• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Heta mîsogeriya statuya Rojava divê gelê Kurd şiyar be’

Fexredîn Kiliç / AW

3 SIBAT 2026 - 09:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mêrdîn – Endamê Lijneya Rêveber ê Komeleya 78an Arîf Tûrgay bal kişand ser peymana di navbera HSDê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de û got: “Heta ku statuya gelê me yê li Rojava mîsoger nebe, divê her çar aliyê Kurdistanê şiyar be, baldar be û divê çavên me li ser Rojava be.”

Piştî êrişên HTŞê û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava, gelê Kurd û dostên wan li çar aliyê Kurdistanê û gelek welatên cîhanê daketin qadan û piştgirî dan Rojava. Di demekî ku berxwedana gelê Kurd û dostên wan berdewam dikir de di 30ê Çileyê hate ragihandin ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê li ser destkeftiyên Rojava peymanek hate îmzekirin. Peyman di 2yê Sibatê de kete meriyetê. Li gorî lihevkirinê hêzên ewlekariya hundirîn ên girêdayî wezareta hundirîn a hikûmeta demkî derbasî duh bajarên Hesekê û Kobanê bûn da ku entegrasyonê bi rêve bibin û pişt re vekişin. Li Sûriyeyê hevdîtinên li ser peymanê û danûstandinên dîplomatîk dewam dikin. Tê payin ku sibe li bajarê Qamişloyê qedexeya derketina derve bê ragihandin. Hevdîtinên dîplomatîk ên bi Şamê re jî dewam dikin. Di vê çarçoveyê de tê payîn ku şandeya Şamê ya ku li Kobanê û Hesekê hevdîtin kirin îro li Qamişloyê jî hevdîtinekê bike. Li gorî agahiyan, tê payin ku di van mijaran de rojên bê di asta biryarnameyê de gav bêne avêtin.

‘Divê seferberiya hatiye ragihandin berdewam bike’

Endamê Lijneya Rêveber ê Komeleya 78an Arîf Tûrgay têkildarî peymanê û berxwedana gelê Kurd a ji bo Rojava ji ajansa me re axivî. Arîf Tûrgay diyar kir ku bi peymanê pêşî li komkujiyê re hate girtin û wiha got: “Heke ev peyman çênebûna dibe ku di nava Kurdan, Ereban û kêmnetewan de nexweşî çêbûbûna. Ev xetere hêj jî berdewam dike. Ji bo ku ev yek pêk neyê divê em dest ji berxexwedana xwe bernedin. Heta ku garantiyek çênebe divê ev seferberiya hatiye ragihandin berdewam bike.”

‘Gelê Kurd ji bo mirovahiyê li ber xwe dide’

Arîf Tûrgay bal kişan ser berxwedana gelê Kurd a ji bo Rojava û wiha domand: “Gelê Kurd ji bo mirovahiyê li ber xwe da. Dema gelên dinyayê xwedî li şoreşa Kurdan derdikeve esas xwedî li şoreşa xwe derdikevin. Gelê Kurd ji bo aştiya dinyayê gelek bedelên giran dan. Li gelek welatan komkujî pêk hatin. Heke îro gelê Kurd li ber xwe bide ji bo mirovahiyê li ber xwe dide.”

‘Di meseleya Rojava de gelê me yekîtiyek ava kir’

Arîf Tûrgay di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bi salan e yekîtiya gelê Kurd êşeke giran bû. Lê belê di meseleya Rojava de gelê me di nava hemû rêxistinên Kurdan de yekîtiyek ava kir. Partiyên me yên siyasî hemû hatin cemhev, li Rojava xwedî derketin peyamên pêwîst dan û di vî warî de ji bo yekîtiya Kurdan pêşketineke mezin çêbû. Gelê Kurd dê ji niha û pê ve berxwedana xwe berdewam bike. Heta ku statuya gelê me yê Rojava nekeve bin garantiyekê divê her çar parçeyê Kurdistanê şiyar be, baldar be û çavên me li ser Rojava be.”

Banga yekîtiyê li hemû rêxistinên Kurdistanê kir

Arîf Tûrgay axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê partiyên me yên siyasî yên li her çar aliyê Kurdistanê bersivê bidin gel. Gel yekîtiya Kurdan dixwaze. Çi partiyên siyasî çi leşkerî divê bersiva vê bidin. Heke tu li Rojhilata Navîn ne biquwet bî tu nikarî bijî. Hêj jî li ser me xetere hene. Kî birêxistin be kî li ber xwe bide ew ê ji vê demê zêde zirarê nebîne. Kî li ber xwe bide ew dê serbikeve. Em bang li rêxistinên li her çar aliyê Kurdistanê dikin ku rojek berî rojekê werin bahev.”

Etîket: Peymana HSDê û Hikûmeta SûriyeyêRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

1 HEZÎRAN 2026
Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

25 GULAN 2026
Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

12 GULAN 2026
Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

10 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne