• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ÎHDê li aqûbeta Nazim Babaoglû pirsî û qurbaniyên Helebceyê bibîr anî

Amed-Êlih / AW

14 ADAR 2026 - 13:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaxên ÎHDê yên Amed-Êlihê û Malbatên Windayan di çalakiya xwe yê vê hefteyê de aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglû ê di 12ê Adara 1994an de li Sêweregê hatiye revandin pirsin û qurbaniyên Helebceyê bibîranîn.

Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîil bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyan de li aqûbeta windayan hate pirsîn û qurbaniyên Komkujiya Helebceyê hatin bibîranîn.

AMED

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 892yemîn a çalakiya xwe ya “Bila Winda bên dîtin, kujer bên darizandin” de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezanê ya Amedê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên Windayan, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên DFGê, saziyên sivîl ên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Xizmên Windayan wêneyên kesên ku hatine windakirin û di binçavkirinê de hatine kuştin hilgirtin.

Aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglû pirsîn

Malbatên Windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 892yemîn de aqûbeta nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû yê di 12ê Adara 1994an de piştî ku li navçeya Sêwregê hate revandin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin pirsîn. Di daxuyaniyê de ewilî Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHDa Amedê Firat Akdenîz axivî. Firat Akdenîz bal kişand ser têkoşîna Malbatên Windakiriyan û parazvanên mafên mirovan a nêzî 31 salan û qala windakirina Nazim Babaoglû kir.

‘Em ê her tim li ser rêya wî ya heqîqetê bin’

Dû re Rêveberê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rojnameger Fexredîn Kiliç axivî. Fexredîn Kiliç bal kişand ser windakirina Nazim Babaoglû û wiha got: “Ji 12ê Adara 1994an ve agahiyek ji hevalê me nehatiye wergirtin. Dayîka Makbûle bêyî ku hestiyên kurê xwe bibîne goreke kurê xwe çêbike bi hesreta kurê xwe ji vê dinyayê koç kir. Em jî weke hevalên wî yên rojnameger em ê her tim li ser rêya wî ya heqîqetê bin. Ji ber ku hevalê me dixwest wan salên tarî heqîqetê ragihîne hate windakirin. Em jî weke hevalên wî yên rojnameger em ê rêya wî ya heqîqetê her tim bişopînin. Em ê pênûsa wî, kameraya wî li erdê nehêlin. Em ê şopdarên têkoşîna wî ya edaletê jî bin. Ji ber ku mixabin faîlên wî nehatin darizandin û doza wî bi hinceta demboriyê hate xistin. Heta ku faîlên hevalê me bên darizandin em ê li pey doza wî bin.”

Pişt re endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHDa Amedê Berfîn Elçî çîroka Nazim Babaoglû xwend. Dû re çalaki bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û Malbatên Windayan di hefteya 728emîn de çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiyê de rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavkirinê de hatine windakirin û kuştin hilgirtin. ÎHDê û Malbatên Windayan vê hefteyê qala Komkujiya Helebceyê kirin û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn. Dû re rêveberê Şaxa ÎHDa Êlihê Huseyîn Elçî metnê ku qala Komkujiya Helebceyê dikir xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Etîket: Berfîn ElçîBîranînFexredîn KiliçFirat AkdenizÎHDa AmedêÎHDa ÊlihêKomkujiya HelebceNazim Babaoglu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

12 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne