• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

Enqere / AW

12 ÎLON 2026 - 13:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk di salvegera darbeya 12ê Îlonê de daxuyanî da û destnîşan kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo pêşî li mekanîka derbayan bigire gelek girîng e û got: “Şopen darbeya leşkerî bi tevahî rakirina Makezagona 82yan pêkan e.”

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk, bi boneya salvegera 46emîn a darbeya 12ê Îlona 1980an daxuyaniyeke niviskî weşand.

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zilma darbeya di hîşê gelan de zindiye û êrişên mezin li dijî jin, ciwan, Kurd, Elewî, kedar û Sosyalîstan pêk hatiyê. Her wiha di daxuyniyê de hat gotin ku darbeya 12ê îlonê weke şerê li dijî gelên Tirkiye Kurdistanê bûye û ev tişt gotin: “Bi hezaran kes hatin desteserkirin, li dijî sedan kesan biryara darvekirinê hat girtin û 50 kes hatin darvekirin. Komele hatin girtin, karmend ji kar hatin dûrxistin û bi hezaran kes di bin îşkenceyan re derbas bûn. Ev kiryarên zalimane nîşanî me didin ku darbeya 12ê Îlonê rasterast biryara şer a li dijî gelên Tirkiye û Kurdistanê bû.”

‘Darbe feraseta yek netew û yek ol belav kir’

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku darbeyê bandoreke mezin li ser zimanê Kurdî jî kiriyê û wiha pê dê çû: “Darbekerên 12ê Îlonê karker hedef girtin û ji bo şikandina civaka rêxistinî rasterast li cem hêzên kapîtalîst cihê xwe girtin û bi bi vê armancê dawî li têkoşîna sendîqayî anîn. Herwiha darbeya 12ê Îlonê xizaniya civakî kûrtir kir, bi feraseta “yek netewe û yek ol” ziman û çand hatin înkarkirin. Zimanê Kurdî jî rasterast ji aliyê ev rejima darbekar hat qedexekirin. Çand û ziman û hebûna Kurd wekî sûc hat pejirandin. Em dikarin bibêjin ku sala 1980î di heman demê de ji nû ve nûjenkirina polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û îmhayê ye. Lê wekî her zext û zordarî, rejima tepeserker jî li qadan û li zîndanan rastî berxwedaneke bêhempa hat.

‘Şopên darbeyê bi rakirina destûra wê pêkan e’

Ji Mazlûm Doganan heta Kemal Pîran berxwedana ku li zîndana Amedê derket holê, kirasê koletiyê çirand û şewqa xwe da çar aliyê welat. Îro di qonaxa ku em tê re derbas dibin de bendewariya gelan hevrûbûneke rasteqîn e. Lewra şopên 12ê Îlonê hê jî nehatine paqijkirin û travmaya ku gel rû bi rû maye ji holê nehatiye rakirin. Heta ku hin aliyên nijadperest îro bi pratîk û hişmendiya 12ê Îlonê dixwazin ku Kurdî li ser tabelayan jî neyê nivîsandin. Ji ber sedemên vî rengî, hewcedariya makezagoneke demokratîk li holê ye. Şopen darbeya leşkerî bi tevahî ancax bidawî hatina makezagona 82yan pêkan e.”

‘Pêvajoya ji bo pêşîgirtina darbeyan girîng e’

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha derbirî: “Em hemû darbeyên leşkerî û sîyasî red dikin û bang dikin ku pêşiya demokrasî, wekhevî û azadiyê heta hetayê were vekirin. Ji ber vê yekê, îro pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji bo pêşî li mekanîka darbeyan were girtin gelek girîng e. Divê dewlet jî piştî ezmûna bi dehan salan vê rastiyê bibîne û ji bo sepandina yasaya çarçoveyî berpirsiyariya xwe bi awayekî lezgîn bîne cih. Bi van nêrînan, em hemû kesên ku di darbeya 12ê Îlonê de hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û bang li hemû gelan dikin ku bi armanca civaka demokratîk di têkoşîna wekhevî, azadî û aştiyê de cih bigirin.”

Etîket: Darbeya 12ê ÎlonêdaxuyanîÎnsiyatîfa Yekitiya Demokratîksalvegera 46emîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

29 COTMEH 2026
Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

25 COTMEH 2026
Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

24 COTMEH 2026
Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

Entegrasyona YPJê: Em ê wek hêzeke xweser û taybet cih bigirin

20 COTMEH 2026
‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

17 COTMEH 2026
Xwendekarên Zanîngeha Wanê: Çi bi Rojînê hat?

Xwendekarên Zanîngeha Wanê: Çi bi Rojînê hat?

15 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne