Barînên zêde yên li Hindistan û Nepalê bûn sedema lehî û hezazan. Li eyaleta Uttar Pradeş a Hindistanê 81 li Nepalê jî 27 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran kes jê bandor bûn û li herêmê gelek xanî û rêyan zirar dîtin.
Di encama lehî û hezazên ji ber barînên zêde yên li derdora Hîmalayayê li Hindistan û Nepalê de zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber barînên zêde yên ji roja Înê heya niha yên li eyaleta Uttar Pradeş a li ser sînorê Hindistanê û Nepalê 81 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Ji ber barînan gelek cade û xanî di bin avê de man û rêyên hin gundan hatin girtin. Hate ragihandin ku ji bilî lehî û hezazê welatiyan ji ber bûyerên weke hilweşîna avahiyan, ceyranê, ketina daran jiyana xwe ji dest dane.
Barîna baran zêde li herêmê bû sedema zirareke mezin a maddî. Hate diyarkirin ku zêdetirî hezar xaniyan zirar dîtine û gelek rê jî êdî nikarin werin bikaranîn.
Li gorî daneyên Saziya Rêveberî û Kêmkirina Rîska Afetê ya Neteweyî (NDRRMA), li Nepalê di encama lehî û hezazan de herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Rayedaran dan zanîn ku hê jî 4 kes winda ne û 7 birîndar jî hene. Hate diyarkirin ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê berdewam dikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 26ê Tebaxê de li nêzîkî sînorê Çînê morenek hilweşiyabû û di encamê de lehiyeke mezin rabûbû. Di encama vê bobelatê de zêdetirîn hezar û 400 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirîn 5 hezar û 700 kes jî winda bûbûn.













