• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

Navenda Nûçeyan / AW

15 MIJDAR 2025 - 09:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, Seyîd Riza û hevrêyên wî di salvegera 88emîn de bi bîr anî û xwest demildest cihê gora Seyîd Riza were eşkerekirin. 
Îro salvegera 88emîn a darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî ye. Sazî û dezgehên gelê Kurd bi daxuyanî û çalakiyên cihêreng Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr tînin.
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi daxuyaniyek nivîskî Seyîd Riza û hevrêyên wî bi bîr anî û destnîşan kir ku divê demildest cihê gora Seyîd Riza were eşkerekirin.
Daxuyaniya Înîsiyatîfê ya bi sernavê “Divê demildest cihê gora Seyîd Riza were eşkerekirin!” bi vî rengî ye:
“Bi dehan salan li ser gelê Dêrsimê zilm û zordariyeke mezin hat meşandin, Kurdên Elewî bi qetlîamên giran re rûbirû man. Li hemberî van polîtîkayan Seyîd Riza û rêhavelên wî pêşangiya gelê Dêrsimê kirin û li dijî êrîşan li ber xwe dan. Lê bi armanca şikandina vîna gel di 15ê Mijdara 1937an de Seyîd Riza, kurê wî û hevrêyên wî li Qada Bugdayê ya Elezîzê hatin darvekirin.
Em ê tu carî ji bîr nekin
Her çiqas di ser darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî re 88 sal jî derbas bin, ev zilm û zordarî hê jî di hişûbîra gelê Kurd de zindî ye. Lewra ji bo Seyîd Rizayê 75 salî karibin îdam bikin temenê wî biçûktir kirin, temenê kurê wî ku hê 16 salî bû, mezintir kirin. Her wiha daxwaza dawî ya Seyîd Riza jî bi cih neanîn û kurê wî li ber çavên wî darvekirin. Her yek xwedî wijdan vê zilmê ji bîr nake, tu car nade jibîrkirin.
Sembola berxwedanê
Piştî darvekirina Seyîd Riza, mafê definkirin û şînê jî hat binpêkirin. Lewra cenazeyê wî ji malbat û gelê Kurd hat veşartin, heta îro jî cihê gora wî nehatiyê aşkerekirin. Bi van polîtîkayan xwestin ku Seyîd Riza ji bîr û baweriya Dêrsimê derxînin, lê ew  heta roja îro, di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de her tim wek sembola berxwedana li dijî neheqiyê cihê xwe girt.
Eşkerekirina cihê gora Seyîd Riza
Bêguman darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî rûpeleke ji Komkujiya Dêrsimê ye. Heta komkujiya Dêrsimê neyê ronîkirin, heta bi vê komkujiyê re rûbirûbûnek pêk neyê dê êş û azara gelê Kurd û Elewî jî bi dawî nebe. Bi taybetî, di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de rûbirûbûn pêwîst e. Di çarçoveya rûbirûbûnê de divê ji ber komkujiyê bi awayekî fermî lêborîn were xwestin û cihê gora Seyîd Riza demildest were eşkerekirin.
Seyîd Riza li hemberî zordarî û neheqiyê serî netewend, bi wêrekiya xwe ji neyarên xwe re bû kul û derd. Sekna wî ya rûmetdar, di vê demê de jî ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd dibe îlham. Ji ber vê em di 88emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza de wî û hemû hevrêyên wî bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînin.
Etîket: Înisiyatifa Yekîtiya DemokratîkSeyid Riza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

15 TEBAX 2026
Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

8 TEBAX 2026
Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

3 TEBAX 2026
‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

31 TÎRMEH 2026
‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

‘Xweparastina herî bi bandor yekîtiya neteweyî ye’

18 TÎRMEH 2026
Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê

Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê

8 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne