• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Heval Dilbihar: Heta ku zimanê Kurdî azad nebe aştiyeke civakî pêk nayê

Fexredîn Kiliç / AW

12 ÎLON 2025 - 08:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar diyar kir ku zimanê Kurdî di mijara aştiyeke civakî û rast de xeteke sor e û got: “Heta ku zimanê Kurdî ji her milî ve azad û serbest nebe bi tu awayî aştiyeke civakî, civakeke demokratîk pêk nayê.”

Serdema nû ya perwerdeyê ya li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê di 8ê Îlonê de bi çûyîna dibistanan a 18 milyon xwendekaran dest pê kir. Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi dehan gel dijîn. Lê zimanê perwerdehiyê bi tenê Tirkî ye û gelên din hemû ji perwerdehiya bi zimanê dayika xwe mehrûm dimînin. Yek ji van gelan jî gelê Kurd e ku li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê nifûsa wî bi milyonan e. Saziyên Ziman ên Kurdî û Sendîkaya Kedkarên Zanist û Xizmetên Civakî (Egîtîm-Sen) di nav de gelek sazî û dezgehan bi boneya destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê, bi dirûşma “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê hemû zarokan e” meş û daxuyanî li dar xistin û bal kişandin ser mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê.

Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî zimanê Kurdî ji ajansa me re nirxandin.

‘Bi milyonan zarokên Kurd ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bêpar in’

Heval Dilbihar diyar kir ku bi destpêkirina serdema perwerdehiyê ya li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi milyonan zarokên Kurdan dê ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bêpar bimînin û wiha got: “Mixabin zarokên Kurd dê dîsa rastî bişaftina Kurdî werin. Em vê bi awayekî zelal dibêjin bişaftina zarokên neteweyekî din a ji aliyê desthilatdaran beriya her tiştî li dijî mirovahiyê ye. Li dijî hemû bîr baweriyan, exlaq û polîtîkayên demokratîk û civakî ne. Bifikirin hûn nahêlin zarokek bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibine. Di ser de jî hûn wî zarokî dikin Tirk an ku hewl didin zarokekî Kurd bikin Tirk. Ev yek beriya her tiştî sûcekî mirovahiyê ye. Niha ji ber ku neteweya Kurd bi awayekî fermî, hiqûqî nayê nasîn zimanê Kurdî jî nayê nasîn. Rast e her çiqas di encama têkoşîna gelê Kurd de polîtîka, kiryar û pêkanînên klasîk yên tunehesibandinê û hewldanên ji holê rakirina zimanê Kurdî têkçûbin jî lê vê carê bi awayên cuda cuda ev bişaftin ev hewldanên ji holê rakirinê dîsa berdewam dikin. Berî her tiştî perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî herî xwezayî, civakî, xwedayî yê gelekî, neteweyekî ye. Astengkirin û binpêkirina vî mafî sûcekî mirovahiyê ye.

‘Heta zimanek qedexe be dê aştî çawa derkeve holê’

Heval Dilbihar axaftina xwe wiha domand: “Ji ber vê sedemê dê zarokên Kurd îsal jî nikaribin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û dîsa dê di nava aşê bişaftinê de bên hêrandin. Niha ji bo ku ev ji holê bê rakirin divê Kurd û zimanê Kurdî bibin xwedî statu. Carna desthilata dewleta Tirk dibêje li pêşiya zimanê Kurdî astengî nînin. Me zimanê Kurdî qedexe nekiriye. Lê ev manîpulasyoneke mezin e. Ev berovajîkirineke mezin e. Dibêjin perwerdehiya bi zimanê Kurdî ne daxwaza gelê Kurd e, ev jî berovajîkirine. Niha mînaka dawiyê bibêjin, di encama hewldanên rêzdar Abdullah Ocalan de pêvajoyeke aştiyeke rast û civakeke demokratîk hate destpêkirin. Bêguman ji bo ku di vê pêvajoyê de pêşketinek çêbibe divê berî her tiştî astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin. Bifikirin; heta zimanek qedexe be, hewl bê dayîn ji bo ku ew ziman ji holê rabe aştî dê çawa pêk bê. Yek zimanê we qedexe bike, perwerdehiya bi zimanê we qedexe bike, hewl bide zimanê dayika we û hemû nirxên we ji holê rake hûn ê çawa bi wan re aş bibin. Bêguman aştiyeke wisa ne pêkan e. Ji ber wê jî zimanê Kurdî di mijara aştiyeke civakî û rast de xeteke sor e. Heta ku zimanê Kurdî ji her milî ve azad û serbest nebe bi tu awayî aştiyeke civakî, civakeke demokratîk pêk nayê.”

‘Em li bakurê Kurdistanê di mijara zimanê Kurdî de yek in’

Heval Dilbihar bal kişand ser komîsyona têkildarî pêvajoya heyî li Meclisê hatiye avakirin û wiha pê de çû: “DEM Partî jî û ji bilî yek du partiyan partiyên din jî di nav de ne. Niha bendewariya hemû aştî û azadîxwazan ew bû ku ew komîsyon hemû mafên gelê Kurd nîqaş bike û pêşiya wan veke. Lê ji ber ku dayîkên Kurd li wir bi Kurdî axivîn axaftina wan hate birîn. Hatin astengkirin. Serokê Komîsyonê Nûman Kûrtûlmûş nehişt ku dayik bi zimanê xwe biaxive. Bi rastî jî ev hovîtiyeke mezin e. Qaşo tu dibêjî ‘ez ê aştiyê pêk bînim’ lê nahêlî dayîkek bi zimanê xwe biaxive. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Di ser re jî rabû got ‘daxwazên Kurdan ên ji bo statu û perwerdehiya bi Kurdî nîne.’ Ev berovajîkirina rastiyan e. Ev derewek ji desthilatdariya Tirk e ku dixwaze hiş û mejiyê civaka Kurd şolî bike. Kesê ev pêvajo daye destpêkirin rêzdar Abdullah Ocalan e. Wî bi xwe bi dehan caran gotiye ‘Zimanê neteweyekê ji bo wê neteweyê ji nan û avê girîngtir e. Ji bo wê mijara hebûn û tunebûnê ye. Kesê ji zimanê dayîka xwe dûr bikeve ji ajalan jî berjêrtir dibe. Ji ber her ajalek jî xwedî dengeke û mafê wan heye ku xwe bi dengê xwe bidin nasîn. Em zelal bêjin, em weke DEM Partî û hemû sazî, dezgeh û platformên Kurd û yên şoreşger û demokratîk ên li bakurê Kurdistanê di mijara zimanê Kurdî de yek in. Hemû jî perwerdehiya bi Kurdî dixwazin dixwazin zimanê Kurdî li her qadên jiyanê û di saziyên fermî de jî bi awayekî serbest bê bikaranîn. Daxwaz dikin ku zimanê Kurdî bi zagonan serbest bê hiştin û bê nasîn û hemû navên Kurdî lê bên vegerandin. Ev her çar daxwaz daxwaza hemû Kurdan e. Sala sedê jî be ev dewlet neçar e ku zimanê Kurdî serbest bihêle. Wisa neke dê rastî bobelatên mezin bê. Em dibêjin êdî bes e. Heta ku hûn zimanê dayîka me û hemû nirxên me yên neteweyî nas nekin em nabin xwişk û birayên we. Ji bo ku desthilat gavan biavêje û komîsyon van mijaran têxe rojeva xwe divê em wekî gelê Kurd divê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî li her qadê bilindtir û berfirehtir bikin.”

‘Divê Kurd di asta seferberiyê de xebatan bidin meşandin’

Heval Dilbihar destnîşan kir ku divê ji bo zimanê Kurdî ji taxan bigirin heta gundan ji bajaran bigirin heta navçeyan ji bazaran bigirin heta hemû jîngehên ku Kurd li wir hilmê digirin divê têkoşîna zimanê Kurdî bê meşandin û wiha berdewam kir: “Divê neteweya Kurd di asta seferberiyê de xebatan bi awayekî domdar bimeşîne. Di vir de rista rêveberiyên xwecihî yên Kurdan gelekî girîng e. Niha rêveberiyên xwecihî ligel hemû astengiyan weke hikumeteke wî bajarî wê navçeyê ne. Divê bernameyên wan û budçeya wan ji bo ziman jî hebe. Heke şaredariyeke Kurdan di asta herî jor û domdar de xebatên ziman, çand û nirxên Kurdewar nemeşîne tu ferqa wan şaredariyan û desthilatê nîne. Sed mixabin hêj gelek şaredariyên me di vê hişmendiyê de nînin. Mijara zimanê Kurdî ji bo me xeteke sor a neteweyî û gerdûnî ye. Ji ber ku zimanê Kurdî ne tenê zimanê Kurdan e di heman demê de nirxekî mirovahiyê yê bi deh hezaran salan e. Ji ber vê yekê ne tenê şaredariyên Kurdan divê şaredariyên partiyên din jî ji bo zimanê Kurdî bi her awayî xebatan bimeşînin. Ji bo Tirkî çi xebatan dikin divê ji bo Kurdî jî bikin. Rexnedayîna xwe jî bi xebatên xwe bidin. Divê şaredariyên me wekî dibistan û zanîngehên Kurdî xebatan bimeşînin. Divê hevşaredaran bigire heta hemû xebatkaran zimanê Kurdî hîn bibin û hîn bikin. Gelê Kurd ji bo zimanê Kurdî li dehan bajaran daxwaza xwe ya perwerde û statuya zimanê Kurdî berz kir.”

‘Divê em rûmeta xwe di her qadê de bijîn’

Heval Dilbihar xwest ku hemû sazî, dezgeh û partiyên siyasî yên Kurd xebatên ji bo ziman berfirehtir bikin û got: “Ji ber ku polîtîkayeke desthilatandaran a van salên dawî ew e ku zimanê Kurdî krîmînalîze bike û ji holê rake. Divê em van polîtîkayan pûç bikin. Ji ber vê yekê weke DEM Partiyê hewldana me ew e ku em zimanê Kurdî li her derê civakê belav bikin. Di vê mijarê de kêmasî û nebesiyên me jî hene. Em bang li hemû siyasetmedarên Kurd dikin, bi taybetî li Kurdistanê li hemû cihên ku Kurd lê dijîn divê teqez zimanê sereke zimanê Kurdî be. Madem em dibêjin ‘Zimanê me rûmeta me ye’ divê em rûmeta xwe di her qadê de bijîn.”

‘Divê em têkoşîna xwe ya zimanê Kurdî li hemû qadan bilindtir bikin’

Heval Dilbihar da zanîn weke DEM Partiyê plansaziyên wan jî ji bo zimanê Kurdî hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di demên pêş de em ê li gel sazî û dezgehên zimanê Kurdî komxebatên bi tevlibûna hemû qadên Kurdewar û civakî li dar bixin. Em ê bi taybetî li wê derê strateji û têkoşîna zimanê Kurdî bi awayekî şênber li gel hemû qadên li bakurê Kurdistanê nîqaş bikin û gelek biryarên nû bigirin. Ji ber vê yekê li dijî êrişên desthilatê yên bişaftinê têkoşîna xwe bilindtir bikin hem jî gelek kar û xebatên xwe yên navxweyî bimeşînin. Dema ku em dibêjin zimanê Kurdî xeta me ya sor e, ji bo me ji nan û avê wêdetir e. Em vê tene ji bo dewleta Tirk û desthilatên wê nabêjin. Em vê ji bo xwe jî dibêjin. Ji ber vê sazkirin û rêxistinkirina zimanê Kurdî li navenda vê pêvajoya aştiyeke rast û civateke demokratîk de cih digire. Divê em têkoşîna xwe ya zimanê Kurdî li hemû qadan bilindtir bikin.”

Etîket: Heval DilbaharKurdîziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

18 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne