• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Yekîtî wekî nan û av pêwîst e

Ûgûr Dînler /AW

3 SIBAT 2026 - 10:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevberdevkê Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç tekîldarî yekitiya Kurdan diyar kir ku yekitî wek av û nan pêwîst e û wiha got: “Dibe bawerî, bîrdozî û partiyên me cuda bin, lê belê li hemberî hebûna Kurdan êriş hene, divê em bibin yek.”

Piştî êrişên hikumeta demkî ya Şamê yên li Rojavayê Kurdistanê, li her çar aliyê Kurdistanê û cihanê bi milyonan Kurd û dostên Kurdan bi rojan e bê navber çalakiyan li dar dixin. Di nav çalakiyan de tişta herî balkeş ew e ku ruhê yekîtî û netewî li qadên berxwedanê zindî bû û deng dide.

Hevberdevkê Înîsiyatifa Yekîtiyê ya Demokratîk Mehmet Kamaç têkildarî berxwedana Kurd û dostên Kurdan û girîngiya yekitiyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Em ji herikîneke dîrokî ya dirêj re derbas dibin’

Mehmet Kamaç diyar kir ku daxwaza hêzên navneteweyî ew e ku hem li cîhanê û hem jî Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin û got: “Armanca hêzên navnetewî li Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe dizaynkirina siyasetê ye. Di vî warî de hişmendiya gelê Kurd û têkoşîna ku bi salan e ji bo hebûna xwe tê dayîn gihiştiye astekê. Lê belê em ji herikîneke dîrokî ya dirêj re derbas dibin. Li Sûriyeyê dîktatoriya 60 salî têk çû û hêzek din hat ser rêveberiya Şamê. Her wiha aloziyên ser Îranê jî berdewam dikin. Di nav van aloziyan de bi rastî di warê zanistî û dîplomasiyê de pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, têkoşîna gelê Kurd gihiştiye astekê.”

‘Rojava dilê hemû Kurdan e, dilê Kurdistanê ye’

Di berdewama axaftina xwe de Mehmet Kamaç anî ziman hêzên navneteweyî dixwazin bi plansaziyên xwe ve rêveberiya xweser têk bibin û Sûriyeyeke navendî ava bikin û ev tişt gotin: “Êrişên ku li Heleb, Eşrefiye û Şêxmeqsûdê hatin destpêkirin, bi rastî nîşaneya vê yekê bûn. Ew êriş li ser Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî dihatin meşandin û dixwestin hebûna Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê û rêxistina li wê derê tune bikin. Em her tim dibêjin, Rojava dilê hemû Kurdan e, dilê Kurdistanê ye. Di serdema borî de bedelên giran hatin dayîn. Ji ber wê yekê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, li dijî hişmendiya gelê Kurd a ruhê yekîtiyê ye. Ev êriş Kurdên diyasporayê yên li Ewropa, Kanada, Amerîka, Awustralyayê şiyar kir. Li hemberî van êrişên hovane, Kurd bertekên xwe nîşan dan û li qadan in.”

‘Kurdan bi yekitiya xwe ve cîhan hejand’

Mehmet Kamaç bal kişand li ser giringiya yekîtiya Kurdan û têkildarî parastina destkeftiyan ev tişt gotin: “Bi salan e em ji bo yekîtiya Kurdan dixebitin û bingeha yekîtiyê ava dikin. Em dizanin ku serkeftina Kurdan û parastina destkeftiyên wan, bi yekîtiyê pêkan e. Heke Kurd bibin yek û bi yek dengî, yek helwestî li ber xwe bidin, dê serkeftin para Kurdan be. Êrişa li ser Rojava di nav gelê Kurd de yekîtiyek xurt ava kir. Kurdan bi yekîtiya xwe cîhan hejand. Kurd mafdar in, heqê xwe dixwazin. Naxwazin di bin desthilata tu kesî de bin. Kurd dixwazin mafên xwe bi dest bixin, bi cihê xwe yê bi rûmet di nava gelên cîhanê de bigirin. Ez spasiya xwe bi taybetî pêşkêşî çapemeniya Kurd dikim ku di van rojan de dengê gelê Kurd bi yekrêzî gihand hemû cîhanê. Em dibînin yekîtiya li ser çapemeniyê, dîplomasiyê ava bûye û ev cihê kêyfxweşiyê ye.”

‘Berxwedana gelê Kurd planên wan têk bir’

Di dawiya axaftina xwe de Mehmet Kamaç tekîldarî encamên berxwedana li qadan a bi rojan e dom dike sekinîn û wiha bi dawî kir: “Wekî tê zanîn êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê plansaziyeke berfireh bû. Dixwestin bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê di navbera Ereb û Kurdan de şerekî derxin. Heke şerekî bi vî rengî derketiba, wê bandor li Kurdên Iraqê û Bakurê Kurdistanê jî bikira. Plana wan ew bû ku Rojavayê Kurdistanê têk biçe û Kurd bibin dijberên hev. Lê belê bi saya hişyarbûna gelê Kurd, ev plan pûç bû. Yekîtî wekî av û nan pêwîst e. Dibe ku baweriyên me, îdeolojiyên me û partiyên me cuda bin, ev rastiyeke civakî ye. Lê belê li hemberî êrişên hebûna Kurdan hedef digirin, divê em bibin yek. Dema ku berxwedana gelê Kurd derket holê, bandor li peymana wan a “Parisê” jî kir û neçar man ku ji nû ve bi gelê Kurd re rûnin. Ev encama berxwedan û îradeya gelê Kurd e. Bi deh hezaran jin, zarok û ciwan ji bo vê dozê bûn qurban. Divê her kes zanibe ku li ku derê êrişek li ser destkeftiyên Kurdan hebe, gelê Kurd ê bi yekrêzî li hember vê yekê derkeve. Em dibêjin yekîtî, yekîtî û yekîtî!”

Etîket: Hevberdevkê Înîsiyatifa Yekîtiya DemokratîkMehmet Kamaçyekitiya kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

8 TEBAX 2026

Konferansa MÎA-FEDê: Bingeha Îslamê demokratîk e

21 HEZÎRAN 2026

Mehmet Kamaç: Gel amade ye divê partiyên Kurdan jî amade bin

20 HEZÎRAN 2026
Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dest pê kir

Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Yekîtî êdî ne tercîh, mecbûriyet e

26 NÎSAN 2026
Bi hezaran ji bo aştî û azadiyê herikîn qada mîtîngê

Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dest pê kir

26 NÎSAN 2026
Siyasetmedarên Kurd: Pêkanîna yekitiyê ji bo Kurdan bûye ferz

Siyasetmedarên Kurd: Pêkanîna yekitiyê ji bo Kurdan bûye ferz

11 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne