• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî’

Bilal Guldem / AW

24 SIBAT 2025 - 08:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Amed – Rêveber û mamosteyên saziyên zimanê Kurdî ji bo statuya zimanê Kurdî destnîşan kirin ku pêwîst e gelê Kurd li her qadên jiyanê bi Kurdî biaxivin û xwestin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Sanatça Organîzasyon û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê li ÇandAmedê bi beşdariya stranbêj û şanogeran şahiyeke girseyî li dar xistin. Gelek welatî, nûner û rêveberên saziyên civakî û partiyên siyasî beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de şanogerên derketin ser dikê, bal kişandin ser kurdên zimanê dayikê ji bîr kirine û nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Ji kesên beşdarî şahiyê bûn, têkildarî 21ê sibatê nerînên xwe bi Ajansa Welat (AW re parve kirin. Nûner û xebatkarên saziyan li ser girîngî û wateya Kurdî axivîn û xwestin her kes Kurdî biparêzin.

‘Nêzîkatiya dewletê li ser esasê înkarê ye’

Rêveberê Enstîtûya Kurdî ya Amedê Adil Qazî diyar kir ku di sedsala 21an de xwestina perwerdehiya ziman şerm e û got: ‘Bê statu jiyan nabe. Zimanê me nasname ya me ye. Nasname tune bibe hebûna me jî tune dibe. Di vê pevajoyê de hewce ye di serî de zimanê Kurdî bibe xwedî statu. Em hêvî dikin ku ziman azad bibin. Ji bo vê em dibêjin bê ziman jiyan nabe. Nêzikatiya dewletê li ser esasê înkarê ye. Îsal ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê gelek çalakî hatin li dar xistin. Di nava gel de kelecanek heye. Peyamên ji Îmraliyê bên, dê bibe peyama aştî û azadiyê. Gel li benda vê peyamê ye. Ev peyam gelek girîng e.”

PENa Kurd: Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî

Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan jî xwest zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û got: “Zimanê Kurdî zimanêkî kevnar e û gelek dewlemend e. Ji aliyê milyonan kesan ve tê axaftin. Ji ber vê yekê divê mafê zimanê Kurdî bê dayîn. Zimanê Kurdî bi xera dayîk û medresêyan li ser piya ma ye. Ji bo zimanê Kurdî pêş bikeve pêdivî bi perwerdehiyê heye. Divê ku wêşandariyeke Kurdî bi vî awayî tevbigere. Eger Kurdî îro xwedî statûyek fermî bûya dê ziman geş bûya. Ji ber ve yekê divê armanca mirov fermîbûna ziman be. Wek Navenda PENa Kurd li ser bingeha manîfestoya Gîrona PENa navneteweyî, divê parastina ziman ji bo xwe xaleke bingehîn bibîne. Divê li gorî Manîfestoya Gîrona zimanê Kurdî bê parastin. Em wek PEN a Kurd pêşî bang li hemû sazî û rêxistinên Kurdan dikin ku xwedî li zimanê xwe derbikevin. Dive Kurd di hemû qadê jiyanê de bi Kurdî biaxivin. Îsal Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê bi awayekî sazî, civaka sivîl gelek xweş derbas bû.”

‘Divê em biaxivin ku pişaftin pûç bibe’

Mamosteyê MED-DERê Mehmet Selîm Temel jî xwest her kes di nava jiyanê de bi zimanê xwe biaxive û got: “Civaka Kurd di dîrokê de gelek caran bi astengiyan re rû bi rû dimîne. Lê divê em wek gelê Kurd çi dikevê ser milê me bikin. Di vê hemû Kurd di jiyanê de bi Kurdî biaxivin û Kurdî li her derê biparêzin. Divê em bi parastina ziman polîtîkayên dewletê yên bişaftinê pûç bikin. Çiqas zext û zodarî hebûn jî me dît, îsal çalakiyen gelek rengîn pêş ketin. Em dibînin ku bandora şarêdariyan li ser pêşketina ziman heye.”

Tehamula li dijî Kurdî

Xebatkara MED-DERê Mîne Karakaş jî diyar kir ku êrîşa li ser zimanê Kurdî, di Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de jî berdewam kir û got: “Îro li Amedê meş hebû. Me dît polîsan disa gefa ku êriş bikin li çalakgeran xwar. Em dîbinin ku hê jî li hemberî Kurdî tehamulê wan nîn e.”

Etîket: MED-DERPENa KurdSaziyên zimanzimanZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026
Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

20 ÎLON 2026
ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

18 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne