• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Yekîtî êdî ne tercîh, mecbûriyet e

Amed / AW

26 NÎSAN 2026 - 11:21
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Di Konferansa Kurdên Bakur Yekîtiya Wwe ya Neteweyî Nîqaş Dikin de peyama yekîtî ji bo Kurdan êdî ne tercîhek lê pêwîstiyeke dîrokî ye derket pêş û banga derbasbûna ji nîqaşê ber bi pratîkê ve hate kirin.

Konferansa ji aliyê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ve li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi diruşmeya “Kurdên Bakur Yekîtiya Xwe ya Neteweyî Nîqaş Dikin” berdewam dike. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevkên Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî, rêveberên saziyên civaka sivîl û gelek delege beşdarî konferansê bûn.

Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir

Li eywana konferansê pankartên bi Kurmancî “Dem dema yekîtiyê ye” û bi Kirmanckî “Dem demê yewbîyayîşî yo” hatin daliqandin. Bername, bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.

‘Planên qirêj bi yekîtiyê pûç dibin’

Axaftina destpêkê ji aliyê Hevberdevka Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ve hat kirin. Gulcan Sayyîgît bal kişand ser êşên di dîroka Kurdistanê de hatine jiyîn û diyar kir ku sedema sereke ya berdewamiya şer û van êşan, nebûna yekîtiyê ye. Sayyîgît axaftina xwe wiha domand: “Di dîroka Kurdistanê de gelek êş hatine kişandin. Sedem pir in, lê sedema ku herî zêde dilê me dêşîne ew e ku gelê Kurd hîn jî yekîtiya xwe ava nekiriye.”

Gel bi yek dengî got ‘Kurd yek e’

Di berdewama axaftina xwe de Gulcan Kaçmaz Sayyîgît balkişand ser pêşketina ruhê neteweyî û wiha axivî: “Dema êrişên li ser Rojava pêk hatin, gelê Kurd derket qadan û bi yek dengî got ‘Yek e, yek e, gelê Kurd yek e’ û ruhê yekîtiyê da avakirin. Îro li ser herêmê û Îranê planên qirêj tên meşandin. Pêwîst e êdî guh bidin dengê gelan.”

‘Xebatên yekîtiyê nexşeriya me ne’

Têkildarî xebatên yekîtiyê jî Gulcan Sayyîgît anî ziman ku heta niha ji bo yekîtiyê gelek xebat hatin kirin û ew xebat nexşerêya wan ne. Gulcan Sayyîgît wiha pêde çû: “Belê nîqaş girîng e, lê divê êdî ev gotin derbasî pratîkê bibin. Em wekî Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dibêjin ev sedsal, sedsala yekîtiya gelê Kurd e. Berpirsyarî ne tenê ya gel e, gel li her derê berpirsyariya xwe bi cih tîne. Niha dora siyasetê ye ku gavên pratîk biavêje û em hemû berpirsyariyê bigirin ser milên xwe.”

‘Divê ji dîrokê ders bê girtin’

Piştre Hevberdevkê Înîsiyatîfê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç derket ser dikê û li ser girîngiya neteweyî nirxandin kirin. Kamaç da zanîn ku pêşengên Kurd her tim girîngiya yekîtiyê anîne ziman û destnîşan kir ku divê ji dîrokê ders werin derxistin.

‘Yekîtî êdî ne tercîh e, mecbûriyet e’

Li ser pêwistiya yekîtiyê Kamaç diyar kir ku ev êdî ne tercîhek lê mecbûriyetek e û ev nirxandin kirin: “Dema Şêx Seîd hat darvekirin gotin ‘ji paşvemayînê ye’, dema Seyîd Riza hat darvekirin dîsa li ser nasnameyeke biçûk pênase kirin. Ji ber vê yekê derdekî me heye û divê em demildest yekîtiya xwe ava bikin. Di vê serdemê de yekîtî ji bo Kurdan êdî ne tiştekî tercîhê ye. Ev dem derbas bûye, yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd mecbûriyet e.”

‘Peywir avakirina yekîtiyê ye’

Kamaç anî ziman ku gelê Kurd helwesta xwe ji bo yekîtiyê gelek zelal nîşan daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Kurd ev helwest nîşan da û peywira me ya yekemîn avakirina yekîtiya gelê Kurd e. Divê em êdî nîqaşê derbas bikin û bi zelalî biaxivin da ku em yekîtiya xwe di pratîkê de ava bikin.”

Peyama Abdullah Ocalan hate xwendin

Di berdewamiya konferansê de, rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di avakirina neteweya demokratîk û yekîtiya Kurdan de hate bibîrxistin. Di vê çarçoveyê de, peyama Abdullah Ocalan a têkildarî mijarê ku tê de banga xurtkirina têkoşînê û pêkanîna yekîtiyê dikir, ji hêla endamê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Hîlmî Aydogdu ve ji beşdaran re hat xwendin. Konferans bi nîqaş û nirxandinên delegeyan dewam dike.

Etîket: Abdullah OcalanGulcan Kaçmaz SayyîgîtKonferansa Yekîtiya NeteweyîMehmet Kamaç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne