• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Dev ji hedefgirtina çapemeniya Kurd berdin

Wan/ AW

22 NÎSAN 2026 - 15:46
Kategorî: ROJANE
A A
Wan – Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyek belav kir û got: “Divê dewlet êdî dev ji hedefgirtina çapemeniya Kurd berde û ji bo pêşketina weşanên Kurdî berpirsiyariyên xwe bîne cih.”

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi boneya 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û roja rojnamegerên Kurd pîroz kir. Însiyatîfê bal kişand ser têkoşîna çapemeniya Kurdî ya 128 salan û şehîdên çapemeniyê bi bîr anî.

Daxuyaniya însiyatîfê bal kişand ser dîroka çapemeniya Kurd û wiha got: “Rojnemaya ‘Kurdistan’ê ku rojnemeya Kurdî ya yekemîn e, li Misirê di 22ê Nîsana 1898an de ji aliyê Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve hat weşandin. Destpêka weşanê ya Kurdistanê di heman demê de mîlada rojnamegeriya Kurdî ye. Ji ber vê ye ku her sal 22ê Nîsanê wekî ‘Roja Rojnamegeriya Kurdî’ tê pîrozkirin. Em jî roja her kedkarekî çapameniya azad ku ew şopgerên heqîqetê ne, ji dil û can pîroz dikin.

128 sal berê Rojnameya Kurdistanê hat weşandin

Rojnameya yekemîn a Kurdî 128 sal bere îro li derveyî axa Kurdistanê bi perîyodeke 15 rojan carekê dest bi weşanê kir û bi tevahî 31 hêjmar derket. Rojnameye Kurdistanê ji ber zext û zordariya dewleta Osmanî li welatê xerîbiyê di nava zor û zehmetiyan de hat weşandin. Kevneşopiya ku bi weşana Kurdistanê dest pê kir; ji Roji Kurd heta Hawarê, ji Ronahî heta Azadiya Welat berdewam kir.”

Çapemeniya Kurd dev ji lêgerîna heqîqetê berneda

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk da zanîn ku kevneşopiya çapemeniya azad di nava 128 salan de bi berdêlên giran daye û got: “Lewra çapemeniya Kurd tu car dev ji lêgerîna heqîqetê berneda, hertim bû dengê gelê Kurd û Kurdistanê. Ji ber vê, rojname û kovarên Kurdî gelek caran hatin qedexekirin û kedkarên çapemeniya Kurdî hertim bi binçavkirin û hepskirinan re rûbirû man. Bi taybetî di salên 90î de rojname hatin bombarankirin, kesayetên wekî Mûsa Anter hatin kuştin. Lê çapemeniya azad li hemberî zext û zordariyê qet serî netewand û tu car ji heqîqetê tawîz neda.

Çapemeniya Kurd hêj jî rastî êrîşan tê

Dîsa di nava 10 salên dawî de jî gelek rojname û kovarên Kurdî hatin girtin, derbarê rojnamegerên Kurd de gelek lêpirsîn dan destpêkirin û ji wan gelek hatin hepskirin. Lê rojnamegerên Kurd heta roja îro li ser şopa Mîqdat Mîdhed Bedirxan û Mûsa Anter û Gûrbetellî Ersozan têkoşiyan. Mixabin ku çapemeniya Kurd hê jî rastî gelek êrîşan tê. Lewra îro li ser çapemeniya Kurdî zext û zordariyeke dîjîtal heye. Bi awayekî sîstematîk malper û hesabên medyaya civakî ya Yenî Yaşam, Ajansa Welat, Jinnews ve Ajansa Mezopotamyayê tên qedexekirin û astengkirin.

Divê dewlet êdî dev ji hedefgirtinê berde

Çapameniya azad, tenê ne heqîqata Kurdistanê ye, di heman demê de dengê zimanê Kurdî ye. Ji ber vê, her biryarên qedexe û astengkirinê, xebatên pêşvebirina Kurdî jî lawaz dikin. Divê dewlet êdî dev ji hedefgirtina çapemeniya Kurd berde û ji bo pêşketina weşanên Kurdî berpirsiyariyên xwe bîne cih.

Rojnamegerên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî

Bi van nêrîn û daxwazan em hemû êrîşên li ser çapemeniya Kurd şermezar dikin û cardin hemû şehîdên çapemeniyê di şexsîyeta Nagîhan Akarsel, Hêro Bahadîn, Gulistan Tara, Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Etîket: 22 NîsanÎnsiyatîfa Yekitiya DemokratîkRoja Rojnamegeriya Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnamegerê girtî Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

Rojnamegerê girtî Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

22 NÎSAN 2026
PENa Kurd û KNK: Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be

PENa Kurd û KNK: Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be

22 NÎSAN 2026
Roza Metîna: Em ê her dem rastiyan bişopînin  Ayşegul Dogan: Divê hemû rojnamegerên girtî bên berdan

Roza Metîna: Em ê her dem rastiyan bişopînin
Ayşegul Dogan: Divê hemû rojnamegerên girtî bên berdan

22 NÎSAN 2026
DEM Partiyê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

DEM Partiyê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

22 NÎSAN 2026
Hevseroka DFGê: Mîrasa Rojnameya Kurdistanê bi berxwedanek mezin didome 

Hevseroka DFGê: Mîrasa Rojnameya Kurdistanê bi berxwedanek mezin didome 

21 NÎSAN 2026
‘Divê Deriyê Murşîdpinarê demildest bê vekirin’

‘Divê Deriyê Murşîdpinarê demildest bê vekirin’

6 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne