• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

Daristan Pala / AW

1 GULAN 2026 - 08:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Colemêrg – Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê Behçet Kanat derbarê hezaza li ser rêya Colemêrg-Wanê pêk hat de destnîşan kir ku girtina rê encama polîtîkayên cihêkariyê ya li ser Colemêrgê ye. 
Rêya Colemêrg û Wanê ji ber hezaz û ketina aşûtê ji 11ê Nîsanê ve heta niha girtî ye. Sê hefte ye bi ser bûyerê re derbas bûye lê hê jî rê ji bo çûnehatê nehatiye vekirin. Xelkê herêmê mexdûr bûye û destnîşan dikin ku kes li hawara wan nehatiye û vê yekê bi polîtîkayên cihêkariyê ve girê didin. Xelkê hêrêmê li dijî vê xemsariya saziyên dewletê û desthilatê bi hêrs û aciz e.
Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr a Colemêrgê Behçet Kanat derbarê xemsariya li ser Colemêrgê de ji ajansa me re axivî û peşniyara rêya alternatîf a rêya Berçelanê kir û got ku ew rê ji bo Wanê gelek nêzîktir û çêtir e.
‘Çav û guhên xwe jê re girtin’ 
Behçet Kanat diyar kir ku hilweşîna rêya li Colemêrgê her çend ji ber baran û berfa zêde be jî lê sedema pêşî tesîsa li wir hatiye avakirinê ye û wiha got: “Li wê derê çopeke zêde hatibû komkirin û ew çop bin rê de hat berhevkirin. Ji ber gaza metanê ya ku di bin axê de civiyaye û barîna zêde ya baranê, teqînek pêk hatiye û rê rûxiyaye. Raporên ÇEDê li ber destê wan hebûn, lê bi zanebûn çav û guhên xwe girtin.”
‘Polîtîkayên cihêkariyê li ser Colemêrgê ne’ 
Behçet Kanat bal kişand ser polîtîkayên cihêkariyê yên li ser Colemêrgê û axiftina xwe wiha berdewam kir: “Hûn herin Rêya Bolûyê an jî Rehra Reş, hûn ê bibînin ku li cihên bi heman bilindahiyê tunelên mezin û pirên modern hatine çêkirin. Lê dema mijar dibe Colemêrg guh û çav tên girtin. Ev nîşan dide ku piştî hilbijartinê ev e ji bo welatiyên Colemêrgê cezakirin e.”
‘Rêya Berçelanê çareserî ye’
Behçet Kanat diyar kir ku rêya alternatîf a di Berçelanê de derbas dibe û wiha got: “Di sala 2006an de ev rê hate vekirin, ev rê ji bo çûna Wanê gelek nêzîktir e, lê paşê bi hêcetên berf zêde dibare hate girtin. Îro teknîk gihîştiye wê astê ku mirov dikare tûnelên 15 kîlometreyî çêbike. Heke niyet hebe, ev rê di demeke kurt de dikare were çêkirin. Lê dixwazin gelê Colemêrgê her tim di nava zehmetiyan de bimîne.”
‘Tenê propgandayê dikin’ 
Behçet Kanat dîmenên ku di medyayê de weke ku “xebatên rê” tên nîşandan ji bilî propgandayê ne tiştekî din e û got: “Ev makîneyên ku hûn dibînin, ne ji bo çêkirina rêya miletê ye. Ev xebatên fîrmayeke petrolê ne. Em bang li desthilatê dikin; rêya Berçelanê ya ku mafê vî gelî ye, bila were vekirin.”
Etîket: ColemêrgdesthilatHevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr a Colemêrgê Behçet Kanatpolîtîkayên cihêkariyêRêya Colemêrg û Wanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

21 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Li Colemêrgê bîranîna şehîdan dest pê kir

Li Colemêrgê bîranîna şehîdan dest pê kir

8 ÎLON 2026
Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

8 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne