• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hêrsa li dijî êrîşa ser Kurdî mezin dibe: Kurdî xeta me ya sor e

16 TÎRMEH 2025 - 18:28
Kategorî: ROJANE
A A
Êrîşa polîsan a li ser malbata ku muzîka Kurdî guhdar dikir li Mûş û Rihayê hate şermezarkirin û Hat gotin ku zimanê Kurdî xeta wan a sor e.

Li Stenbolê malbateke Kurd ji ber ku muzîka Kurdî guhdar kirin rastî êrîşa polîsan hat û bi boneya şermezarkirina êrîşê çalakî hatin lidarxistin.

Mûş

DEM Partî û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li gel Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber Rêxistina Navçeyê ya DEM’ê ya Kopê têkildarî êrîşê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa ‘Zimanê Kurdî xeta me ya sor e. Destên xwe jê vekişînin’ hat vekirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Hevserokê DBP’ê yê Mûşê Ûmût Yilmaz da zanîn ku ew êrîşên li hemberî zimanê Kurdî qebûl nakin û wiha got: “Êrîşa li hemberî jineke Kurd a ducanî, hewldana kuştinê, encameke zîhniyeta baviksalariyê ya dewletê ye. Em dibînin ku êrîşa ku bi vê zîhniyeta baviksalariyê li dijî Kurdan û jinan tê kirin ne tenê êrîşa li dijî Kurdan û jinên Kurd e li dijî hemû jinan e. Heta ku ev sîstem hilweşe em ê her tim li dijî hişmendiya baviksalariyê têbikoşin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz bertek nîşanî êrîşên dijminane yên li dijî çanda Kurd da. Sûmeyye Boz diyar kir ku li dijî êrîşan weke ku heta niha kirine ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Riha

DEM Partî û DBP yên Rihayê nerazîbûn nîşanî êrîşa li hemberî malbateke ku li Stenbolê muzîka Kurdî guhdarî dikir, dan. Daxuyaniya ku li ber avahiya bajar ya DEM Partiyê hate kirin, endam û rêveberên partiyê, her wiha nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr amade bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Nîhat Demîrbîleklî diyar kir ku êrîşa li hemberî Kurdî îfadeya zîhniyeta înkarker û asîmîlasyonîst e û got, “Kurdî xeta me ya sor e.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe” û çepikan bi dawî bû.

Etîket: ÇalakîêrîşKurdmalbat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026
Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

3 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne