• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

NY: Tevgerên leşkerî yên cîranan li Suriyeyê aramiyê têk dibin

Navenda Nûçeyan / AW

23 NÎSAN 2026 - 10:50
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa Sûriyeyê civîna xwe ya mehane pêk anî. Di civînê de fikarên der barê pêvajoya derbasbûnê ya qels, pêdiviyên mirovî û rîskên ji ber destwerdanên derve de hatin ziman.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) roja Çarşemê ji bo nirxandina rewşa Sûriyeyê civiya. Alîkarê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Claudîo Cordone ji endamên konseyê re axivî û da zanîn ku her çend agirbesta di navbera DYA û Îranê de hinekî rageşiya herêmî kêm kiribe jî, rewşa li nava Sûriyeyê hîn jî bi xetere û nediyar e.

‘Hêzên cîran serweriyê binpê dikin’

Cordone destnîşan kir ku tevgerên leşkerî yên hêzên derve û binpêkirina sînorên Sûriyeyê, aramiyê dixe xetereyê û pêvajoya başbûna siyasî û aborî zehmet dike. Cordone bal kişand ser tevgerên leşkerî yên hêzên cîran, ew bi binpêkirina xetên agirbestê tawanbar kirin û diyar kir ku ev operasyonên provokatîf serweriya Sûriyeyê û pêşketinên avakirina aştiyê têk dibin.

Banga ji bo alîkariyên mirovî

Di civînê de endamên konseyê piştgirî dan xebatên mirovî û destnîşan kirin ku divê sivîl werin parastin. Şandeyan bal kişandin ser girîngiya berdewamiya fonên alîkariyê û dan zanîn ku bi milyonan mirov koçber in, pirsgirêka xwarinê dewam dike û binesaziya welêt rûxiyaye. Nûnerê Brîtanyayê jî diyar kir ku ji bo başbûna aboriya Sûriyeyê û aramiya demdirêj, pêwîstî bi piştevaniya navneteweyî heye.

Sûriyeyê xwest êrişên derve bisekinin

Nûnertiya Sûriyeyê ya li Neteweyên Yekbûyî jî bang li KENYê kir ku ji bo rawestandina binpêkirina yekitiya axa Sûriyeyê û êrişên hêzên biyanî bi lez tevbigere. Endamên din ên konseyê jî girîngiya pêvajoyeke siyasî ya berfireh, parastina mafên mirovan û gihandina alîkariyên mirovî wekî hêmanên bingehîn ên ji bo pêvajoya Sûriyeyê destnîşan kirin.

‘Şerê herêmî dikare destkeftiyan têk bibe’

Gelek endaman hişyarî dan ku şerekî nû yê herêmî dikare Sûriyeyê bêhtir bêîstîkrar bike û pêşketinên pêvajoya derbasbûnê ku ji sala borî ve pêk hatine ji holê rake.

Etîket: NYpevçûnşerSûriyeTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şerê Rusya û Ukraynayê: Alozî rê li ber çareseriyê girtine

Şerê Rusya û Ukraynayê: Alozî rê li ber çareseriyê girtine

20 TEBAX 2026
Îsraîl bi êrişan dixwaze Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derxe

Îsraîl bi êrişan dixwaze Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derxe

20 TEBAX 2026
Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026
Erdogan: Bila ser xêrê be

Erdogan: Bila ser xêrê be

18 TEBAX 2026
CENTCOM: Ji bilî şerê li dijî Îranê rêyek din tune ye

CENTCOM: Ji bilî şerê li dijî Îranê rêyek din tune ye

14 TEBAX 2026
Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Pakîstan dê parastina xwe hevpar bikin

Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Pakîstan dê parastina xwe hevpar bikin

7 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne