Hûsiyên li Yemenê ku Îran piştgiriya wan dike, êrîş birin ser hêzên hikumetê û hedefên li Erebistana Siûdî. Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Yemenî di êrîşan de herî kêm 58 leşker mirin, bi dehan jî birîndar bûn.
Rayedarên leşkerî diyar kirin ku êrîş li ser kampên leşkerî yên li wîlayetên Marib û Hadramutê ya nêzî sînorê Erebistana Siûdî ye, hate kirin. Rayedaran ragihandin ku êrîş piştî agirbesta di sala 2022yan de kete meriyetê êrîşa herî giran a li ser artêşa Yemenê bû.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî berpirsyariya êrişê li xwe girt û diyar kir ku operasyon li dijî bicihbûna leşkerî ya hêzên Yemenê yên bi piştgiriya Erebistana Siûdî ya dema dawiyê hatiye kirin û wiha got: “Me li hemberî nuqteyên ku yekîneyên dijmin lê zêde bûne operasyoneke berfireh lidar xist. Ger rageşî bilind bibe, ew ji êrişên nû re amade ne.”
Hikûmeta Yemenê ya ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin êrîş weke ‘êrişkariyê’ pênase kir û ragihand ku wê di dem û cihê guncav de bersivê bidin.
Koalîsyona bi serkêşiya Erebistana Siûdî jî Hûsî sûcdar kir ku bombe li hedefên sivîl ên li herêma Necranê ya li ser sînor barandiye.
Koalîsyonê diyar kir ku di encama êrişan de zarokekî 4 salî û sivîlên ji Misir, Yemen û Pakistanê jî di nav de 11 kes birîndar bûn. Rêveberiya Riyadê ragihand ku ji bo parastina sivîlan wê her cûre tedbîran werbigirin.












