûr bi cûr tên li darxistin. Di çarçoveya çalakiyên li dijî êrişan de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çalakiya nobedê hat lidarxistin. Welatiyên tev li çalakiya nobedê bûn ji Ajansa me ya Welat (AW) re axivîn û daxwaza rawestandina êrişên li ser herême kirin. Yek ji welatiyê tev li çalakiya nobedê bibû Umît Aşkin bi lêv kir ku ew ji bo êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê rawestin çalakiya nobedê li dar dixînin û ev tişt gotin: “Em aştiyê dixwazin. Em dibêjin bila zarok, jin û welatî nemirin. Tu carî zilm bi serneketiye. Ji kesên ku zilmê dikin re jî em dibêjin dev ji zilma xwe berdin û em bikarin bi hev re jiyaneke wekhev bijîn. Banga me ya li gelê Kurd jî ew e ku yekitiya xwe ava bikin û li dijî vî şerî xwedî sekin bin.”

‘Bi êrişkirina Rojava re aştî pêk nayê’

 

Rûken Bayik

Welatiya bi navê Rûken Bayik jî bi lêv kir ku ew li dijî şer in û wiha got: “Bi şer û kuştinan nikarin kurdan xilas bikin. Em jî ji bo şerê li Rojava raweste hatin li vir û çalakiya nobedê li dar dixînin. Banga me ji gelê Kurd re jî ew e ku xwedî li Rojava derbikevin.”

‘Divê hemû Kurd li dijî êrişan bibin yek’

 

Abdûlvahap Altmiş

Welatiyê bi navê Abdûlvahap Altmiş jî destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin û ev tişt anîn ziman: “Divê hemû Kurd li dijî êrişan bibin yek. Tirkiye ne ji dil e. Lê baweriya me li me heye. Bi êrişkirina Rojava re aştî jî pêk nayê. Ji bo aştî pêk were divê êrişên li ser Rojava rawestin. Ji bo êrişên li Rojava rawestin em jî li vir çalakiyên cûr bi cûr li dardixînin. Li dijî êrişên li ser Rojava ne. Ji aliyekî ve dibêjin aştî û ji aliyê din ve Kurdên li Rojava bombebaran bikin em vê qebûl nakin.”

‘Rojava her tiştê me ye’

 

Alî Gun

Welatiyê bi navê Ali Gun jî diyar kir ku ew ji bo piştgiriya li Rojava tev li nobedê bûne û axaftina xwe wiha domand: “Ew dema dibêjin ’em xwişk û birayê hev in’ jî birayên ker û kor dixwazin. Ji xwe re xwişk û birayên kole digerin. Lê gelê Kurd jî ne gelê beriya sed salan e. Gelê Kurd jî têra xwe dîtiye û têdikoşe. Divê gelê Kurd vê carê winda nekin. Ji aliyê siyasetê ve jî divê ev yek baş bê şopandin.”

‘Em bi hêvî ne ku weke Kobanê serbikevin’

 

Aynûr Elçîoglû

Welatiya bi navê Aynûr Elçioglû jî bi lêv kir ku li dijî hemû gelê Kurd êriş hene û wiha got: “Weke jin û dayikekê ez jî dixwazim ev şer bisekine. Rojava her tiştê me ye. Çi dibe bila bibe em ê xwedî li Rojava derbikevin. Banga me ji hemû gelê Kurd ew e ku yekitiya xwe ava bikin û vê koletiyê qebûl nekin. Em edî vê koletiyê qebûl nakin. Em ê heta dawiyê li pişt Rojava bin. Em bi hevî ne ku weke Kobanê em ê biserbikevin.”

 

 

 

 

Etîket: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêçalakiya nobedêCizîrRojavaŞirnexwelatî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne