• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevşaredarên Wanê: Werin em xwedî li vîna xwe derkevin

Wan / AW

11 SIBAT 2025 - 11:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevşaredarên Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal piştî biryara dadgehê li ber şaredariyê daxuyanî dan. Hevşaredaran bal kişandin ser biryara dadgehê û banga xwedî derketina li îradeya xwe li gelê Wanê kirin.

Danişîna 8emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” tê darizandin, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin û dadgehê 3 sal 9 meh cezayê hepsê li Zeydan birî. Piştî biryarê bi hezaran welatî li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kom bûn û biryara dadgehê bi dirûşmên “Zeydan û Şedal vîna me ne” protesto kirin.

Bi beşdariya hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, parlementer û rêveberên DEM Partiyê yên Wanê, rêveberên DBPê û bi hezaran welatiyan li ber şaredariyê daxuyanî hat dayîn.

Ewilî hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî axivî û biryara hatiye dayîn weke biryareke siyasî pênase kir. Veysî Dîlekçî bertek nîşanî desteserkirina vîna gel da û got: “Em bang li gelê Wanê, Gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê dikim ku li dijî desteserkirina vîna gel bêdeng nemînin.”

Zeydan: Xwedî li vîna xwe derbikevin

Hevşaredar Abdullah Zeydan axivî û bal kişand ser biryara dadgehê. Abdullah Zeydan anî ziman ku ti hukmê vê biryarê nîn e û wiha got: “Li Tirkiyeyê edalet, hiqûq, destûra bingehîn nîn in. Tenê darazek ku hemû daxwazên desthilatê pêk tîne heye. Em dizanin ku ev dozên ji bo me tên vekirin, hemû li gorî talîmatên siyasî ne. Şerm jî nakin, dixwazin vîna gelê Wanê desteser bikin. Ev kesên ku şerm û fedî nakin ji berxwedana 31ê Adarê jî ders negirtin e. Em weke gelê Wanê ku baweriya me bi demokrasiyê, hiqûqê, edaletê, vîna gel heye, em ê vîna xwe û edaletê biparêzin. Kesên ku li rantê digerin kefa destên xwe dixwirînin û li dû desteserkirina vîna milyonek û 200 hezar welatiyên Wanê ne. Lê bila neyê jibîrkirin ku ev bêhiqûqiya îro tê serê me, wê sibê bê serê we jî. Lewma em li bendê ne ku 85 milyon li kêleka demokrasî û edaletê bin. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku xwedî li vîna xwe derbikevin.”

Şedal: AKP hînî desteserkirin û talanê bûye

Dû re hevşaredar Neslîhan Şedal jî diyar kir ku desthilata AKPê ji mêtina xwîna Kurdan têr nabe û got: “AKP li ser xwîna Kurdan, li ser destkeftiyên Kurdan, li ser vîna Kurdan bêhnê digire û xwe li ser van polîtîkayên qirêj li ser pêyan digire. Li ti derê cîhanê gotina aştiyê sûc nîn e, lê di exlaqê AKPê de şer heye, desteserkirin û talankirin heye. Qirkirinek mezin li ser Kurdan tê meşandin û rêberê Kurdan hê jî di bin tecrîdê de ye. Li dijî hemû kiryar û polîtîkayên we em hêj jî li vir in û li ber xwe didin. Em morala xwe xerab nakin. Her roj destkeftiyên me zêde dibin. Yê ku winda bike AKP ye. Îro dîsa dixwazin vîna gelê Kurd desteser bikin, lê em ê nehêlin ku vîna me were desteserkirin. Wê gelê Wanê û ciwanên xwedî li vîna xwe derkevin.”

Piştî daxuyaniyê xelkê Wanê li şaredariyê de dest bi nobetê kir. Xelkê Wanê tê ber şaredariyê û xwedî li vîna xwe derdikevin.

Etîket: Abdullah ZeydanNeslîhan ŞedalŞaredariya Bajarê Mezin a Wanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

16 TEBAX 2026
Mîhrîcan qediya lê qirêjiya wan hêj neqediya ye

Mîhrîcan qediya lê qirêjiya wan hêj neqediya ye

22 TÎRMEH 2026
Qeyim wî ji kar avêt, niha jî penceşer lê peyda bûye: Alîkariyê dixwazim

Qeyim wî ji kar avêt, niha jî penceşer lê peyda bûye: Alîkariyê dixwazim

5 TÎRMEH 2026

Li Tûşbayê ‘Rojên Wêje û Pirtûkan’ dest pê kir

18 HEZÎRAN 2026
Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

9 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne