• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevdîtina Trump û Netanyahu dê çiqas Îranê rawestîne?

Navenda Nûçeyan / AW

13 SIBAT 2026 - 12:53
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Piştî hevdîtina Netanyahu û Trump a li ser Îranê daxuyanî dan û di daxuyaniyên hatin dayîn de Îsraîlê û Amerîka ji bo destwerdana li Îranê heta radeyek wek hev difikirin. Dixuye ku Amerîka ji bo hin daxwazên Îsraîlê fikarên xwe hene.

Di 6ê Sibata 2026an de nûnerê Amerîkayê û Îranê li Ummanê li ser nukleerê civiyan. Piştî civîna li Ummanê daxuyanî hat dayîn. Aliyan di daxuyaniyê de diyar kirin ku encama civînê baş e û dê civîn bidome. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu piştî vê civînê ji nişkeve biryara serdana Amerîkayê da û di 11ê Sibata 2026an de çû Amerîkayê û bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtin kir.

Netanyahu, Trump li şer sor dike 

Piştî civînê daxuyaniyeke hevpar nehat dayîn. Lê her du aliyan jî derbarê civînê de daxuyanî dan. Netanyahu beriya ku ji Amerîkayê vegere daxuyanî da rojnamegeran. Benjamin Netanyahu di daxuyaniyê de got ku hevdîtina bi Îranê re ne tenê li ser nukleerê pêk tê. Netenyahû diyar kir ku li gel çeka nukleerê mijarên wek moşekên balîstîk û siyaseta Îranê ya li heremê bi wekîlan re jî dê bê muzakerekirin.

Netanyahu pesnê Trump jî da û got: “Min serdaneke girîng bi dostê xwe serok Trump re pêk anî. Civîneke pirr ji dil û pêbawer bû.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî hevdîtina bi Netanyahu re li ser hesabê xwe yê Truth Social daxuyanî da. Trump di daxuyaniyê de îdia kir ku li Rojhilata Navîn “aştî” heye. Trump da zanîn ku ji civîna Îranê biryareke teqez derneketiye lê tê payîn ku di civînên bên kirin de peymanek çêbe.

Trump di vê daxuyaniya xwe de jî gef li Îranê xwar û got: “Heke pêkan be lihevkirin tercîha min e. Heke ne pêkan be dê çi bibe em ê bibînin.”

Trump derbarê serdana Netanyahu û daxwazên Îsraîlê de agahî neda. Lê tê zanîn ku armanca Trump zêdetir li ser çêkirina peymana çeka nukleerî ye. Çêkirina çeka nukleerî ji bo Amerîkayê xeter dibîne.

Amerîka naxwaze perestîja xwe winda bike

Lê derket holê ku Trump naxwaze xwe bi xwestekên Îsraîlê yên asta bilind ve girê bide. Trump hewl dide ji xwe re cihê manevrayê bihêle. Her wiha Trump texmîn dike ku daxwazê Serokwezîrê Îsrailê Netanyahu ji aliyê Îranê ve neyê qebûlkirin. Di encameke wisa de Amerîka nikare bêdeng bimîne an wek ku tiştek nebûye raweste. Bêdengî û vekişîneke wisa dê ji bo Îranê bibe serkeftineke mezin û destê rejîma Îranê li heremê xurt bibe. Lê dê Amerîka pirestîjeke zêde winda bike.

Destpêka şerek ne diyar Trump ditirsîne. Encama wê di nava Amerîkayê de ji bo Trump dê pir negatîf be. Dibe ku bibe sedemê têkçûna textê Trumb bexwe jî.

Trump armanca xwe zêde nikare veşêre. Hewl dide serkeftineke erzan bi dest bixe û di ser wê de hem li Amerîkayê û hem jî li cîhanê xwe xurt bide nîşandin. Ji bo vê hemu rêbazên qirêj ji bo xwe rewa dibîne. Dema dibêji “bi zarokên baş karên xwe nikarim pêk bînim” hesabên xwe yên veşartî jî eşkere dike. Derdikeve holê ku armanca Trump ne ev e ku li Îranê piştgiriya mexdûran bike. Armanca wî ev e ku mexdûriyeta wan kuştiyan ji bo xwe û desthilatdariya xwe bikar bîne. Her wiha ji bo Îsrailê jî naxwaze textê xwe bixe xetereyê.

Lê Îsraîl baş zane ku bi siyaseta Trump a dudilî rejîma Îranê ne pêkane hilweşe. Îsrail naxwaze siyaseta “Min nekuje dê min xurt bike” li dij neyarê xwe bikar bîne. Ew di siyaseta kuştina neyar de bi israr e. Lê bi Trump re ev wêrekî nîn e û dest bi vê siyasetê nake. Ev jî rê li ber qirkirinên ku rejîma Îranê pêk tîne vedike.

Etîket: AmerîkaBenjamîn NetanyahûDonald TrumpÎsraîlRejîma Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

28 ÎLON 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne