• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

Êlih / AW

25 HEZÎRAN 2026 - 19:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaxên ÎHD û OHDê yên Êlihê têkildarî bûyerên ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê pêk hatibû li ber Edliyeya Êlihê daxuyanî da û gotin: “Rêveber û xebatkarên saziyê her tim hewl dane bûyerê veşêrin. Ev ne bûyereke tekane û sûcekî kesane ye, pergala bêcezakirinê ye.”

Bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Êlihê têkildarî kiryarên qirêj ên ku li Navenda Rêhabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê li pêşiya deriyê Dadgeha Êlihê daxuyanî dan û piştî daxuyaniyê heta parka li heberî Dadgehê meşiyan. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên ÎHD û OHDê yên Êlihê, TJA, Baroya Êlihê û gelek kes tev li bûn. Kesên ku tev li bû dirûşmeya “Heqîqet nayê windakirin” berz kirin.

Metna daxuyaniyê jî ji aliyê Rêvebera OHDa Êlihê Hazal Aydin ve hate xwendin.​ Hazal Aydin diyar kir ku li gorî agahî û belgeyên ku di dosyeya lêpirsînê de cih digirin, li hemberî kesên astengdar ên zihnî ku nikarin xwe îfade bikin û biparêzin sûc hatine kirin û wiha axivî: “Êrişa zayendî ya bi sîstematîk ku veşartina wê hatibû ragihandin, jineke astengdara zihnî ji aliyê nexweşekî mêr ê li heman saziyê ve gelek caran rastî tecawizê hatiye. Lê rêveber û xebatkarên saziyê hay ji vê rewşê hebûne. Lê tedbîrên parastinê negirtine û her tim hewl dane bûyerê veşêrin. Tundî û muameleyên xerab û îdiayên giran hene. Gelek caran çixare li ser laşê kesên astengdar hatiye vemirandin. Bi vê yekê re gelek caran bi saetan li ser textan hatine kelemçekirin û gelek lêdana fîzîkî li wan kirine. Û bi yekê re her tim rastî tundiya fîzîkî û derûniyê hatine. Binpêkirina rûmeta mirovan, wêneyên kesên astengdar ên rût hatine girtin û li ser komên telefonan bi şêwazekî biçûkxistinê hatine parvekirin.”

‘Ne bûyereke tekane ye, pergala bêcezakirinê ye’

Hazal Aydin bi van gotinan axaftinan xwe bi dawî kir: “Li gorî belgeyên dozgeriyê, di nava saziyê de mirinên gumanbar çêbûne û lêpirsîna hiqûqî li ser wan berdewam dike. Dermanên ku bi reçeteyên sor tên firotin, her çend nedabin nexweşan jî, wekî ku dabin wan hatine nişandan.  Û bi vî rengî gelek caran hatine îstîsmarkirin. Ev ne bûyereke tekane û sûcekî kesane ye, pergala bêcezakirinê ye. ​Ev bûyer ne tenê sûcekî kesane ye. Ev encama xemsarî û mekanîzmayên kontrolê yên dewletê ye. Ev bêkontrolî û polîtîkayên bêcezakirinê, li vê saziyê wekî çandekê cih girtiye û veguheriye binpêkirineke pergalî.”

Piştî daxuyaniyê heta parqa nêzîkî edliyeyê meşiyan û li wir dawî li çalakiya xwe anîn.

Etîket: daxuyanîÊlihÎHDNavenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya ÊlihêOHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

16 TEBAX 2026
Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne